De here qûna xwe bi?o lo!

Partîya Demokrat kongra xwe kir û xiyarekî nîjadperest, xiyarekî wek Namik Kemal Zeybek kir serokê xwe. Ji xwe ji wî xiyarî çêtir xiyar jî tunebûn, tam li gora Demokrat Partîyê ye.

Werhasil, Namiko hat serî nehat, lotikek avêt û got: “Bela di lîseyan de zimanê Kurdî bibe zimanê bijare” û xwedlgiravî xwest xwe li ber dilê Kurdan bike ?îr û ?ekir.

Heta vir okey, normal e. Lê pi?tre?

Oxlim pi?tre jî telaqên xwe avêtiye û gotiye:”Jina min ji min berdayî be li Tirkiyê pirsa Kurd tuneye, pirsa zimanê Kurdî heye. Heger ziman hel bibe, pirsa Kurd namîne. Kurd bi eslê xwe Tirk in. Heger li Tirkiyê mafên ku ji Tirkan re hatine dan ji Kurdan re jî nehatina dan, wê gavê pirsa Kurd dest pê dikir. Pirsa Kurd tuneye, pirsa Kurdî heye” filan û fîstan.

Olan ewladim, hey min xiyarê kalkê xwe Silo li nav ?eqê te alando, ma li ciyê ku pirsa Kurdî hebe, çawa pirsa Kurd tuneye oxlim? Ma ferqa nava me û we ne ew ziman e? Ma ew ziman ne nî?ana pirsek cuda û milletek cuda ye oxlim? Ma te mejiyê keran xwariye Namiko?

Ez serê we neê?înim, xiyarekî din ket rojeva siyaseta Tirkiyê. Heta bi hilbijartinan wê ev xiyar jî wek xiyarên din carcaran behsa Kurd û Kurdî bike û bixwaze çend Kurdên xwelîser bixapîne

Lê pi?tî hilbijartinê?

Pi?tî hilbijartinê jî Kurd hene, Kurdî heye tuneye, ji xirrê wî ve..

Stenbol

About The Author