Kirina ?a?iyan û hi?tina dilan, rehet e…

 Dema kes û kesayetiyên ku di nava karên ji bona azadiya welatê xwe de dixebitin, hin caran dikarin kêmanî û ?a?iyan jî bikin. Dema ku mirov di nava kar û barên welatparêziyê de be, ji ber zilm û zora dijmin, ji ber neheqiya li gelê mirov tê kirin, mirov her ti?tekî li gor xwe ba?, rast dibîne û wê weha ?irove dike. Ya dilê xwe li gor wê dibêje, rexne dike û dipesidîne. Loma ya min jî weha bû û ew hemû ji ber welatparêziya min bû.
Ez kesekî weha me ku dema min di nav rêxistinekê, di nav dezgehekê, di nav partiyekê de kar kir ez bê kêmanî li gor prensîb, qaîde û nîzamê karê xwe dikim û divê weha be jî. Ji ber ku ez weha fêr bûme. Loma jî min tim bi dilekî xemgîn, bi baweriyeke durust, bi nerîneke xurt, digot û dinivîsand. Ji ber ku ez tim pênûsa xwe ne di bin tesîran de, lê ji xwe bawer û bi awayekî azad, bi kar tînim û ez ê bînim.

Dema mirov girêdayî cihekî be, bêtir mirov xwe li gor wê amade dike. Li gor wê, baweriyên xwe dibêje an jî dinivîsîne. Li gor wê rexnan dike û li dij rexnan dertê. Weke mirov di govendê de be ku ji reqsê pêve tu ti?tekî din nakeve bîra mirov.
Qesta min li vir ne ewe ku ez ji karê min heta niha kirinin po?man im. Na û qet na. Min çi kar kiribe weke kesayetiyekî min ji bona gelê xwe kiriye û pê serbilind im. Ez ê vê heta ku hebin bikim. Min jî weke gelek camêr û canikan bedelekî ba? daye û ez hurmeta wê bedelê digirim û tu caran jî ez ê wê ji bîr nekim. Heta ku ji min hatiye min berjewendiya gel tim daye ser ya xwe. Lê dibe ku di nava kar û baran de mirov hin caran ?a?iyan jî dike, bi çewtî û ?a? fêmkirinê dibe êrî?kar.

Mirov gelek caran weke xwe difikire, rastiyê li gor wê dibîne û li gor wê jî nikare rexnan hilgire. Loma min jî hin caran weha kirîye û bi vê kirinê dibe ku min dilê hin camêr û canikan ê?andibe, hi?tibe û gelek ji ber vê dibe ku ji min aciz bû bin. Lê hûn bawer bin tu caran niyeta min ne xerab bû. Min xwestibe çi bikim ji bona welatê xwe kiriye.
Ez çawa gihi?tim vê encamê hûn dizanin? Ez ji we re bêjim. Hêvîdarim ku gelek nivîskarên me jî weke min vê pêk bînin wê ba? be.

Ev demek dûr  û dirêj e ku min dest bi xwendina nivîsên xwe yên ji destpêkê (1984) de kir û pê de hatim heta vê nivîsa xwe ya ku niha li ber destê we ye. Min di wan nivîsên xwe de dît ku bi rastî gelek nivîsên min zêde hi?k û yek alî hatibûn nivîsîn. Min di wan de dît ku min gelek kes û kesayetiyên xebatkar, hêja û dilovanên gelê xwe ê?andin in. Min di wan de dît ku ez gelekî teng fikirîme û li gor wê fikir û ramanên xwe nivîsiye.
Ez niha gihi?tim wê baweriyê ku divê ez bi nivîsekê ji wan kes û kesayetî, dem û dezgehên ku min bi nivîsên xwe dilê wan hi?tine, min ew ê?andin in. Min bi wan nerînên xwe yên teng heqaret li wan kirine. Min bi wan gotinên xwe yên çors ew dabin ber rexneyên ne di cih de, lêborîna xwe bixwazim û dixwazim. Loma jî bi vê nivîsê ez doza lêborînê li wan kes û dezgehên kurd ku ji ber gotin û nivîsên min ê?iyabin, doza lêborînê li wan dikim. Her weha êdî ez ê bi tu nivîs û gotinên xwe nexwazim dilê tu kesan bihêlim. Ez ê êdî pênûsa xwe tenê weke her car, ji bona berjewendiya gelê xwe bi kar bînin û ez ê vê pênûsê ji rexnên ne çêker û gotinên ne li rê, li ser kes û kesayetiyan, dem û dezgehan bi kar neynim. Ez ê ji niha û pêde xwe ji nivîsên nakokiyan dixuliqîne dûr bixim. Lê bi vê jî ez ê xwe ji ber rastiyê jî nedim alî û wê tim jî bêjim.

Ez ba? dizanim ku rastî  agir e û bi kesên wê dibêje, dikeve.
Her mirovên di nav kar de bin, dikarin ?a?iyan bikin. Lê divê em vê jî ji xwe re nekin mertal û êrî?ên ne di cih de nekin. Divê herkes hurmet û qîmeta xwe û xwebatên xwe bizanibin. Nebin tawanbar, bibin alîkar da ku kesên bi karên azadiya welatê xwe ve mijûl in, bi pê?kev in. Em bibin hurmetkarên hemû nerîn û ditînên di berjewendiya gelê me de bin.
Ji ber vê ez ji  hemû kes û dezgehên kurdan, min çi bi pênûsa xwe û çi bi gotinên xwe ew ê?andibin, uzrê xwe, lêborîna xwe dixwazim. Kirina ?a?iyan û hi?tina dilan, rehet e, lê lêborîn xwestin gelekî zehmet e. Kesên xwe dan ber vê zehmetiyê wê bi serkevin.

Bûbê Eser
bubeser@hotmail.com

About The Author