Zor gîzerê radike

Xwedê neyne serê kesî, tirs ti?tekî pir pîs û kirêt e, qû?ê li meriv diqetîne û tirrê di meriv de dike fis.

Pi?tî serhildanên Tûnis û Misrê, serokê Sûriyê Be?aro jî ricifî û tirsê ew girt, qidûm lê ?ikestin. Be?ar Esed ê ku niha di xewnên xwe de kabûsên ku li Tûnis û Misrê çêbûne dibîne, ji rojnameya Wall Street Journal re dest bi lotikan kiriye, jina xwe ji xwe berdaye û soza pêkanîna reforman daye.

Dibêjin Be?ar Efendî soz daye ku reformên siyasî pêk bîne, ewê girîngîyê bide azadîya medyayê, xurtkirina dezgehên sivîl, hilbijartinên herêmî û hinek quzilqurtên din.

Sebeh el xêr ya ?ebab!

Çima heta niha te behsa reformên siyasî filan û fîstanan ne dikir exûyî?

Yan av çûye bin dûvê te jî?

Kuro ez çavê tirsê bixwim û hew. Ma go tirs û sawa mirinê nekeve dilê van dîktator û zaliman, ma tên ser rêya îmanê kuro!

Qami?lo

About The Author