LotikLeaks heval Silho hi?har dike!

Belgeyên dawî ku ketine destên me, diyar dikin ku komployek navxweyî li dijî serokê PADê Silhedîn Demirta? amadeye. Komplocî li benda firsetêne ku Silho bikin hedef.

Erê Silho Kurdî nizane, lê îmanime ew bi nermiya xwe Tirkan dibeecîne. Ne tenê nav û zimanê wî nerm e, herweha xort e û lilevhatiye jî. Lewra qedr û qîmetê wî di nav gel de zêde dibe. Pistepist gihaye guhê me ku ji ber van sedeman xefkek demokratîk ji bo wî hatiye vedan. Bi mebesta pê?girtina vê komploya navxweyî em vê nameya vekirî ji heval Silho re bi rê dikin:

Ji hevserokê Partiya A?tî û Demokrasiyê heval Silhedîn Demirta? re


Qurban Silho! Wek ku tu jî ba? dizanî di civata me de tenê divê dîkek hebe. Dîkekî me yê ku qud-quda wî ji serê me kêm nabe heye. Ew zêdeyî me û sed bavê me ye. Vê dawiyê dîkê me lênerînên hûr hûr li ser tevger û axavtinên te dike û kemînek tije bêbextî ji bo te amade kiriye. Yanî pi?tî ku gunre?ê Diyarbekrê bavê Mîrzane hate bêdengkirin, navê te ketiye lîsta re? de.

Vêce, em wek LotikLeaks berpirsiyariya xwe dizanin ku te hi?yar bikin. Heval Silhedîn, ewqas ba? û nerm xeber nede cegerim! Carcaran zîtirkna bide, xwe aciz bike û gotinên kelevajî bêje! Bi sakinî û aramiya xwe tu dibî mirovek bi qîmet. Hebekî li xwe miqatebe qurban!

Ti?tek din ku ji te tê xwestin ew e ku tu bêhtir qala dîkê heyî bikî. Bi dengekî bilind bang bide bêje: “Ez bi xêra wî heme, zimanê min bi xêra wî Tirkî ye, porê min bi xêra wî re? e, diya min bi xêra wî fêrî hî?andina ûrik û rovîkan bûye…”.

Xet hatiye ki?andin ezbenî. Ji Kemalîst bigre heya bi Hîzbullehcî ?e?-heft mohr hazirin. Divê hezkirên te ji %6 nebihurin, yan na wê mohrek ji van li te bikeve û pozê te jî mîna devê xalê me Osman teslîmî ”ciwanên Amedê” bê kirin.

Ji me gotin qurban, pi?tre nebêje Lotikleaksê ez hi?yar nekirim û bala min neki?and.

Xwedê bi te re be!
Li ser navê LotikLeaks
Xelefê Torî

About The Author