Lotikxane ket Çayxanê

Belê, kovara Çayxane, ku li Duhokê derdikeve, hevpeyvînek qerase bi Lotikxanê re kir û çend lotik avêtin der û dorê. 

Bi kurt û Kurmancî; Lotikxane ket Çayxanê. Îcar wê Çayxane têkeve kîjan qehwexanê em jî nizanin. 

Hevpeyvîna bi tîpên latînî

Di yekemîn hevpeyvîna rojnamevaniya çapkirî de xwedî û rêveberê malpera (Lotikxane) hunermend Brîndar:

Hevpeyvîn : Hekar Findî

Yê di nava malperên internêtê da digerît û dixwînit, bê guman navê malpera (Lotikxane –

www.lotikxane.com)  guh lê bûye yan seredana wê kiriye. Ji destpêkê heta niha xwedî û birêveberê wê bibû mereq ji bo xwendevan û mêvanên wê ku bizanin kî ye wisa li pi?t perdan kar diket û vî karî encam didet.

Ji ni?kekê ve û bi biryarek ne çaverêkirî, xwedî û rêveberê malperê xwe da e?kerekirin, ew jî bi encamdana hevpeyvînekê ku ji alîyê rojnamevan (Dilbixwin Dara) ji malpera Avestakurd (www.avestakurd.net) hate kirin.

Me ew wek deng û hunermend nas kiribû, lê wek xwedîyê malperê qet me ne dizanî ku ew e li pi?t perdan vî karî encam didet. Ekser pi?tî ku ew e?kere bû, me jê xwest ku yekemîn hevpeyvîn di rojnamevanîya çapkirî de wek xwedîyê malperê pêre encam bideyn. Wî jî bi sîngek berfireh daxwaza me qebûl kir. (Me soza mêvandarîyekê pê re daye ku xwarina mirî?kekê li ser me ye dema tê Kurdistanê yan jî Duhokê)

– Kengî te lotikxane ava kir?

Min Lotikxane di Sibata 2006an de (20.02.2006) ava kir.

– Çima te malperek bi vî awayi çêkir? Armanc  jê çine ?

Di çapemenîya Kurdî de valahîyek hebû. Valahîya malperek rexneyî, mîzah-siyaset, magazîn, qerf û henek, karîkatur, tendirustî, xweza û wekî din. Min xwest ez bi Lotikxanê vê valahîyê dagirim û di çapemenîya Kurdî de gavek nû, helwestek nû derxim pê?.

– Lotikxane ango çi?

Lotikxane ango her ti?t. Rexne, henek, pehîn, lêdan, henekpêkirin, govend, hema çi bê bîra te wateya “lotik” jê derdikeve. Lotikxane ango xan û warê avêtina lotikan.

– Xwediyê vê malperê (tu) ji xwendevan û mêvanên Lotikxanê re pir mereq bûy ku bê naskirin, çima te xwe berze kiribû?

Min tucarî girîngî nedaye karîyer û payebilindîya xwe ya ?exsî. Heger min bida dû karîyera xwe ya ?exsî, belkî ez di warê huner û nivîskakrîya xwe de li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê di astek din de bûma. Çi di warê hunerî de be, çi di warê nivîsandin û siyasî de be, min tenê xizmeta doza gel û zimanê Kurdî kiriye. Min xwe wek himal û xizmetkarê vê dozê didît. Ya din jî ev bû ku, di Lotikxanê de dost û hevalên din jî dinivîsandin, kêm zêde wan jî kedek dida malperê. Min xwest ku Lotikxane bibe mal û milkê me hemiyan, ne ku tenê ez wek xwedîyê malperê derkevim pê?. Ya sêyem jî ev bû ku, ez wek hunermend Brîndar dihatim naskirin. Min xwest ku wek hunermend pê?merge û wek nivîskar û xwedîyê malperê jî pa?merge bim.

– Çima vê dawîye te ew sînor ?ikand, ji pi?t perdê derketî û te xwe da e?kere kirin?

Sedemek jê ev bû ku min nexwest ked û xwêdana min bi min re biçe gorê, min nexwest ku keda min pi?tî mirinekê badilhewa biçe û wenda bibe. Ya din jî, min xwest ku ez wê meraq û pirsa “Xwedîyê Lotikxanê kî ye” ji serê xelkê derxim, êdî bela herkes pê zanibe ku xwedîyê Lotikxanê ez im û ne kesekî din e.

– Di malperê de pir ti?t hatine nivîsandin û pir kes ê?andine, tu ji wan natirsî pi?tî te xwe e?kere kir?

