Di hevoka „Bijî biratiya Kurd û Tirkan!“ de, fikra bingehîn çî ye?

 ê:) Biratiya Kurd û Tirkan bi mêran e;  ên jin, ne ji wan e.

w:) Dibe ku mêr vê daxwazê bikin, lê jin li dijî xwi?ktiyê ne.

q:) „Kurd“ navê mêra ye, „Tirkan“ navê jina ye.

x:) Gur jî biçûkî bira ne, lê dema mezin dibin, ji bo la?ekî go?t çavên hev derdixin.

î:) Herdu alî jî ji vê dûri?meyê bawer nakin, bi rêya vê dûri?meyê dixwazin xwe û derdora xwe bixapînin.

û:) Jixwe yên îmanê li hev teneke dikin, bira ne.

Kemal Kiliçdaroglû kî ye?

ê:) Dema jidayikbûyînê kesî nediye ji ku derketiye.

w:) Kesên ku dîtine jî ji çavên xwe bawer nekirine.

q:) Ew bi xwe jî xwe nas nake.

x:) Xwedênehi?to wek margîse ye, dikeve her dilqî, ji loma nayê naskirin

î:) Dike û nake tu netew wî qebûl nake

Kemal Kiliçdaroglû herî pir ji çi û kê ditirse?

ê:) Ji Kurd û Elewiyan

w:) Ji Erdogan û Bahçelî

q:) Ji Silehedîn û Osmanê me

x:) Ji siya xwe

î:) Ji zimanê xwe

Kî naxwaze zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê?

ê:) Yên kurdî jibîr kirine

w:) Yên kesayeta xwe bi du kîs pîvaz firotine

q:)  Yên duqûn

x:) Yên wek margîsê ji rengekî dikevin rengekî

î:) Yên jinên wan tirk

Kî dixwaze zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê?

ê:) Nijadperestên tirk

w:) Kemalîstên tirk

q:) Olperestên tirk

x:) Endam, parlemen  û alîgirên BDP

î:) Rew?enbîr, nivîskar û akademîsyenên ku biratiya kurd û tirkan diparêzin

û:) Ne yek jî

Gelo Pirsgirêka kurd ê çawa çareser bibe?

ê:) Bi dua û selewatan

w:) Bi jibîrkirina zimanê kurdî

q:) Li dar xistina konferans, panel û civînên bi kurdînizanan

x:) Bi vegotina çîrok û helbestan

î:) Bi entegrebûna pergalê

û:) Bi xewnên kurdî

Heta sibê vî çaxî,  kî van pirsan bibersivîne,  ew ê xwe ji vê biratiya zingarî xelas bike. Diyarî jî; kulmeke axa welêt û du peyvên kurdî yên hatine jibîrkirin e.

De fermo…

About The Author