Jan 18, 2011

Per Tînde

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0

Sala 1989ê ew sal bû, ku li Kurdistanê ?erê çekdarî her ku diçû tund û tûjtir dibû. Dostekî Kurdan ji Swêdê, yê bi navê Per Tînde jî, wê salê, li be?ê ziman û wêjeya Kurdî ya li Rohelatnasiyê li Zanistgeha Uppsala’yê, xwendina xwe ya du salan biribû serî. Î car Per Tînde pir dixwest, ku nuha jî ger û ge?teke dirêj li Kurdistanê bike. Her çend, ku jê re hat gotin; ’Per, ev ge?ta xwe nuha neke! Pir xeter e!’, lê Per Tînde rojekê bilêt qut kir û bi firokeyê firiya çû Stanbolê. Ji wir jî, yekser firiya çû Amedê.

    Dilovan navnî?ana Înglîz’î dabû Per Tînde, da ku heger Xwedê neke, ti?tek bi serê wî bihata, qet ne be mirov ?opa wî têderxista. Per Tînde dostekî xurt ê Kurdan ê bêhempa bû.

    Li Amedê Înglîz pê?ewazî li Per Tînde kir. Ew yekser bir li hotêlekê bi cih kir. Dem jî pi?tî nîvro bû. Hîna lingê Per Tînde li Amedê erd ne girtibû, Per Tînde pir daxwazî kir ku li heman demê, derkeve here nav bajarê Amedê, li gelek ciyan bigere. Înglîz ku ew rew?a xetertijî ya ku ji hêla polîsên dewletê bihata, pir ba? dizanibû û loma ji Per Tînde re got, ’de em hinekî rûnin û pêk ve xwarin û vexwarinekê bixwun û vexwun pa?ê em ê herin.’ Her çend Per Tînde ne dixwest jî, lê pi?tî ku Înglîz pir li ber xwe da, hingê pêk ve çûn a?xaneya hotêlê ku xwarinekê bixwun. Pi?tî xwarinê, Înglîz li lobiya hotêlê ?û?eyee whîsky jî bi Per Tînde da vexwarin, daku pê hinekî serxo? bibe û  belku pa?ê jî ji xwe re hinekî razê. Heger hinekî dem ji nav derbas bûba, dibû ku ?opa Per Tînde jî winda bibûya. Misoger polîs li pey wî bûn nuha.

    Per Tînde, li ser Kurdistanê û bi taybetî jî li ser Amedê ew çend pir ti?t xwendibû û li ser mêjû û rew?a taybet a têko?îna azadiya Kurdan ew çend bi tundî tijî bûbû, ku bi van hestên zaniyariyên xwe, ew çend tijî û dagirtî bû, ku êdî erd tebatî ne dida wî. Her çend ku pir serxo? bû jî, pir li ber xwe da ku Înglîz û ew di heman kêliyê de derkevin der û herin li nav xelk û bajarê Amedê têr bigerin.

    Li ser vê yekê, Înglîz bêgav ma û Per Tînde bir li nav bajarê kevn gerand. Bi hev re çûn Dêra Keldaniyan û Dêra Dê Meryemê. Çûn çayxaneya li serê Girê Çildergû?ê. Pa?ê jî, Înglîz ew derxist bir ser birc û keleha Amedê gerand. Êvara dereng hîna vegeriyan hotêlê. Ti?tekî xirab jî rû ne dabû. Ev pir ba? bû.

    Birc û keleha Amedê, ku gelek bilind in, her çend ji çar ta pênc ciyan riyên hilki?îna ser kelehê hebûn jî, dîsan hin ji xelkê tûrîst gava ku hildiki?iyan ser kelehê, pirê caran riya xwe ?a? dikirin û nizanibûn, ku ji ku derê dakevin xwarê. Carekê Kurdekî ba?ûrî, yê ji Hewlêrê hilki?iyabû ser keleha Amedê, lê nizanibû ji ku derê were xwarê. Vî Kurdî weha digot, ’panîkê ez girtim û min kire hawar û gazî, ta ku çend zaro û xort bi dengê hawara min hatin. Min gote wan, kanî riya daketinê bêjine min, ez ê pere bi we dim!’

    Per Tînde, ji hêla tev Kurdên xwende yên Swêdê ve ba? dihat nasîn. Dema ku ?efê polîsê Swêdê, Hans Holmér buxtana ku?tina serokdewletê Swêdê yê sosyaldemokrat, serok Olof Palme xistibû stûyê Kurdan û dixwest, ku Kurdan tev bi vê tawanê tawanbar bike, hingê Per Tînde, yek ji Swêdiyên herî çalak ê Komeleya Dostên Kurdan bû. Yek ji damezrenêr û xebatkarê çalak ê vê komeleyê dîsan, Per Tînde bi xwe bû.

