Komara Mahabad di dilê me de dijî

Komara Mahabadê ket 65 salîya xwe. Komara Kurd a Mahabadê, di 22 Çile ya 1946an de, di bin serokatîya nemir Qadî Mihemed de hat êlankirin. Lê îxanet, berjewendî û lihevkirina Yekîtîya Sovyet û dewletên rojava, nehi?t ku ev komara Kurd bi jiyanê ?ad bibe û bijî. Yekîtîya Sovyet û dewletên rojava mefer dan Îranê û zalimên Ecem êrî?î ser vê komara ciwan kir, serok û rêveberên komarê ?eniqandin, komara Mahabad a Kurd tar û mar kirin.

Em ?ehîdên Komara Mahabadê yad dikin, serê xwe li ber wan ditewînin.

Çend ?îretên Serwer Qadî Mihemed:

– Yekîtî û tebayiya di nava xwe de biparêzin, karê neqenc li hember hev nekin û temah nebin, bi taybetî jî di berpirsiyariyê û xizmetê de.

– Ji bo dijmin kêmtir we bixapîne, xwendin, zanist û pileya zanyariya xwe pê?ve bibin

– Ji dijminan bawer nekin, bi taybetî jî dijminên Ecem, ji ber bi çend awa û riyan Ecem dijminên we ne, dijminê gel û welat û Ola we ne. Dîrokê selimandiye ku her  ji Kurdan bi behane ne.

– Ji bo hin rojên jiyana bê qîmet a vê dinê, xwe nefiro?in dijminan, ji ber dijmin dijmin e û ne cihê pêbawerbûnê ye.

– Îxanetê li hev nekin, ne îxaneta siyasî, ne giyanî û malî û ne jî ya namûsî. Ji ber îxanetkar li cem Xwedê û mirovan jî sivik û sûçbdar e, îxanet li îxanetkar vedigere.

– Ger yekî ji we karibû karên xwe bê îxanet pêk bîne, pê re alîkarî bikin, ne ji ber temahî û bexîliyê li dijî wî derkevin, yan Xwedê neke li ser wî bibin sîxurên biyaniyan.

– Hûn ji xebat û hewl û teko?înê ranewestin, ji bo wek gelên din ji bin destê dijminan rizgar bibin. Malê dinyê ne ti?tek e, ger welatê we hebe, serbestiya we hebe, wî çaxî her ti?tê we heye, hem mal, hem serwet, hem dewlet, hem rûmet û hem wê nî?timanê we jî hebe.

– Hetanî ku hûn hev negirin, hûnê bi ser nekevin, zilm û zorê li hev nekin, ji ber Xwedê pir zû zaliman ji holê radike û nabûd dike. Ew soza Xwedê ya bê kêm û zêde ye, Xwedê tola zilmê jî hiltîne.

Qazi Mihemmed

 Mahabad

About The Author