Botan heval lêborîn xwest, îcar dora kê ye?

Kekê me û kevnegeneralê PKK Nîzamettîn Ta? (Botan), van rojan hevpeyvîn û daxuyanîyên qerase dide çapemenîyê û lotikên balkê? davêje derûdorê. Di hevpeyvîna dawîn de Botan, behsa kêmasî û xeletîyên ku PKK û wan li himber Kurdan kiriye dike û li ser navê xwe û hevalên xwe (PWD) lêborîna xwe ji gelê Kurd dixwaze. Botanê me herweha ji PKK jî daxwaza lêborînê dike û dibêje ku “Êdî bes e, divê PKK jî lêborînê ji Kurdan bixwaze” filan û fîstan.

Werhasil, Nîzamettîn Ta? behsa rabirdû û xeletîyên PKK dike û dibêje ku “PKK gellek xeletî li himber Kurdan kirin, sivîl kujtin, bû sebeb ku hejmara cerdevanan bigihê 70 hezarî” û di wê bawerîyê de ye ku hem wek ferd û hem jî wek rêxistin divê lêborîn ji gelê Kurd bê xwestin.

Ez serê we neê?înim, Botan heval lêborîna xwe ji Kurdan xwest. Ba?qanê me jî berî çend salan di dadgehê de lêborîna xwe ji Tirkan xwestibû. Îcar wê PKK lêborînê ji Kurdan bixwaze nexwaze, wê Kurd hînî lêborînê bibin yan nebin, ez wê nizanim. Lê ez zanim ku heta Kurd ev mîh û berxik bin, heta Kurd ev pez bin, wê herkes jê re li bilûra ?ivanan xe û berê wî bide alîyê ku dilê ?ivên dixwaze.

De xwedê xêr bike rebbî…

Xwezî bi wê roja ku Kurd jî wek xelkê hînî lêborînê bibin, tehamilî hevdu bikin û hevdu balêsin.

http://pwdnerin.com/modules.php?name=News&file=article&sid=6746

Mexmûr

About The Author