    Dewlet neh Kurd di malên wan de zindan kiribû, ku ji vê zindanîkirinê re digotin; ’girtina li nav tixûbên ?aredariyê’; ’kommunarrest’. Sedema girtina van neh Kurdan her bi vî rengî jî, ne ji parêzerê wan re û ne jî ji wan re dihat gotin. ’Ve?artî bû.’ Ev neh Kurd nikaribûn ji nav tixûbên bajarê xwe derkevin û herin taxeke din. Di qanûnên dewleta Swêdê de, ev cûre bend qet nîn bû. Lê dîsan jî ev bi van neh Kurdan dikirin. Ango ev ti?tê ku dewleta Swêdî dikir, li derveyî qanûna Swêdê jî bû. Di vê serdemê de, xebatên pi?tgiriyê, yên Per Tînde,  yên taybetî ji bo van neh Kurdên berbendkirî û bi gi?tî jî, ji bo têko?îna azadiya Kurdan pir ?ayanê kadkirinê ye. Di komeleya Dostên Kurdan de Per Tînde pir aktîf bû. Di karê amadekirin û derxistina rojnemaya bi heman navî, kesê herî çalak ew bû. Li komcivîn û hevdîtinan de her dem ew amade dibû. Di warê pêwendiyên burokratîkî bi dezgehan re, rênî?andêr her dem ew bû. Ji ber ku yekî xwende û têgehî?tî bû. Li ber rew?enbîriya wî, xwedî xwendina bilind bû û wek sosyonom jî, di dezgeha dewletê de erkdar bû. Pirtûkek pelstûr a mijarsext, li ser Kurdan dinivisî. Navê pirtûkê ?opa Kurdan (Kurdsparet) bû.

    Înglîz her bi vî rengî, bi gerandina çend ciyan dixwest, ku Per Tînde hinekî a? bibe û li ciyê xwe rûne, daku ji ber hêri?a polîsê Tirkan bê parastin. Lê belê Per Tînde, ku ew çend li ser mêjû, çand, ziman û erdnîgariya Kurdistanê xwendibû, erdê tebatî ne dida wî gava ew hatibû Kurdistanê, hem jî hatibû nav dilê tevaya Kurdistanê; Amedê. Loma ne dikarî li ciyê xwe rûne. Roja din ji Înglîz re bi Kurmancîyek tam û têkuz ev got:

   – Ez dixwazim herim Semsûrê û li Çiyayê Nemrûdê ber êvarekê li tîrêjên xorî tema?e bikim.

    Înglîz bi wê hunera xwe ya dilbicihkirinê ya pir hostane, çok li ber Per Tînde da erdê û jê re bi rûkenî,  bi nermî û bi gelek lavayiyan ev got:

   – Per. Nuha der û dor pir tevlihev e! Ev ge?ta te bila bimîne carek din ku tu hatî Kurdistanê, em ê hingê pêk ve herin wir. Em li nav Amedê pir geriyan. Heger polîs me bigrin, ji nav destê wan rizgarbûna me pir dijwar e. Ew ê pir li te bixin û ji te vê bipirsin ’tu çima hatî Kurdistanê? Ma tu alîkariya terorîstan dikî? û hwd.’ Bila ev çûna te nuha bimîne, neçe! Lê Per Tînde qet guhdarî nekir? Ji Înglîz re got: ’Wê gavê ez tenê diçim. Bila çi dijwarî ji bo te dernekeve.’ Per pir biryardar bû.

    Roja din Per ji hotêla xwe derket. Hat ciyê karê Înglîz û supasiya xwe ji bo alîkariyên wî kir. Pa?ê otobusa Semsûrê girt û berê xwe da wargeha Çiyayê Nemrûdê, ku bi navekî din jê re dibêjin Komagene. Ji ber bermayên mêjûyî yên serdema antîkî û bi taybetî jî ji ber dema ku ro hiltêt yan diçe ava, hingê li vir ji ber xuyabûna tîrêjên rengîn ên royê, ev cih ?ayanê dîtinê ye. Hingê tîrêjên xorî, di wan her heft rengên xwe yên taybetî yên pir spehî û rind de xuya dibe, ku van rengên cûrbecûr, nîgar û dîmena asoyî bi ciwanî diguherînin. Mirov bi dîtina wê dîmenê pir hijmekarê suru?tê dimîne. Ji bo dîtina van rengan, ev cih armanca tûrîstên hundurî û derveyî yên welêt e. Her sal bi hezaran Kurd û tûrîst, ji bo tema?ekirina vê rûdanê dihêne seredana vî ciyê suru?tî yê rind û ciwan.

    Per Tînde li navrojê, li Sermsûrê ji otobûsê peya bû. Yekser çû li hotêlekê ciyek ji xwe re veqetand. Pa?ê, ji karkerên hotêlê pirsî, ku mirov çawa dikare here çiyayê Nemrûdê. Jê re ciyê taksiyên ku tûrîst dibirin çiyê, hat nî?andan. Ji ber ku ji Per Tînde re hatibû gotin, berî ku bi taksiyê here ciyekî, gerek e bazara xwe li destpêkê bike daku pir pere ji wî neyêt girtin. Loma Per Tînde berî ku here çiyê, di gel ?ofêrê taksiyê bi înglîzî li hev kir, ku bi hezar û pênc sed lîrayî wî bibin wir û pa?ê jî vegerînin ber hotêlê. Di gel ?ofêr, xortekî din jî hebû. Her du jî gotin ji Per Tînde re gotin; ’ba? e, em ê te bi hezar û pêncsed lîrayî bibin û pa?ê jî vegerînin hotêla te.’

