Ciyê te bihu?t be xalê Sadik

Erê xalê Sadik, te jî ji nav me bar kir, felekê derba xwe li te jî xist.

Me rojên xwe? bi hev re bihurandin, em wek kur û bavekî bûn.

Tê bîra te gava tu dihat mala me ya li taxa Tenstayê û te terî?ek sor li ber dara malê dipêça, ji bo tu bi ser malê vebi û malê nas biki..

Û tê bîra te, gava Îbo ew terî?a sor vedikir, diçû bi darên li ber malên cîranan dipêça û te rêya malê wenda dikir, te li derîyê xelkê dixist..

Tê bîra te gava te got “wê sibê zarok û dêya zarokan ji welêt bên” û ?ahî ketibû nava me, kêfa me pir hatibû.

Û tê bîra te, gava em çûbûn balafirgehê,  me ji te  pirsîbû “ma tê xanima xwe nas bikî xalê Pê?merge?” û te gotibû “çawa nas nakim malnexerabno, qapûtekî sor li xwe kiriye”.

Tê bîra te, gava tu li ber devê derî li benda dêya zarokan bû, derî vebûbû, jinikek Swêdî qapûtek sor li xwe kiribû û hew nemabû te xwe bavêta ser jinika Swêdî, bûbû hewar hewara jinika Swêdî, rebenê tirsiyabû..

Erê xalê Sadik, xalê Pê?merge…

Tê bîra te gava te behsa serpêhatîya xwe û masîyan dikir.

Te ?ewk li dora xwe zîvirandibû û bi hinerek xurt ew ber bi avê de avêtibû. Û tê bîra te, gava derzîya ?ewkê di pi?ta stuyê te de aliqî bû, li ?ûna masî tu ketibû ?ewka xwe..

Heyf û mixabin ev dinya dinyayek bi mirin e xalê Sadik..Xwezî mirin tuneba.

Îro felekê pi?ta xwe da te, sibê jî dora me ye ma kî zane..

Belkî rojek ji rojan em li axretê jî rastî hev bên û behsa wan bîranînên xwe bikin, bikenin û bigrîn.

Belkî em li axretê jî Newrozên xwe, ?ahî û dawetên xwe pîroz bikin û têkevin serê govendê..

Û belkî jî em hevdu nebînin, tenê bîranînên me bijîn, em di bîranînan de bi hev re bin..

Lê ga dimre çerm dimîne, mêr dimre nav dimîne xalê Pê?merge..

Rehet razê..

Ew zarokên ku te ji kolanên bajarê Edenê anîbûn, ew zarokên ku Kurdî nizanîbûn, yan jî pir kêm zanîbûn, îro bi hestên netewî xwedî li zimanê xwe û te derdikevin, dixwînin, dinivîsin, berheman didin.

Rehet razê xalê Sadik..

Gîha li ser koka xwe ?în tê..

Bela ciyê te bihu?ta rengîn be xalê Pê?merge..

………………

Bi vê minasebetê, bela serê malbata wî, dost û hogirên wî sax be..

About The Author