Hêsrên tîmsehê dibarîne, min di kumê te kiroooooo!

Têra xwe bi Kurdan lîzt. Bi navê bratî û dostanîyek sexte dijminatîya Kurdan kir. Bû ?êwirmend û aqilmendê hinek Kurdan. Lê pi?tre wek endamê dewleta kûr, endamê Ergenegû yê hat girtin. Ji ber ku erk û wezîfa wî temam nebûbû, serbest hat berdan. Niha hîna jî propaganda Ergenekonê û Kemalîzmê dike, mejî û pisporek ji yê dewleta kûr, Ergenekon û Kemalîzmê ye.

Ez behsa dolheramê birêz Yalçin Kûçik dikim.

Profesorê dewleta kûr û Kemalîzmê Yalçin Kûçik, vê dawîyê be?darî civîna “Yekîtîya Ciwanên Tirkiyê” bû û çend lotikên bergîlkî avêtin, zûrîya, ewtîya û ver?îya.

Kûçik efendî hêsrên tîmsehê barandin, wek ku ji dil dilxwaz û dilê?ê Kurdan be, got:” Ez ji têkçûn û bêhêzbûna PKK dilbiê? im. Tevgera Fethûllah Gulen hem li Mûsilê hem li Diyarbekirê binê PKK dikole, wê lawaz û bêtaqat dike” û bi çavên xwe yên hewlo mewlo li xwendevanan tema?e kir.

Kûçik efendî, wekî din ?îret û zirt û virt li CHP û serokê wê gundî Kemal jî kir û got: „Divê hûn endamên girtî yên Ergenekonê bikin wekîl û têxin meclîsê. Yan na, em ji we bawer nakin. Ev artê? artê?a me ye, em dixwazin artê?a xwe bik?înin xeta Kemalîzma çep, em niha wê xebatê dikin“ û carek din îspat kir ku dolheramo endamê dewleta kûr, Ergenekon û Kemalîzmê ye.

Lê pelûl û ?orba germ çiye hûn zanin gelî xwendevanan?

Pi?tî gotinên Yalçin Kûçik kurê kûçik bi çend rojan, serokê Kurdên dinya û axretê ba?qan Ocalan jî di hevdîtina parêzerên xwe de

(http://www.firatnews.com/index.php?rupel=nuce&nuceID=38946) rexne li xwe girt, girtîyên Ergenekonê rûsipî kir û got: „Min texmîn dikir ku ew rê li ber çareserîyê digrin, ji çareserîyê re asteng in, lê ne wilo derke. AKP esasen bi terefê ku çareserîyê naxwaze re li hev kiriye“ û mixabin wek Yalçin Kûçik xwedî li girtîyên Ergenekonê derket.

Ev hemi tesaduf in, lihevrasthatin in nizanim, lê ez wek îmana xwe zanim ku ev dolheramê Kûçik hîna jî dek û dolabên heram li serê Kurdan digerîne, di bin perda bratî û dostanîyê de doxînê ji Kurdan di?emitîne û ne bi serê xwe van lotikan davêje.

Xuyaye wê ev dolheram heta bi mirinê jî bela serê Kurdan be we go çi?

Stenbol

About The Author