Axayê Hêkan

Ji roja ku me çavê xwe vekiriye, gund tev di destê axê de ye. Ta îroj jî, kesä dengê xwe jê re ne kiriye. Erdê me, tev di bin destê wî de mabû û ji xwe re dixwar. Qet jî ne digot werin, hema ji îroj û pê de hûn erdê xwe bajon! Wek erdê me, erdê gelek gundiyên din jî, kiribû bin destê xwe. Her sal diajot û wek malê bavê xwe jî, wisa xwe? û bela?, ji xwe re dixwar.

    Birayê min ê gorbihu?t Mîrze, rabû li nav gundiyan deng li ser axê kir û ji gundiyan re got: ‘Malê me ye, lê ew dixwe! Çima malê me nade me? Ev bêmafiyek pir mezin e. Em vê bêdadiyê çi car napejirînin. Bila dest ji erdê me berde. Êdî bes e!’

    Gotin çû ket guhê axê. Ji guhekî wî ket hundur û ji yê din da der. Lê axa, xwediyê van gotinên wisa tahl, pir ba? xistibû hi?ê xwe. Ev gotin, bêguman jê re pir tahl û tûj hatibûn. Loma êdî hizra axa ya li ser me, ne wisa qenc û ba? bû. Pi?tî hingê, êdî bi çavekî neba? li me dinerî.

    Ji wê roja ku birayê min, ev gotin li nav gund firand, pir dem derbas bûbû. Lê deng ji gundiyan ne dihat. Bêdengiyek hebû. Kesî ne digot; filankes rast dibêje. Axa malê me tevan dixwe. Ev bêdadî û bêmafiyek pir mezin e. De rabin em pi?t bidin xwediyê van peyvên rast! Em ji bo dozek rewa û mafdar, dengê xwe bilind bikin. Heger em î roj dengê xwe li ser wî nekin, ma em ê kengî bikin? Heger em wisa bêdeng bimînin, î roj malê me diçe, lê siberoj canê me jî dikare here. Em hingê  bêbextîyê hem li xwe dikin û hem jî, li gundiyên xwe yên ku erdê wan ji destê wan hatiye standin.

    Birayê min ê Mîrze, dîsan ew bêdengiya ku hebû çirand. Rojekê rabû çû ber axê û yekser, doza erdê me ji cenabê wî bi xwe kir. Axa guh da birayê min, lê dîsan bêdeng ma. Her wek berê, wek dîwarê kerr û lal, dîsan qet deng jê ne derket.

Zordestî û talana e?kere

Pir sal û zeman dîsan di nav re çûbûn, lê em hîna jî wisa bê erd, bê kar û bê debar, berbend û perî?an li gund, li nav malên xwe rûni?tibûn. Axa jî her sal erdê bav û kalê me ji xwe re dixwar û ti?tek ne dida me. Tapoya me jî hebû. Em ne bê tapo bûn jî. Lê tapo qet pere ne dikir, bêkêr bû. Ma tapo çi bû? Wek qet tapo jî nîn be û bi wê bêdengiya ji hêla dewletê, bi wê erêkirinê, malê bav û kalên me, wisa bi hêsanî, xwe? û bela?, tev di nav hev de, ji xwe re dixwarin.

    Gava me nerî ku gotina me li nik axê çi pere nake, em rabûn, me xwedê gravî serî li dadimendiya dewletê jî da û me li nik dewletê jî daw û doza erdê xwe li axê kir. Me got; dibe li nav dewletê hin kesên xwedîwîjdan hebin, belku vî dengê me yê mafdar bibihîzin û bi alîkariya me rabin. Lê pa?ê, em ba? tê gehî?tin ku destê axê pir dirêj e û digihîje her derê. Li nav dadgehê jî desthilatdariya wî hebû. Pere dabû çend erkdarên dewletê, wî çi agehî ji wan bixwesta, van erkdaran wek xulamokan, yekser jê re dihanîn. Wisa diyar bû ku axa bi riya peran, pê?î li vê riya me jî girtibû.

    Di wê heyamê de, birayê min, bi rûdanek trafîkê ya xedar û bêbext, ji nav me koç kir û çû ber mihrîbaniya Xwedê. Me nizanî ku ev bela ji ku derê û çawa hat serê me. Em ketin nav xemgîniyek kûr a bêtixûb. Ev jî bû sedemek din, ku me heyamek dirêj dest ji doza xwe tam ki?and. Pir sal û zeman dîsan di nav re çûn. Em hîna jî li gund, li ber erdê bav û kalan, dîsan wek her caran, bê erd û bê kar, dîsan wisa betal û etal, her mabûn perî?an.

