Ev neket serê min kak Mesûd!

Li ser bextê çapemenî û qelem?ûrên ba?ûrê Kurdistanê be, dibêjin serokê Kurdistanê kak Mesûd Barzanî, li Zanîngeha Selahedînê gotûbêjek bi xwendekarên zanîngehê re kiriye û di hinek mijaran de dilê xwe rehet kiriye.

Kak Mesûd Barzanî, di gotûbêja xwe de lotikek li çapemenî û ragihandinê xistiye û gotiye: „Hinek caran ewqas pesnê min didin ku ez li ber xwe dikevim û pê dê?im. Hinek caran jî bi awayekî wilo behsa min dikin ku zilmê li min dikin“ û gazind kiriye.

Welle qurban, em bi xwe wek e?îreta Lotikxane wê zilmê li cenabê te nakin kak Mesûd. Te pesindarî heq kiribe emê pesnê te bidin, te rexne heq kiribe emê te rexne bikin. Ma bratî û dostanîya rasteqîn jî ne ev e?

Heta vir temam. Lê lotika ku neket serê min çi bû hûn zanin?

Serok Barzanî gotiye: „Em bergirîyek mezin li mafên Tirkmanan dikin. Hetta ew jî di mêjiyê min de ye ku pi?tî Kerkûk û navçeyên dabirî vegeriyan ser herêma Kurdistanê, eger ez heta wê demê di vê postê de mam, dilê min heye cîgirê serokê herêma Kurdistanê ji kesekî Tirkman re bê dayîn” û mejiyê me kir wek ?orba nîskê.

Yanî, heger heta wê demê kak Mesûd wek serokê herêmê bimîne, wê qûnre?ekî Tirkmen bibe cîhgirê serokê herêma Kurdistanê.

Aha ev nebû ha kak Mesûd!

Ma Kurd qeliyane tu Tirkmenekî qûnre? bikî cîhgirê serokê Kurdistanê kaka? Û pi?tî çûna te wê çi bibe? Wê yê Tirkmen bibe serokê herêma Kurdistanê ne? Yaw piranîya Tirkmenan zilam û sîxurên dewleta Tirko ne, ji wan bê wê te di firek av de bixeniqînin, çawa tuyê Tirkmenekî bikî cîhgirê xwe kaka can? Yanî tu xalê me Sofî Xelef bikî cîhgirê xwe, ji qûnre?ekî Tirkmen ne çêtir û bixêrtir e canekem?

Na kak Mesûd na, ev nebû..

Temam, Tirkmenan bikin onba?î û çawî?, lê cîhgirî filan û fîstan nabe, ne laqiyî wan e û ne jî layiqî Kurdekan e ruhekem…

Hewlêr

About The Author