Mamosteyên Tirk dest bi lotikên Kurdî dikin

Li ser bextê qaçaxçî û diz û kele?an be, dibêjin Tirk bi alîkarîya Yekîtîya Ewrûpayê projeyek qerase amade dikin û wê bi xêra vê projeyê, mamosteyên Tirk hînî xwendin û nivîsandina Kurdî bibin.

Dibêjin wê qursa zimanê Kurdî pê?î li gundejî Mêrdînê dest pê bike û cara ewil wê 14-15 mamoste be?darî qursa Kurdî bibin. Ji bo ku xwedêgiravî mamoste karibin navbera xwe û Kurdên ku bi Tirkî nizanin germ û nerm bikin, wê xwe hînî xwendin û nivîsandina Kurdî bikin û ?orbê bikelînin.

Dibêjin halîhazir Yekîtîya Ewrûpayê ji bo vê projeyê 84 hezar euro alîkarî daye.  Yanî, bi saya serê perên Ewrûpayê, wê mamosteyên Tirk Kurdî hîn bibin û bi zimanê Kurdî Tirkiyê li ber dilê Kurdan bikin ?îr û ?ekir.

Li gora agahdarîyên ku ketine destê sîxurên Lotikleaksê, dibêjin qursa yekemîn li ser kelandina ?orba nîskê ye. Ji ber ku gundîyên Mêrdînê ji ?orba nîskê pir hez dikin, wê mamosteyên Tirk jî di dersa pê?în de kelandin, fûrandin, xwêkirin, rijandin û firkirina ?orba nîskê hîn bibin.

Werhasilî kelam, Kurdî ji Mêrdînê ders pê dike kaka. Îcar dawîya vê lotikê di ku re derdikeve hûn texmîn bikin..

De binerin lo, mamosteyên Tirk xwe hînî Kurdî dikin, lê bêvila siyasetmedarên me na?ewite û xwe hînî Kurdî nakin. Ma ji vê qebhetê mezintir qebhet heye xwedêyo!

Mêrdîn

About The Author