    Rojekê ez ji xwe re hizirîm û min gote xwe, ku ev ti?tekî qet ne ba? e. Min ji xwe pirsî: Çima me dest ji doza xwe ki?and? Çima mirov dest ji dozek wisa rewa û mafdar diberde?  Çima axa malê mirov dixwin? Çima bêmafiyên wisa bi serê mirov de bên? Pirsên bê bersiv gelek bûn.

    Ez rabûm çûm nik çend gundiyên me yên ku wek min xwedîerd bûn, lê axê erdê wan jî dixwar. Van çend gundiyan, em komî ser hev bûn. Me di nav xwe de guftûgoyên kûr û dirêj kir. Me herî dawî di nav xwe de peyva xwe yek kir. Me ji xwe pirsî bû ku; em ê nuha çi bikin û çi nekin?

    Yekî ji me got: “Em muxtar biguherînin. Ev karekî ba? e. Hingê wê axa nikaribe her karê xwe bi muxtêr bide kirin. Axa diçe malê, lê belê muxtar her dem li gund, li nav me dimîne.”

    Me ev pê?niyaz, wek pê?niyazek pir ba? û qenc dît. Em rabûn, me çend muxtar guherandin. Lê dîsan jî bêker bû. Me tema?e kir û dît, ku kîjan muxtar dihat serî, tev jî, bi pi?ta axê digirtin. Axê bertîl û diyarî dida wan. Li hilbijartinekê; muxtarekî dostê me hat ser kar. Lê, me karê wî pir tund û dijwar kir. Ew jî, ji ber vê yekê pir ê?iya û dest ji muxtariyê ki?and. Em dîsan wisa bêçare, ji xwe re li riyeke nuh geriyan, ku em erdê xwe ji nav lepê vî axayê zorker derînin.

    Me her sal didît ku çawa traktorên axê dihatin diketin nav zevî û erd diajotin û havînan jî, çawa çinkutok diketin nav genim û tev diçinîn û dikirin bar û dibirin. Kamyon li pey kamyonan dihatin nav gund û genimê nav gund tev dibirin û diçûn. Her der erdê axê bû. Ta çav bidîta malê wî bû. Çend perçe erdên biçûk ên li vir û li wir tenê, yên me çend gundiyan bûn. Malê bav û kalên me bû. Ji bav û kalan, ji me re mabû. Lê belê axê ev jî ji destê me girtibûn û hatina ji wan, tev wî dixwar.

    Dewletê jî qet dengê xwe jê re ne dikir. Her bêdeng bû. Em jî, her serê beyaniyan zû ji gund diderketin û bi peyatî diçûn bajêr, ta Amedê. Du sê saetan em rê diçûn. Heger me wê rojê ji xwe re karek peyda bikira, pir ba? bû. Heger na, ber bi êvarê, em dîsan wisa perî?an û bêzar, me riya gund digirt û em divegeriyan malên xwe. Hingê, ew pira beton, a li ser riya nuh a Farqînê nîn bû. Ew pir, hîna nuh, li nav salên 1960î hat avakirin. Wê gavê, riya me pir dirêj bû. Heger ava çem pir bilind ba û me li buhura çem ne xista, hingê em bêgav diman ku ji ser Pira Dehderî herin û werin. Riya me bi çendî sê caran dirêjtir dibû hingê. Salê du sê mehan jî, karekî bi berdewamî nîn bû. Neh deh meh, em wisa, bê kar û debar, li nav malên xwe dirûni?tin.


Qelsî ji me ye, ji ber ku em nabin yek

Gava me nikaribû peyva xwe bikin yek, wisa diyar bû, ku em ê nikaribin bi ser jî kevin. Me deh caran peyva xwe kir yek, lê gava axe ji muxtar re bertîlek dihanî, muxtar pi?ta me li erdê dixist û li pey xwesteka axê diçû. Muxtar qet ne dihizirî û ji xwe re ne digot, ku van mirovan pi?ta xwe bi min girê dane. Çawa ez ê peyva xwe ji bîr bikim û doza van mirovan li erdê xim?

