Silava Kurdî bû mode kuro!

Tirkiye bûye wek garana gund û Tirk jî bûne wek mirî?kên gêj. Ji alîyekî dadgehên Tirkiyê zimanê Kurdî wek zimanekî „nenas“ bi nav dikin, ji alîyê din di televizyonên wan de qîreqîr û qîrewîra zimanê Kurdî ye. Ji alîyekî hikûmet li dijî perwerdeya zimanê Kurdî tirr û fisan dikin, ji alîyê din siyasetmedarên wan bi Kurdî diaxivin, bi Kurdî silavê didin Kurdan.

Werhasil, van heyaman silavdana bi Kurdî bûye mode. Çi siyasetmedar an karmendên ku diçin bakurê Kurdistanê, hew we dît bi Kurdî silav da civatê û xwe ?ahîk kir.

Berî niha seroka TUSÎADê xanim Umît Boyner li Amedê bi Kurdî axivî û silav da civata hazir û nazir. Û niha?

Niha jî kevnefa?îstê Tirk, dijminê qewmê Kurd û kevnenîjadperestê nûjen Mûsa Serdar Çelebî ket nav karwanê silava Kurdî.

Li ser bextê çeqel û heftaran be, dibêjin Mûsa Serdar Çelebî li Colemêrgê be?darî civînekê bûye û bi Kurdî gotiye: „Birayên min ên hêja û bi hurmet ên Colemêrgê, ez ji dil silavê li we hemûyan dikim“ û bayek ji ber serê xwe berdaye.

Mûsa Serdar Çelebî û axavtina Kurdî ha!?

Ma ev ne nî?an û elameta roja qiyametê be naxwe çiye?

Nîjadperest, dijminên Kurdan û axavtina zimanê Kurdî!?

Siphan ji hikmeta xwedê re, ev berjewendî çi dike û çi nake law, pekkkk!

Axir, hilbijartin nêzîk dibe û axavtina zimanê Kurdî jî erzan dibe. Mêrikan ji bo çend rayên Kurdan bistînin, xwe li ber dilê Kurdan dikin ?îr û ?ekir, dikin dims û hingiv.

Û Kurdên me?

Ew jî simbêlan ba didin, ?aba?ê didin „bratîya Kurd û Tirkan“ û wek peppûkan bawer dikin ku birastî Tirk brayên wan ên ji dê û bavê ne, tên xapandin û ha tên xapandin..

Werhasil canim, Serokê Segên Tirkiyê Devlet Bahçelî maye. Heger rojekê ew jî rabe û bi Kurdî bêje: „Brayên min ên hêja û bi hurmet, me nikarîbû em we ji kokê de asîmîle û tune bikin. Lê we nîha dê û jinên me, we vîrûs û kurmê Kurdî xist nav ziman û xwîna me jî“ qet ecêbmayî nemînin û hûn sax…

Colemêrg

About The Author