Min bi zanîn kes neê?andiye. Helbet Lotikxane malperek Kurd e, Kurdistanî ye, êrî?î helwesta dagîrkerên Kurd û Kurdistanê kiriye. Çawa ku çapemenîya dagîrkeran êrî?î doz û nirxên Kurd û Kurdistanî dikin, Lotikxanê jî ew erka xwe bi cîh anîye.  Wekî din me tucarî bi dijminatî êrî?î Kurdan, dem û dezgehên wan nekiriye û nakin. Em rexneyên dostanî dikin. Fêda tirsê ji mirinê re tuneye û dilê tirsonek sînga gewr nabîne.

– Ji xeynî te, kî di rêvebirina malperê de alîkarîya te dike?

Di ?andina nivîs û nûçeyan de dost û hogir pir in. Destê wan û haziran sax be ku alîkarîya malperê dikin û wê xurttir dikin. Wek rêveberîya malperê em 2-3 kes in. Lê helbet barê giran li ser pi?ta min e, piranîya wextê min bi malperê re derbas dibe.

– Ti?tê ji te re tê ?andin pêtir ji ku tên?

Ez karim bêjim ji her derê tên. Ji her çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiye, Ewrûpa, Amerîka, Îskandînawya, Rûsya, Brîtanya û Asya.

– Malper pêtir li ku derê tê vekirin?

Tê guhertin. Carna li ba?ûr zêdetir tê vekirin, carna li Tirkiyê, carna li Swêd û Ewrûpayê. Rojane tê guhertin.

– Rexneyên di malperê de gelek caran ji sînorên rexneyî derbaz dibin û dikevin çarcovê ?ikandina kesayetî de, çima tu rê didî wan rengê rexneyan bên we?andin?

Rexne jî li gora mirovên ku dixwînin tên guhertin. Heta ji me hatiye û tê em rê nadin ku êrî?î kesayetîya hinekan bê kirin. Lê mixabin pirê caran Kurdên me rexneyan jî wek êrî? û dijminatîyê fêhm dikin, tehamilî rexneyan nakin. Rexneya herî nerm jî wek êrî? qebûl dikin. Ev kêmasîyek civaka me ye. Wek min berê jî got, em dijminatîya Kurd û nirxên Kurdistanî nakin. Em rexneyên xwe di wateya rexneyên dostane de dinivîsin. Lê ku kesê bixwîne rexneyê berovajî fêhm bike û wek dijminatî yan êrî? qebûl bike, ew jî ne sûcê me ye.

– Tu ji her ti?tî razîye ku di malperê de tê we?andin?

Karim bêjim belê. Ji ber heta ku ez nûçe yan nivîsan nexwînim, di ber çav re derbas nekim, ziman yan naveroka wê sererast nekim, nawe?înim. Helbet di encamê de ez jî insanek im, ji go?t û hestî me. Dibe ku hinek ti?t ji ber çavên min jî birevin û bên we?andin. Lê pi?tre ku dibînim, cardin sererast dikim. Heta niha ez razî me.

– Çêbûye ku nîvîsek ji te re hatibe û te ne we?andibe?

Belê. Nivîsên bi wî awayî pir hatine, ji ber naveroka nivîsê min ew ne we?andine. Nivîsên ku rasterast sînorên rexneyê derbas dikin û dikevin nav sînorên êrî? û dijminatîyê, nawe?înim. Yan na, nivîsên ku êrî? û dijminatî tê de tunebin, diwe?înim. Nivîsa kê dibe bela bibe, ji kîjan îdeolojîyê yan alîgirê kîjan partîyê be diwe?înim.

– Pi?tî te xwe e?kere kir, tuye di lotikxanê de li ser heman rêbaza we?anê bigirî?

Helbet. Ji xwe Lotikxane bi rêbaza xwe xwe? e, bi rêbaza xwe hat hezkirin û tê xwendin. Heger ez ji rêbaza malperê dûr bikevim, tu ferqa me û malperên din ji hev namîne. Ti?tê ku Lotikxane kir Lotikxane, rêbaza wê ye.

– Te ba?tir nedîtibû ku te xwe e?kere nebikira û her ve?artî bimaya? Wê çaxê te yê azadetir xebata xwe bi?opandiba?

Helbet ew jî rastîyek e. Lê rastîya din jî ev e ku ezê dîsa xebata xwe bi azadî bime?înim. Ji ber ez tucarî dijminatîya Kurdan nakim, ez di vî warî de rehet û bixwe bawerim. Ji ber vê, ez e?kere bim yan ve?artî bim, ezê ji helwesta xwe ti?tekî wenda nekim.