    Min nerî ku em bi vî rengî qet bi ser nakevin. Heger me hev bigirta, derxistina erdên tev gundiyan ji bin destê axê wê pir û pir bi hêsanî bûya. Ji ber ku axa, salê carekê jî ne dihat nav me. Keyayên wî hebûn, muxtar hebû, ku li ser malê wî digeriyan. Axa ji du, sê, ta çar salan carekê tenê, dihat nav gund. Mala wî, li Amedê, li nav bajêr, li taxa dewlemendan, li Ofîsê bû. Çend malên wî yên din jî; li Anqere, li Stanbol û li Îzmîrê hebûn.

    Min nerî ku çavê vî gundî hîna qet ne vebûye. Loma min di serê xwe de pîlanek, her tenê ji bo xwe danî. Min got; heger ez tenê herim ser axê û erdê xwe ji bin destê wî derxim, ev liv û tevgera min wê ji van gundiyên bêerd re bibe nimûneyek ba? û berçavî, wê bibe rê, destûr û azîneyek nuh.

    Min sê perçe erd hebûn. Ji van perçeyek bi hevparî, hevbe?î bû. Min di dilê xwe de got; gava ez van her sê perçeyên xwe ji nav lepê axê derînim, wê hingê hevpi?kê min jî bê hawara min û em ê herî kêm, bibin du gundiyên erdxwaz. Dawiyê, gundiyên din jî, wê her wek me bikin û hingê em hemû gundî tev hev, em ê erdê xwe gi?t ji bin destê axê derxînin.

    Bi serê buharê re gava traktora axê ket nav zevîyê, hema ez destvala çûm û min pê?iya traktorê girt. Min got:

    – Erdê min e. Najo!

    Keyê axê bi dengê me hesiya û hat got:

    – Eyb e! Wisa neke! Tu çi dikî? Ev çi ye îcar?

    Ez pir bi hers bûm. Min lê vegerand:

    – Ta kengî? Ta kengî em ê karkerê bajêr bin û hûn ê jî wisa malê me li vir bixwun? Ma ev erdên din tev ne yên axê ne? Çima qey pêwîstiya axê bi vî erdê me yê biçûçik jî heye? Ma erdên gund tev ne yên wî ne? Ma ev zeviyên wisa fireh û mezin qet têra wî nakin? Ma êdî ne bes e?

    Keya got:

    – Herê, bi Xwedê wisa ye, lê..

    – Ê madem wisa ye, çima axa dîsan jî tev malê me gundiyan ji xwe re dixwe? Ma qey ev erdên gund tev ne besî wî ne? Me tapo jî heye. Çima tapo pere nakin? Ev çi cûre dadimendî û edlahî ye ji bo Xwedê?

    Gundî hatin bi ser me de kom bûn. Wan kir ne kir, min ne hi?t ku wê rojê traktora axê erd biajo. Ez pir bi hêrs bûm. Min mirin dabû ber çavê xwe. Min ji gundiyan re got; heger bivê, ez ê ji bo erdê xwe bimirim jî. Gava mal malê mirov be û di bin destê hinekên biyanî de be, ew jî, ji derve werin û malê mirov tev ji xwe re bixwin, ev yek qet nayêt pejirandin. Kî vê bipejirîne, ew bêxeyret e. Ta ku mirov dikare bibêje, ev bêrûmetî ye jî. Erdê mirov rûmeta mirov e. Yan dadwerî yan mirin! Mirov ji bo dozek mafdar bimire, hingê mirov yekî durust, xeyretkar, rûmetdar, cangorî û ?ehîd e. Xelk wê ta serteserî û ebediyetê, navê mirov ji ser lêvên xwe ne birin. Ew ê bibêjin; zemanekî Yadoyek li vî gundî hebû, ji bo mafê xwe yê rewa, serî li ber axê ne tewand, bi mêranî, malê xwe ji nav destê axayê diz derhanî. Pê?iyên me çi gotine? Gotine ’ga dimire çerm dimîne, mêr dimire nav dimîne.’ Ji ku derê zirav e, bila ji wê derê biqete. Ez ji bo dozek bi dad dirabim ser xwe. Xwedê li pi?ta kesê mafdar e. Ma ez ê hingê ji çi û ji kê bitirsim?

    Biner li gundiyê me yê Teqyedîn Tek?ax, ku wî xwe çawa li ser dozek rewa û mafdar kir gorî. Em ta nuha jî, navê wî qet ji ser lêvên xwe na birin. Navê wî, wê ji nav vî gund û bajarî qet ne derkeve. Ta ku ev gund û bajar li ser ruyê erdê be, ew ê navê Teqyedîn Tek?ax jî her dem li ser lêvan be: ’Teqyedîn Tek?ax’ û ’Teqyedîn Tek?ax’.. Ma ne wisa ye? Ma ev cangoriyê pak, ji bo me tevan xwe feda nekir? Ew li ser dozek rewa û mafdar, xwe kir gorî û bû nemir. Cangorî namirin. Navê wî yê giranbuha wê her dem li nik me be!

