Astronotên me dinyayek nuh ke?if kirin

Belê, pi?tî lêkolîn û lêgerînên meh û salan, astronot û sîxurên me li ezmanê heftan rastî ristek nû hatin. Ev rista (sîstem) rojê eynen wek rista gerdûna me ye. Ji rojê, heyv, dinya, stêrk û 5 – 6 planetên cuda pêk hatiye.  

Li gora saloxdanên astronot û sîxurên Lotikleaksê, ew her 5 planetên cuda ji dinya me ya îro bi 2-3 qatan mezintir in û îhtîmalek pir mezin heye ku jiyan jî li ser wan planet û dinyayên cuda hebe.

Li ser bextê astronot û sîxurên me be, sîxurên me dibêjin ku wan bi dorbînê çend kêzik, mi?k, mê? û gêrik jî li ser wan 5 dinyayan dîtine û hetta dengê kûçik û pisîkan jî bihîstine.

Axir, astronotên me niha lêkolîn û lêgerînên xwe didomînin. Heger rêya xwe winda nekin û pa?pa?kî li dinyayê venegerin, em bawerin wê di demek nêzîk de wek tofana Tûnis û Misrê bînin serê ezmanê heftan û bi delîl û belgeyên pi?trast li me vegerin.  

Ez serê we neê?înim, bêhna xwe fireh bikin û li benda raporên astronotên me bin.

Heger hat û astronotên me jiyanek nuh li ezmanê heftan dîtin, emê tapo û qoçanên ezmanê heftan bi nîvê hek, fîftî fîftî bifro?in xwendevanên xwe..

About The Author