– Rexne û ti?tên ne xwe?ik ji te re hatine?

Pir pir kêm. Lê sedî 99 pesindan û spasî ji bo min hatine.

– Te çawa bersiva wan daye? ( girêdayi pirsa serî ye)

Ew çend rexneyên ku hatibûn jî li ser nêzîkatîya me û PKK bûn. Digotin hûn dijminatîya PKK dikin. Lê min bi bersivên maqûl dengê wan birrî û min di malperê de nî?an da ku em dijminatîya PKK nakin, PKK jî partîyek Kurd e û em çawa nêzîkî PDK û YNK dibin, herweha nêzîkî PKK jî dibin. Em rexneyên ku li PDK û YNK dikin, yan li serok Barzanî û mam Celal dikin, li Ocalan jî dikin. Lê ez zanim ku kesên rew?enbîr û têgihi?tî tucarî dijminatîya Lotikxanê nakin. Ji ber tê digihên bê em çi dinivîsin û dixwazin çi bêjin. Lê kesên ku bi çavgirtî, bêyî ku naveroka nivîsan fêhm bikin nêzîkî meselê dibin, dibêjin qey em dijminatîya filankes yan bêvankes dikin. Ev nî ne rast e.

– Te ji bo xebata Lotikxanê çend demjimêrên rojê terxan kiriye?

Bi kêmanî rojê 6-8 demjimêran terxan dikim. Gava betal bim, heta bi 10 demjimêran jî terxan dikim. 

– Tu nabînî hinek caran dibe ku te zorî li hinekan kiribe, zêdeyî wê kiryarê malperê ew rexne kirine?

Li gora kiryaran tê guhertin. Wek kes kêm, lê wek dezgeh yan partî dibe. Ji ber ku rojeva Kurdan dezgeh yan jî partîyên heyî tayîn dikin, em jî pirê caran mecbûr dimînin wan zêdetir rexne bikin.

– Ew ti?tê ji te re tên, tu xwedîyên wan yê dirust dizanî?

Gelekan jê dizanim. Lê pirê caran jî kesên ku wan nanasim ji me re nûçe û nivîsan di?înin. Ji xwe ne mimkun e ku meriv herkesî binase.

–  Jêder û naveroka wan rexne û nivîsên ku ji te re tên, tu pêçûna wan dike berî biwe?înî, ka ew rast in yan ne?

Ji xwe piranîya rexne û nivîsên ku ji me re tên ?andin, ji çapemenîyê tên ?opandin yan tên girtin.  Ji ber ez bi xwe jî mecbûrim çapemenîyê pir bi?opînim û di?opînim jî, hema bêje pêçûna piranîya wan zanim.

– Eger hat û tu ketî beramber kesekî ji wan yên ku malper rexne kirine… tuyê çi bêji wan?

Çawa ku mafê me heye em wan rexne bikin, mafê wan kesan jî heye ku me rexne bikin. Ezê çavê wan ramîsim. Em ne li dijî rexnekirinê ne, divê em bên rexnekirin ku em karibin xeletî yan ?a?itîyên xwe bibînin.  Dostanîya rasteqîn ew e ku meriv xeletîyên hevdu bibîne, wan ji hev re bêje û hevdu rexne bike. 

– Tu nabînî pi?tî te xwe e?kere kir, niviserên din yên malperê her ve?artî mane…. Wî çaxî tu ji wan re bibî mertal û her ti?t wê li ser te bê hîsabkirin?

Bawer nakim. Ji xwe nivîskarên sereke bi wêneyên xwe di jora malperê de cîh digrin. Kesên ku tenê bi nav dinivîsin jî ez zanim kî ne û bi çi navî nivîsandine, nivîsên wan wenda nabin. Di encamê de ew nivîs dibe malê wî navê heyî, li ser wî navî tê hisabkirin. 

– Hinek niviserên ku ji Lotikxanê re dinivîsn tu wan dinasî?

Piranîya wan dinasim. Piranîya wan dost û hogirên nêz in. Kesên wan nanasim jî ew min dinasin. Ji ber vê, tu pirsgirêka me bi hevdu re çênebûye û çênabe.

– Ev xebata ku te di malperê de kar tê kirine, naxine ser xebatên te yên din di warê hunerî de, helbest û htd.?

Na. Ji bo min tev bi hev re girêdayî ne. Ez karim di heman rojê de hem helbestên xwe binivîsim, hem hunera xwe bikim, hem jî malperê bi pê? ve bibim. Di vî warî de xezîneya min dewlemend û mi?t e. Ez bi xwe bawer im.

– Wek te di hevpeyvînek xwe de e?kere kirî, te bi xwe bi gelek navan di lotikxanê de rexne û babet nivîsandine, tu karî bejî çîma û bi çend navan?

Wek min li jor jî got, xezîna min a çand û nivîsandinê dewlemend e. Ji ber min bi tena serê xwe dest bi we?ana malperê kir, di serî de mecbûr bûm bi gelek navan binivîsim ku malperê tije û dewlemendtir bikim . Pi?tî ku nivîskarên nû li malperê zêde bûn jî, min her bi wan navan nivîsand û Lotikxane pê dewlemendtir kir.  Ji xwe min tenê bi navê xwe binivîsanda ne xwe? bû, wê xwendevan aciz bibûna. Nav û karakterên cuda pêwist bûn, îro jî pêwist in. Min wisa kir ku xwendevanan ji wan karakter û navan hez kir, ji naveroka nivîsên wan hez kir. Ew nav û karakter îro jî hene, îro jî tên hezkirin û tên xwendin. Ez karim heta bi 50 navên cuda bêjim ku min pê nivîsandiye û îro jî dinivîsim.

Hinek rexneyên malperê berpirsên Duhokê jî bi xwe ve girtibûn. Li vir tu çi ji wan re dibêjî?

Berî her ti?tî rêz û silavên xwe pê?kê?î berpirsên Duhokê dikim. Lê min bi xwe ew rexne li wan nekirine. Ji ber em hevdu nanasin û ez ne li Duhokê me, ezê çawa pirsgirêkên nava wan bizanibim û wan rexne bikim?  Xwendevanekî bi navê Binav Sindî (ku ez bi xwe jî wî nanasim) ji Duhokê çend caran nivîsên rexneyî di derbarê birêz berbirsên Duhokê de ji me re ?andin û me ew nivîs we?andin. Lê ez vê jî bêjim; me ew nivîs bê destûr newe?andin. Berî em wan nivîsan biwe?înin, min ew nivîs ji hinek” kadir û berpirsên partî” re di?andin (navê wan nadim), bi erêkirina wan min ew nivîs we?andin. Ango, bawer bûn ku ev xeber ji alî xelkê Dukokê ve jî tên zanîn û ti?tekî xeter têde tuneye. Yan na, tu dijminatîyek min li dijî berpirsên Duhokê tunebû û îro jî tuneye. Ya din jî, me di wan nivîsan de tu dijminatî nedît, çawa ku rojnamevanek siyasetmedarekî rexne dike, xwendevanekî Duhokî jî hinek berpirsên xwe rexne dikir. Li gor min ev jî mafekî mirovî ye.

– Çi sînorên te di rexneyê de hene, ango ew hêlên di rexneyên malperê de tu jê derbas nabî?

Rexneyên çêker û dostane. Sînor ev e. Em ji rexneyên çêker û dostane re tim hene. Lê ku rexne bû dijûn, êrî? û dijminatî, em derî lê digrin.

– Pi?tî nasnama xwediyê Lotikxanê e?kere bû, nameyên gefkirinê yan destxwe?iyê ji te re hatine?

Nameyên gefkirinê nehatine. Lê spasdarî û destxwe?î helbet hatin. Ez jî bi vê minasebetê spasîya wan dikim. Herweha ez spasdarî cenabê te jî dikim ji bo ku te ev hevpeyvîn bi min re kir, rêz û silav ji bo temamê xelkê Duhok û Kurdistanê.

Brîndar kî ye?

-Brîndar (Zîwer Dag) di sala 1964an de li Nisêbînê, gundê Hatxê hatiye dinyayê.

-Di sala 1977 an de dest bi hunerê kirîye, di 1978an de yekem kasêt, di 1979an de duyem kasêt li Nisêbînê we?and.

-Berî cûnta eskerî bi demekê derket derveyî welêt û çû Almanya. Li wir xebata xwe ya hunerî domand.

-Di 1980î de kaseta sêyem derxist.

-Di 1982-84an de du romanên Kurdî bi navê (Soro û Xanê) nivîsand. Ev roman ji romanên destpêkê li bakurê Kurdistanê tên danan.

-Di 1984an de li Berlînê kaseta 4 an derxist.

-Di destpêka sala 1985an de berev welatê Swêdê diçît û li stockholmê kasêtên xwe yên 5,6,7, diwe?înit.

-Her wesa helbesta dinivîsîne û di gelek kovar û malperên internêtê jî dinivîse û bi gelek navan cih digire.

 

About The Author