   Pi?tî van gotinên min, traktor ji nav zevîyê derket. Keya û muxtar hatin nik min û dîsan ev peyvên tew? gotine min:

   – Ma wisa dibe? Bi Xwedê ti?tê ku tu dikî, pir eyb û ?erm e. Bihêle, bila axa erdê xwe bajo kuro!

    Ez pir bi lez têgehî?tim ku ev cûre kes, ji ber hin sedeman, pir dijwar ?iyar dibin. Belku qet ?iyar jî nabin. Hîna wan gotinên xwe yên tew? tam ne biribûn serî, ez dîsan ji ciyê xwe pekiyam û bi ser wan de çûm. Îcar kef bi ser devê min ket û min çavê xwe girt û devê xwe vekir:

    – Na xêr! Ev rûmet e, ev ?an e, ev ?eref e. Ev dozek rewa ye. Gava malê gundiyan bê dizîn û temamê gund tev birçî û tazî bin, kes dengê xwe li hevber vê rew?ê neke, ti?tê ku ?erm û fedî ye ev e. ?erma herî mezin ev e. Ne tenê ?erm e. Ev guneh e jî! Gunehek mezin e. Yê ku divêt ?erm û fedî bike, hûn in – ne ez! Ma ev ne bêdadî be çi ye? Ma ev ne diziya e?kere be çi ye? Ma Xwuda vê dipejirîne? Gelo hûn ji ber çi vê nabînin?

    Min ji bêrîka xwe tapoya bavê xwe derxist û bi hêzek xurt ber bi hewa de hejand:

    – Ev tapo ye. Mal malê min e. Ez mafê xwe bi ser kesî de na berdim û mafê yekî din jî naxwim. Ez nuha erdê xwe digirim. Heger axa mêr e, bila bê dîsan ji min bigre!

    Min ji wê rojê dest pê kir, ew her du perçeyên zeviyên xwe bi xwe ajot. Di ?ûna ku gundî bêjine min; Brawo! Aferîn! Çawa erdê xwe ji nav lepê axê derxist, hemûyan berê xwe ji min guhert. Di ser de jî, li nav gund, gotin li pey min gerandin û gotin: ‚Yado malê axê diziye û ji xwe re dixwe!‘

    Min ji xwe re got; madem navê min diz derketiye, ku min malê axê xwariye, hingê ez ê jî, li gor vî navê xwe yê nuh tevbigerim û sala bê, ez ê wî erdê biçûk ê axê ku li teni?ta zeviyê me ye, ez ê wî jî ji axê bigrim, ji xwe re bajom û bixwim. Û sala din, min li ser wî erdê biçûk ê axê jî genim çand. Gundî wisa tê gehî?ti bûn, ku êdî axa wê rojekê min bide ku?tin. Heger bi destê xwe jî nekuje, misoger bi yekî din bide ku?tin.

Zexel tirsonek in, heger ketibin ser dilê mirov qet na rabin

Çend sal derbas bûn, me serê sibeyekê dît, ku erkdarê rûpêv, mamûrekî kadastro’yê, ketiye nav gund û erdê dipîve. Min ji xwe re got; heger ev rûpêvekî jîr û dadwer be, axa pê nikare. Çawa ku ji gundiyan dipirse, her wisa jî dikare ji axa jî bipirse û jê re bibêje: ’Begê min ka tapoya xwe derxe nî?anî min bide!‘ Çi be jî dîsan erkdarekî fermî ye. Loma dilê min hinekî germ û xwe? bû.

    Çi dipîvan, tev malê axê bû. Axa bi dengekî bilind ji keyê xwe re ev got, ku deng were bikeve guhê min jî:

    – Kuro lawo çi tapo ye, çi hal e heyran? Tev vala ye!

    Pa?ê keyayê xwe ?and pey min, ku ez werim nik wî. Ez ne çûm. Axa têgehî?t ku ez yekî hi?yar im û ji kesî jî natirsim. Axa pa?ê tevî keyayê xwe, ew bi xwe hat nik min, ku bêje min: ‘Yado te erdê me girtiye!

    Min çi deng li ser wan nekir. Erd pîvan. Li nî?angehan beton rijandin û tixûbên erdê xwe tev deqnî?an kirin. Ew erdê li teni?ta zeviyê me, ku yê axê bû, lê çend sal bûn ku min ji xwe re diajot, dîsan ket nav erdê axê. Axa malê min û malê xwe tam ji hev cihê kir.

