Ez bi qurbana wilo serok bim!

Modela seksî ya Playboyê Îzabella Lûkomska, li welatê xwe Polonyayê bû seroka tîma fûtbolê ya Warta Poznan û qiyamet rakir.

Îzabella Lûkomska ya ku dilê zilaman diperitîne, kezeb û gurçikên zilaman dibirêje û girêzê bi devê wan dixe, soz daye ku tîma Warta Poznan derxîne lîga yekemîn û tîma xwe bike ?ampiyon.

Li ser bextê zinêkarên Polonyayê be, dibêjin lîztikvanên tîma Warta Poznan, pi?tî seroka xwe ya nû bûne wek ga û ciwangeyên nav garanê, fi?efi? bi firnikên bêvila wan ketiye û wek wan ciwangeyên Îspanyayê li wan hatiye. Lîztikvanên tîma Warta Poznan, bi hatina Îzabella Lûkomska pir kêfxwe? bûne û bawerin ku ewê bi lotikên seroka xwe ya nû bibin wek pizotên êgir.

Axxxx û 101 carî ax!

Law go xanimek wek Îzabella Lûkomska bibûya seroka me Kurdên bakur, ma wê dinya xera bibûya ya xweda!

Bi namûsa mêrê çê, ez dibêjim heger lotikvanek wek Lûkomska bibûya seroka me, niha ji zû de me Kurdistan azad kiribû lo, yan na? Emê çi bibûna pizot û bi dijmin biketana hehey, bi telaq ji bo ku em bibûna cîhgira wê, meyê xwe di nava koma dijmin de biteqanda lo, wey!

Lê nebû qismet, xwedê nehêle…..

Polonya

About The Author