Li TRT 6ê, Navenda Nûçeyên Tirkmancî!

Bi zêdebûna we?anên kurdî re her kes ji aliyekî ve lotikekê li kurdî dixe û zimanê me metrek û nîv ji nav devê me tê ki?andin. Bi taybetî jî TRT 6ê, di bernameyên xwe yên nûçeyan de, kurdî kiriye pêlîstok ji xwe re û bi zimanekî ku bêhna tirkî jê difûre, bi po? û pihînên kesanedî kurdî dipelixîne.

Televizyona dewletê TRT ?e? a ku bi zimanê tirkmancî we?aneke xurt û bi rêk û pêk dike, li ser zimanê ku di nûçeyên xwe de bi kar tîne, gotin û rexneyê ji kesî re nahêle. Bi taybetî nûçeyên TRT 6ê ku li navenda kanalê li gor sazkirina hevokên tirkî têne amadekirin, mirov dikare bêje ku xwerû bi tirkî ne û ji xeynî peyvên ji ferhengan hatine neqandin tu eleqeya wan bi kurdî re tune ye.

Berpirs û xebatkarên navenda nûçeyan, bi zimanê xwe yê xerîb wergera nûçeyan dikin û dibin qesasên herî berbiçav ên zimanê kurdî. Wergêr, edîtor û qa?o zimanzanên navenda nûçeyan bi zimanê ku pê nizanin wergeran dikin û ti?tê nedîtî tînin serê zimanê kurdî.

Nûçeyên TRT 1ê çi bin yê TRT 6ê jî ji sedî nod eynî ne û heta sernav û rasernavên nûçeyan jî naguherin. Lê pirsgirêk ne ev e. Ji ber ku kanala dewletê ye, hewce nake em qala polîtîkaya we?anê û hilbijartina nûçeyan bikin. Naveroka nûçeyan û zimanê wan mijarên ji hev cuda ne.

Amadekarên nûçeyên TRT 6ê bi awayekî xerîb zimanê kurdî xera dikin û bi tirkiya bi navê kurmancî wê?anê dikin. Xuyaye kesên navenda nûçeyan an bi kurdî nizanin an jî ji xwe re kurdiyek nû çêkirine ku pir bi?ibe zimanê tirkî.

Di wergerên nûçeyan de yekser bêhna tirkî difûre. Nûçeyên tên we?andin peyv bi peyv, tîp bi tîp li gor hevoksazî û hi?mendiya tirkî têne nivîsîn û dengdan. Gava mirov bixwaze peyv û tîpên hevokên nûçeyan bijimêre, wê ne zêde ne jî kêm bin.

Di dengdana nûçeyan de, ji ber ku leza xwendinê heye, ?a?iyên ziman hin caran xuya nakin. Lê dema sernav û rasernavên nûçeyan tên ser ekranê, em dibînin ku bê çi zimanekî xerîb ji xwe re çêkirine. Ji xwe carna mirov qet tênagihîje bê di nivîsa nûçeyê de dixwazin çi bibêjin jî.

Di nûçeyan de wek rêbaz sernav û rasernav hene. Ew jî divê ne dirêj bin. Ger ev we?an televizyon be, divê hê jî kurtir bin û di ekranê de xwe? bêne bicihkirin. Edîtorên navenda nûçeyan a TRT 6ê jî, hewl didin ku vê rêbazê pêk bînin û nûçeyên xwe wek kanalên din ên TRTê biwe?înin. Lê ji bîr dikin ku ew bi zimanekî din, ango bi kurdî we?anê dikin. Ji ber ku bi domdarî wiha ye, em dikarin bêjin ku nûçeyên xwe ji qestî bi wergerên ?a? diwe?înin.

Dema hûn bê hemdê xwe rojekê nûçeyên TRT 6ê tema?ê bikin, hûnê bibînin ku navenda nûçeyan a TRT 6ê ji xwe re zimanek çêkiriye û bi wî zimanê ji xwe razî jî, we?ana xwe didomîne.

Qet ne bawerim ku dewlet û rayedarên wê ji wan re gotibin, zimanê kurdî heta ji we bê xera bikin û nehêlin bê fahm kirin. Berpirsên navenda nûçeyan bi serê xwe wiha dikin û xuyaye ew jî pir bixwe bawerin û hespê xwe li gor xwe dibezînin.

Lê helbet sûcê revebiran jî heye. Ew jî naxwazin kesên zane û têgihi?tî nêzî wan bibin û pergala wan a xwarinê ji destê wan bistînin. Dîsa jî em hêvî dikin ku, rêveberên TRT 6ê hay ji xwe û xebatkarên xwe hebin û bi hev re nebin qesasê zimanê kurdî.

Dixwazin qebûl bikin dixwazin nekin, TRT 6 her çiqas kanaleke dewletê be jî, yek ji kanalên bi kurdî we?anê dike ye. Ev kanala televizyonê hema bêjin li her devêrên ku kurd lê dijîn dikare were tema?ekirin. Ji ber vê jî kesên li ser ziman û we?angeriyê dixebitin her çiqas hin ji wan li dijî vê kanalê bin jî divê li dijî vê karesata ziman nerazîbûna xwe nî?an bidin û nehêlin zimanê me di nav dest û lingên çend xebatkarên TRTê de bê eciqandin.

(Ji ber ku quncikê nivîsê têrî nake, me nimûyên xeletiyên nûçeyên TRT 6ê ne danîn.)

About The Author