    Pi?tî ku karê wan hew bû, min bang li axê kir û ev pirsî:

    – Hembelî Axa! We erdê xwe pîva?

    Got:

    – Belê me pîva.

    – We mafê xwe ji min girt?

    Got:

    – Belê, me girt.

    Min dîsan gotê:

    – Ca ji çakiya xwe vê carê li deftera xwe biner!

    Berê xwe da deftera xwe, tema?e kir. Lê belê qet dengê xwe ne kir.

    – Min got; du sed fetlok li taxa Kewzelê Gomê jî erdê me heye, ku li ser navê apê min Zinar e.

    Tema?e kir û bi Tirkî got:

    ‚Varsa budur!‚ Ango; heger hebe ev e.

    – Min got:

    – ‚Evet odur!‚ Ango; belê ew e!

    Min berdewam kir:

    – Lê belê tu îroj hatiyî vir û tu behsa çend nîv-metroyan ji min dikî malxerabo! Li wir jî, tam du sed fetlok erdê me di bin destê te de ye û tu wî erdî jî, her weku malê bavê te be, ji xwe re xwe? û bela? dixwî. Lê tu ba? dizanî doza vî erdê biçûk jî ji min bikî. Gava mal bi tapo be, winda nabe. Ma qey her ti?t ne e?kere ye? Ma her ti?t wek xor û royê ne li meydanê ye ez benî?

    Li ber gundiyan, min li ser axa tam ?idand. Sor û ?în bûbû ji hêrsan, lê ne dida der. Min pirsa xwe dubare kir:

    – Ma ne wisa ye Hembelî axa? Axayê hêkan?!

    – …! 

    Qet deng jê ne dihat. Ev êdî peymanek bêdeng bû. Hingê min û axa, me di nav xwe de peymanek bêdeng çêkiribû. Ez vî erdê axê, yê li teni?ta erdê xwe diajom. Ew jî; wan du sed fetlokên me yên li ber Kewzelê Gomê ji xwe re diajo.

    Axa, ji kesên wek min re, ku doza mafê xwe dikin, nikare ti?tekî bibêje. Ji ber ku maf çi car nayêt windakirin. Gava mafê mirov hebe, hingê mirov dikare li pey mafê xwe yê revandî bigere. Lê belê gundiyên min ên ku ew jî xwedî heman mafî ne, li ber axê dengê xwe ne dikirin. Ji axê ditirsiyan. Axê jî wek dewletê, bêwîjdanekî mezin bû û li ?ilika stûyê van gundiyên reben dixist, malê wan tev ji nav destê wan digirt û yekser dikir devê xwe û didaqurtand. Wek hûtên binê behran birçî bû.

    Wek van çar dewletên ku heman ti?tî bi me serê me Kurdan dikin. Welat welatê me ye, erd, çiya, newal, mêrg, kanî, robar, de?t û zozan tev yên me ne. Lê ev xelk, li ser erdê xwe, wisa biyanî û birçî û koçber maye. Di ser de jî, tew xelk nikare bi zimanê bav û kalê xwe jî bipeyive. Li ser daxwaziya dewletan, gerek e mirov bibêje; ez ne Kurd im jî. Gerek e bibêjin; ez Tirk, Ereb yan Fars im. Ma ev çi cûre dadwerî ye? Di kîjan dadimendiyê de ev têt pejirandin? Ma qet olek jî vê dipejirîne? Gelo we qet ev pirs ji xwe kiriye? Çima welatê Kurdan tev wisa bi hev re dixwin? Gelo çima li ber vî dengê hawara Kurdan guhê dunyayê wisa kerr e? Ma qey Kurd ne mirov in?

    Bersiv ev e: Ba? diyar e, ku sedemek xurt û mezin ji vê bêdengiya wan re heye. Sedem jî; xwarin e. Xwarina van xêr û bêrên bêtixûb, ên ji ser û binê erdên Kurdistanê ye. Xêr û bêra erdên me, hem ew dixwin û hem jî, bi hevpi?kî didin kes û dewletên xurt û her bi vî awayî, tev di nav xwe de par dikin. Loma dengê xwe nakin daku vê ve?êrin. Her wek ev axayê me bi serê me gundiyên reben dikir, gava xwarin hebe, dewlet jî tev bi hev re wisa bêhes, vî malê sêwiyan bi hinekan re di nav xwe de par dikin û dixwin. Loma qet deng ji wan nayêt.

