Yek Yek, Teq Teq û Her Mirovek Kurdistanek

Komcivîna Weqfa Lêkolînî û Çandî ya Kurdî (Kurd-Kav) û Tevgera Reformê (Reform Hareketi), ku li Stenbolê hat lidarxistin, bi xêr û selamet, bê ?er û pevçûn pi?tî du rojan (15-16 Çile 2011) bi dawî bû.

Komcivîn bi navê ‘Wateya Biratiya Kurd û Tirkan: Pirsgirêk û çareyên wê’ hat li dar xistin. Lê mixabin ligel hemû hewldanên rew?enbîr û siyasetvanên Tirk, di encama nîqa?ên çar panelên du rojan de, panelîst û mêvanan, biratiya herdu netewan pêk ne anîn. Lê qet nebe li hevdu guhdar kirin û xwestin di rêya çareseriyê de hewl bidin ku ji derdê hev fêm bikin.

Di komcivînê de, be?daran fikrên xwe yên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi awayekî zelal û e?kere anîn ziman. Ji axaftinên panelîst û be?daran hat fêmkirin ku, êdî Kurd naxwazin bi tundewariyê pirsgirêkên xwe çareser bikin. Kurd dixwazin êdî rêbazên siyasî û demokratîk bi kar bînin. Lê li aliyê din dixwazin dewleta Tirk jî dev ji zimanê ‘Yek Ziman, Yek Al, Yek Netew’ berde. Dema ku ‘Yek Yek’ nebe wê ‘Teq Teq’ jî nebe rêbaza têko?înê. Yanî di komcivînê de, ji kîjan alî ve were parastin ferq nake, hat pi?trastkirin ku divê êdî civaka Tirk û Kurdan ji Yek Yek û Teq Teqan were rizgar kirin.

Be?daran, her wiha ji bo gelê Kurd, rêçik û rêbazên xwe yên ji bo çareseriyê hêvî dikin anîn ziman. Yên Tirk bi piranî dixwestin li kurdan guhdar bikin û têbigihîjin bê çi dixwazin. Hikumeta Ak Partiyê her çiqas bi awayê fermî be?darî komcivînê nebû jî, bi mebûsên xwe yên guhdarvan û saziya Tevgera Reformê ku hevkarê vê organîzasyonê bû guhê dabû ber derî û sîxûrtiya komcivînê dikir. Lê BDPê jî nûnerên xwe ne ?and û cihê xwe vala hi?t.

Avakarê Tevgera Reformê û mebûsê AKP yê Stenbolê Lokman Ayva, Serokê Kurd-Kavê Kas?m Ergun, Serokê Tevgera Reformê Mustafa Aksoy, Serokê HAK-Parê Bayram Bozyel, Serokê Sanayî Bazirganiyê yê Diyarbekirê Galîp Ensarîoglu, endamê meclîsa partiyê yê CHPê Ercan Karaka?, siyasetvan (Tev-Kurd) Sabahattin Korkmaz, siyasetvan Sertaç Bucak, Kevne Mebûsê T?Pê Tar?k Ziya Ekinci, ji Tevgera Demokratên ?ore?ger Halim ?pek, Serokê Komeleya Karsazên Ba?ûrê Rojhilat ?ah ?smail Bedirhano?lu, ji Millî Goru?ê cîgirê serokê Yekîtiya Rojnamevan û Nivîskaran Cemal U?ak, Serokê Baroya Diyarbekirê Mehmet Emin Aktar, rojnamevan û nivîskar Nuray Mert, nivîskarê lêkolîner ji CHPê Tarhan Erdem, hîndekarê be?a hiqûqê yê Zanîngeha Dîcle Vahap Co?kun, Hîndekarê Zanîngeha Tunceli Hüseyin Y?ld?z, rojnamevan-nivîskar Ay?e Hür, rojnamevan-nivîskar Murad Ciwan, rojnamevan-nivîskar Oral Çal??lar, rojnamevan û nivîskar Hilal Kaplan, Rojnamevan Nevzat Çelîk, wekî axivger tevlî panelên komcivînê bûn. Ji xeynî axivgeran gelek kesayetiyên din ên Kurd jî li wir amade bûn.

Balkê?e rew?enbîr û siyasetvanên Kurd ev komcivîn wek qadeke azad ji xwe re nirxandin û her çi hat ber devê wan gotin û dilê xwe rehet kirin.

Hin kesan xweseriya demokratîk, hin kesan federalîzm, hin kesan Kurdistaneke serbixwe, hin kesan li gor pîvanên Ewrûpa pê?xistina demokrasiyê û bi qanûnan misogerkirina nasnava gelê Kurd, hin kes jî ji ber ku Tirk bûn û barê wetadariya biratiyê ketibû ser pi?ta wan, tu ti?t ne xwestin!

Lê ji bo Kurdên ji Ewrûpa, Diyarbekir û gelek deverên din hatibûn komcivînê, em dikarin bibêjin ku, her kurdekî di serê xwe de Kurdistanek ava kiribû. Me yek bi yek jimartin, me dît ku bi qasî 100-150 Kurdistan hene! Tenê kalê me yê kominîst Tarik Ziya Ekîncî, Kurdistan nexwest û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pê?niyara avakirina partiyek hevpar a ku ji Kurd û Tirkan pêk were û bibe deshilat pê?niyar kir.

Her çiqas bi awayê erdnîgarî Kurdistan yek be jî, em van hemû Kurdistanên alternatîf çi azad çi ne azad yek bi yek ji dil û can pîroz dikin!

About The Author