    Pi?tî ku Per Tînde li wan rûdanên suru?tî yên ronahiyên rengareng ên li serê çiyayê Nemrûdê tema?e kir û dilê wî ket cih, bi heman taksî û du ?ofêrên wê re vegeriya hat ber hotêla xwe. Destê xwe avêt bêrîka xwe û hezar û pênc sed lîrayên mafê çûn û hatina taksiyê, dirêjî ?ofêr kir. Gava ?ofêr pere jimart û nerî ku hezar û pênc sed e, dîsan li Per nerî û bi Inglîzî ev gote wî:

    – Na, divêt ku tu du hezar û pêncsedan bidî!

    Per Tînde jî qet ruyê xwe tir? nekir û ne jî qurmiçand. Pir bi nermî û bi Kurmancîyek pir zelal ji ?ofêr weha pirsî:

    – Ma te negot hezar û pênc sed?

    ?ofêr û hevalê xwe, pê?î li hev nerîn û pa?ê jî, wisa heyirmayî li ruyê Per Tînde tema?e kirin. Dîsan berê xwe zivirandin hev û her du jî bi yekdevekî ji hev re gotin:

    – Wey!? Ev Ewrûpî bi Kurmancî dizane kuro!

    Yek ji ?ofêran berê xwe zivirand Per Tînde û ev pirs kir:

   – Navê te çi ye?

    Per bersivand:

    –  Navê min Per e.

    – Pa?navê te çi ye?

    – Tînde.

    Her du bi hev re îcar ev pirsîn:

      – Navê bavê te çi ye?

    Per Tînde ev pirs jî bi Kurmancîyek pir zelal bersivand:

    – Navê bavê min Nîls e.

    Li ser van bersivên ecêb ên ji devê Per Tînde, her du ?ofêr dîsan wisa matmayî, bi mixalên mezin ên pirsnî?anên li nav serê xwe, li ruyê hev nerîn û dîsan her du jî bi hev re ji Per Tînde re gotin; ’okey!’ û pa?ê Per Tînde xatir ji wan xwest û çû hotêla xwe.

    Dema Per Tînde ji ge?ta xwe ya Kurdistanê vegeriya, bang li Dilovên kir û wek her carên berê, Dilovan çû havîngeha Per Tînde ya li derveyê Stockholmê. Dilê xanima Per Tînde Lîna jî pir li cih bû, ku peyayê wê va ye bi saxî û tendurustî, ji vê ge?ta xetertijî zivirî bû. Lîna pir tirsiya bû ku li nav wê tevliheviya ramyariya tund, a li Kurdistanê, li nav wê heyama rew?a xirab, ti?tek bi serê mêrê wê bihata. Lê va ye ew bi dilxwe?î vegeriya bû. Bêyî rûdanek xirab bi serê wî de bê, hatibû malê. Malbata Per Tînde, bi çîroka rojnamevanê Alman, ku ketibû zindana Amedê, ?ikenceyên ku hatibûn serê wî, ba? dizanibû. Loma wisa pir ditirsiyan.

    Per Tînde dîsa li wê havîngeha xwe ya ku her dem alayek Kurdistanê li ser hilawistî bû, rûni?tibû û li ser pirtûka xwe ya bi navê ?opa Kurd dixebitî. Ev alaya Kurdî, bi dehan salan wisa li ser havîngeha Per Tînde  hilawistî bû. Gava hûn van rêzikan dixwînin, hîna jî, alek Kurdan li ser heman avahiya havîngeha wî, her wisa li ba dibe. Pirtûka Per Tînde ya bi navê ?opa Kurd, li hevber wan neyarên Kurdan bersivek zaniyarî û spartkeke dadî ye, ku pir dixwestin ew ku?tina bêbext a serokwezîrekî wek Olof Palme – ku di bingeh de jî dostê Kurdan bû- wisa bi bêbextiyek kesnedîtî bixin sukra Kurdan. Bi saya van hewildan û van xebatên payeberz, ên wek van dostên rasteqîn ên xelkê Kurd, ên wek Per Tîndejî, ev tawanbarkirinên wan neyarên Kurdan tev pûç û berba bûbû û mejî û dilê gelê me yê birîndar jî, bi hebûn, xebat û alîkariya van dostan, wisa rohnîtir û ge?tir bûbû.

  • facebook
  • googleplus
  • twitter
  • linkedin
  • linkedin
Previous «
Next »

Leave a Reply

Your email address will not be published.

%d bloggers like this: