Pismamên me li nav daristanên Brezîlya hatin dîtin

Di nav daristanên xewle yên Brezîlya de e?îretek çermsor hatin dîtin. Endamên vê e?îreta balkê? ji dinya medenî dûr, bi halê xwe dijîn û hayê wan ji bayê felekê nîne.

Pi?tî dîtina vê e?îreta piçûk, min berê xwe da dîwanxana wan û ez li wan bûm mêvan. Pi?tî xo? û bê?ê, me dest bi xwarina ?orba nîskê û kutilkên kelandî kir û me zikê xwe kir me?k. Pi?tî ku me li halê hev û li koka hev  pirsî, me dît ku em pismamên hev in û ew bi eslê xwe Kurd in.

Rabû min ji serokê wan xalê Quto pirsî:

–   Xalê Quto, ma birastî hûn bi eslê we Kurd in?

Xalê Quto keniya û got:

–   Erê wî, em bi eslê xwe Midyadî ne. Bav û bapîrên me berî 100-200 salî li kera xwe siwar bûne û derketine seyd û nêçîrê. Lê rêya xwe winda kirine û serê wan di nav daristanên Brezîlya re derketiye, li vir cîh û war bûne û evder ji xwe re kirine mesken.

Min got:

–  Siphan allaaaaaa ji hikmeta xwedê re, êêêêê û dûre?

–  Dûre,  em li vir jî seyd û nêçîra xwe dikin û heta niha jî em hinek tore û adetên Kurdî dime?înin. 

Meselen wek çi?

–  Meselen wek xwarina ?orba nîskê û kutilkan. Jinên xwe ?orba nîskê û kutilkan xwe? çêdikin, ev xwarinên bapîrên me ne, yanî xwarinên Kurdî ne.

Ba? e, çima hûn la?ê xwe sor boyax dikin?

–  Ji ber Kurd ji rengê sor hez dikin. Bapîrên me jî çermê xwe sor dikirin, xwe di rengê axê de boyax dikirin ji bo ku gava derkevin nêçîrê, heywan wan nasnekin û têkevin xefik û kemînên wan.

Xalê Quto, ez ji e?îra Lotikxanê me ha, te nav û dengê wê bihîstiye?

–  Wele navê wê ji min re xerîb nayê. Ez bawerim kalikê min Hecî Rimo behsa vê e?îretê dikir, digot wê e?îretek bi navê Lotikxane derkeve û dest  bi ?erê qelemê bike. Ma hûn jî seyd û nêçîrê dikin xwarzê?

–   Ûûûûûû, çawa xalê Quto, em îmana seyd û nêçîrê teneke dikin.

–   Aferîn xwarzê aferîn. Îcar rew?a Kurdên me çawa ye, çi dikin, çi dixwin, çi vedixwin?

–  Wele xalê Quto tevde silavan li we dikin, seyd û nêçîra xwe dikin, kutilkan dixwin û pê re jî dew vedixwin. Haaaaa, li ba?ûr jî nîv dewletek me çêbûye haaa!

–  Na lo! Ê me me ji zû de serxwebûna xwe êlan kiriye. Ev daristan tev ên me ne, kes serê xwe bi me naê?îne. Em ne pereyê ceryanê didin, ne yê kirê û ne jî trimbêlên me hene. Em ji bajêr dûr in, jiyana gund û daristanan xwe?tir e xwarzê. Ne teq û ne req.

Ma hûn nafikirin rojekê serdana Kurdistanê bikin, herin Midyadê û cîh û warê bapîrên xwe bibînin?

–  Bi xêr û selamet berî mirinekê ezê bi wanderan de bêm.

Ti?tekî ku tu ji hem?erî, dost û merivên xwe re bêji heye xalê Quto?

– Hema silavan li tevan dikim. Bela dev ji seyd û nêçîra xwe bernedin, wan hirç û hovan ji welatê xwe biqewirînin, ew jî wek me li çiya û daristanên xwe xwedî derkevin û serxwebûna xwe êlan bikin.

De bi xatirê te xalê Quto..

–  Ka bise oxlim, çend kutilkan têxe tûrikê xwe, tuyê bi rê de bixwî wî…

Brezîlya

About The Author