Navê xwe li me nekin oxlim!

Esasen Tirk çi ji me re bêjin heq û mafê wan e. Dê û jinên me bînin pênc qirû?an jî (ku wê jî dikin) dîsa mafê wan e. Ma kesên ku xîret di bêvila wan de tunebe, kesên ku her ti?tên xwe yên pîroz bikin bi qurbana Tirkan, kesên ku bi navê Kurdayetîyê  Mistoyê Selanîkî bikin pêxember, kesên ku êrî?î Kurdan bikin û dengê xwe ji nîjadperestên Tirkan re nekin, hebin çi ye û tunebin çi ye?  Gava tu li nirxên xwe yên netewî xwedî dernekevî, êdî tu qedr û qîmetê namûsê jî bi te re namîne.

De binerin bê nivîskarê rojnameya Posta sayin dolheram kurê dolheraman Canda? Tolga çi nivîsandiye, çawa Kurd kirine pênc qirû?, Kurd çawa pîs kirine.

Kurê min Canda? Tolga, behsa serdana xwe ya li gund û  bajarên bakurê Kurdistanê dike û dibêje: „Ez gund bi gund, bajar bi bajar geriyam. Di her malê de bi kêmanî 8 nifûs hene. Ji sedî 90 ên wan  xwarin û vexwarin nakeve malên wan. Ji %90  ên wan pirtûk û rojname nakevin malên wan. Lê ji %90 ên wan malan de sêlikên (çanaq) satelît û televizyonê hene. Ew antenên sêlik ne tenê Roj TV nî?an didin. Ji %90 ên wan antênan kanalên pornoyê (seksê) nî?an didin, kanalên bê kod û ?îfre“ û dide navê.

Dolheram Canda? Tolga, heqaretek mezin li Kurdan dike û dîsa bazdide ser dapîra  xwe: „ Li herêma ku asta perwerde û jiyana civakî li erdê ka? dibe, zilamê 70 salî tecawizî torin û bûka xwe, zarokek 14 salî tecawizî zarokek pêkeçê, bra tecawizî xu?ka xwe, keç û jina cîranê xwe dike. Ji ber hebûna toreyê, kes natirse û pirê caran jî bi ser dikevin, digihên mirad û meqseda xwe“ û Kurdan li dê û jina xwe diceribîne.

Olan ewladim, kurê nizanim çi, ma hûn Tirk hindik carî dikutin keç, xu?k û pîrika xwe? Ma tu çapemenîya xwe naxwînî oxlim?  Ka berê ?ûjina çavên xwe bibînin û pi?tre derzîya çavê Kurdan bibînin ewladim! Ma ne qa?o asta perwerdeyê li cem we bilind e, jiyana civakî li bajarên we bi pê? ketiye, wa dîsa jî hûn dinihên keç û xu?kên xwe oxlim, ma îcar bû çi?

Birastî lo, ma gelo rastîyek di gotinên vî qûnekî de tuneye?  Ez dibêjim heye.  Gava li bajarekî mîna Amedê 4 hezar mal û kerxaneyên jinfiro?îyê hebin, gava li bajarekî wek Amedê keçên 14-15 salî xwe di trimbêl, pastaxane û a?xaneyan de bidin ber bazarê, çima wê zimanê dolheramên mîna Canda? Tolga dirêjî Kurdan nebe yabo! Heger siyasetmedar, parêzer, doktor, lotikvan û zîtirkvanên ku qa?o li ser navê Kurdan bi satranc û damayê dilîzin, serê xwe bi pirsgirêkên civaka Kurd re bê?andina, ma wê civaka Kurd ewqasî dejenere bibûya? Na, karin zarokan berdin kuçe û kolanan, lê nikarin ji xwefirotin û dejenerebûna  keç û xortên Kurdan re bêjin êdî bes e.

Na na sayin Canda? Tolga, mafê te heye cîgerim. Heta em Kurd ev xwelîliser, xemsar û mirî bin, heta em Kurd ev serpîvaz û bexdûnis bin, heta em Kurd ev qûnalêsên we Tirkan bin, heta em Kurd wek Tûnisî û Misrîyan ji hinek partî û dezgehên xwe re nebêjin STOOOPPPP û darekî nexin wan, hûnê hê gellek caran bidin bin dûvên me  ellawekîl….

Kuro em pîvaz in pîvaaaaaazzzzzzzzzz!

Xançepek

About The Author