Lotik bi kurdî xwe? in…

Malpera we www.lotikxane.com kampanya ‘Bi Kurdî Bikaranîna Înternetê’ da destpêkirin. Heçê be?darî vê kampanyayê nebe û xîret neke ku înternetê bi Kurdî bi kar bîne, xweliya 222 welatên serbixwe li serê wan be!




?ertên be?darbûnê çi ne?

1- Divê kesên bixwazin înternetê bi Kurdî bi kar bînin, pê?î serî li lotikxanê bidin û mirî?kek ku rojê herî kêm sê hêkan dike  ji Lotikxanê re bi?înin.

2- Ji bo mirî?kên Lotikxanê ji hêkan nebin, divê dîkekî qoqo yê salê jî bi mirî?kê re bi?înin.

3- Kesên ku miri?k û dîkê qoqo nikaribin bi?înin, divê yan kerekî ji bo siwarbûnê yan jî gayekî cot bi?înin.

4- Yên ku nikaribin mirî?k, dîk, ker û ga bi?înin jî, divê kewekî di nav qefesê de bi?înin.

5- Yên ku ji wan nayê tu ti?tî bi?înin jî,  bila bi Lotikxanê re bikevin pêwendiyê, ji Lotikxanê dersên tir û fisên Kurdî bistînin da ku hînî lotikên Kurdî yên li ser înternetê bibin.

Wê ev kampanya heta Kurdekî tenê yê ku li ser rûyê dinyayê înternetê bi Kurdî bi kar nayîne nemîne, berdewam bike.

Ji bo destpêkê Facebook û geroka Firefoxê bi Kurdî bi kar bînin. Em girêdana daxistin û bikaranîna van li jêr didin. Vê qenciya me jî ji bîr nekin ha!

Ji bo Facebooka Kurdî

Divê hûn ji nav zimanên Facebookê Kurdî hilbijêrin. Bikevin mîhengê hesabê xwe û li wir ziman bitikînin, ji nav zimanan Kurdî hilbijêrin.

Ji bo Firefoxa Kurdî

Ji kerema xwe vê girêdanê bitikînin û bela? daxin.
http://www.mozilla.com/ku/firefox/

Ji niha ve ser xêrê, pîroz û bimbarek be…

About The Author