HER TI?T DEMOKRATÎK!

Hinek kes wek  karika bizinê bi her ti?tî ve demokratikek pêve dikin. Demokratik Kurdistan, demokratik cumhurîyet, demokratik federasyon, demokratik konferderasyon, demokratik netew (ulus), vê gavê dev ji van berdane. Demokratik xweserî ne bes bû îcar demokratikek jî bi Kemalîzmê vekirin, ew bi gulik û terî?an  xemilandin û wek ti?tek kesanedî anîn danîn pê? me. Mirîd jî ji ber dikin û wek ti?tek nû û nûjen pozberê civatê dikin.

Berî her ti?tî ewil hûn bi xwe ne demokratik in, hûn despotîk in heyran. Ev çito ?orbe nîsk e hûn bi zorê bi me didin vexwarinê? Law weleh di qirika me de dimîne, asê dibe û naçe xwarê lo! Dibe  kuxte kuxta me, em lêne bi ?orbe nîska demokratik Kemalîzmê bixeniqin yabo!

Dêla rûvî ne bes bû rabû hejek bi dêla xwe ve kir. Ev jî mesela me û Kemalîzmê ye. Ev tenê ji me kêm mabû kambax be,  ew jî anîn li lingê  me alandin. Hindik ma em ber bi ti?tên nû jî biçin, demokratik qoricilix (cerdevan) û serokê cerdevanên demokratik, xweserîya qoricîyên demokratik û nizam çi qizilqûrt !…

    Welehîn ez êdî ji ti?tên demokratik ditirsim, ji ber wê ez anti-demokratik im, de hûn çawa dihesibînin bihesibînin ezbenî

Kurdistan

About The Author