    Doza erdê me gundiyan, her wek vê doza me ya rewa û mafdar, doza azadiya erdê gelê Kurd û doza rizgarkirina tev erdên Kurdistanê ye. Em, ne yek bi yek, li pey doza xwe digerin û ne jî dibin yek. Bi ya min, gava em xwe bi yek kin, hîn ba?tir e ji tenêbûnê. Me hêz divêt û yekîtî jî hêzê dide mirov. Gava yekîtiya mirov hebe, zexel û teres nikarin xwe li ber mirov ragirin. Gava zorê dibînin, di cih de sist dibin. Ji lew re, ew pir ba? dizanin, wan çi maf nîn e ku vî bikin.

    Gava yên nemafdar û neheq, yên zexel bikevin ser dilê mirov, ta tu wan li ser sîngê xwe nekujî, ew qet jixweber, ji ser sîngê mirov peya nabin. Ji ber ku zexel tirsonek in. Heger kesê tirsonek ketibin ser dilê peyayekî, ew çi car, jixweber, nayên xwarê. Ji ber ku zexel, nikarin di rastiyê de bikevin ser sîngê mêran. Loma gava keys û derfeta vala dikeve destê wan û heger hingê li ser dilê mirov rûni?tibin, wê gavê jî, ta tu wan ne kujî, ew ji ser sîngê te wisa bi hêsanî peya nabin, heger ku tu bi destê xwe nikaribî wan ji ser dilê xwe werkî û bavêjî. Ta tu wan nekujî.. rabûna wan hergîz nîn e.

    Milletê Kurd divêt  xwe bi yek ke, da ku bikaribe erdê xwe, ji bin destê dagîrkeran rizgar bike. Wek Cegerxwînê nemir gotiye: ’Bê yekîtî em dijîn – loma em bûn Cegerxwîn.’ Divêt mirov mafê xwe biparêze. Perestina (îbadeta) herî mezin mafparastin e. Parastina emanetê bav û kalan, hem erk e, hem rûmet e û hem jî ew nimêja ku li nik Xwuda ya herî pak û ya herî pir pejirandî qebûlkirî ye.

    Yado yekî jixweber – autodîdakt – xwedîfêr û xwedîperwerde bû. Qet ne çûbû xwendina dibistanî. Bavê Yado, ew ji biçûkatiyê, bi xwe re biribû ber cot. Her çend ku Yado pir xwestibû here dibistanê, bavê wî qet dil ne kiribû ku kurê xwe bi?îne ber xwendinê. Ji lewre, gerek erd bihata ajotin. Temenê bavê Yado bilind bû, loma wî alîkariya vî kurê xwe yê mezin diviya. Yado ji hêla la?saxiyê ve yekî serbixwe bû. Xortekî berzebala, pir lihevhatî, jîr û çeleng bû.

    Yado, di gelek warên jiyanê de xwedî pêzanînên xurt bû. Gundiyên wî carinan li ser jêhatîbûna wî, weha digotin: ’Heger perwerdeya wî jî hebûya, bi Xwedê wê gavê Silêman Demirel û serokê Amerîkayê Reagan wê av li destê wî bikirana! Yado bi rastî jî, jîr û jêhatiyê li nav jiyana sextî û dijwariyan bû. Yekî durust, dadwer û bêtirs bû. Hew ji Xwedê ditirsiya.

    Rojekê gava Yado coyê ava ji kaniya newala gund ki?andibû û biribû ber mala xwe ya li ser girekî li dûrî gund, hingê gundî wisa gotibûn: ’Heger bibêjin ev Yado firiyaye ezmana jî, hûn bawer bikin rast e. We dît ku çawa wê ava gund, ji wê newalê kûr ki?and û bir ta ber mala xwe ya li serê wî girê bilind? Yado ?ît û ?iyar e. Ma hûn na bînîn guhê wî çawa dilive?


Strana rexnegîrî ya Yado, ya li ser maldarên çavnebarLi dunyayê tu hez çi kî / Qesr û qonaxan jî lêkî / ?ev û rojê tu li warê kî / Dibe toza li ber vî bayê.

Tu nanerî li maldaran / Çend ew ketin binê baran / Ji serê siban ta êvaran / Dikin nakin tebat nayê.

Ya çak û qenc  parvekirin / Xizan û nezan xweyîkirin / Xêr û qencî lihevkirin / Yan na – bizorê tu werî rayê.

About The Author