Xanimê qîma xwe bi wekîltîya me neanî

Ajan û sîxura gevez û porsor, pispora lotik û zîtirkên seks û pornoyê, delala ber dilê Pûtîn û Medvedev, xanima germik û nermik, agirpêketiîya tenûrgerm xanim Anna Capman, pi?tî ku li Amerîkayê hat girtin û pa?ûpê li Rûsya hat vegerandin, di televizyonê de bû mamosteya dersên seksê. Xanimê niha li Rûsyayê lotikvanek herî navdar û agirpêketî ye.

Werhasil…

Pi?tî ku têra xwe me?hûr bû û nav bi dû ket, dibêjin niha jî di nav xirecira wekîltîyê de ye û dixwaze di meclîsa Rûsya de bibe wekîl, bibe parlamenter. Wê çi parlamenter jê derkeve peeekkkkkk! Law ma wê girêzê ji devê parlamenterên zilam biherikîne! Ma wê Pûtîn hindik carî lingên wê belbelotî hewayê bike? Xwezî bi dilê wan, xwezî ez jî di meclîsa Rûsya de wekîl bûma û hew!

Axir, pi?tî me bihîst ku xanimê dixwaze bibe wekîl, me pê?niyaza „Wekîltîya Meclîsa Lotikxanê“ jê re bir. Pi?tî ku xanimê pê?niyaznameya me xwend û porê xwe virde wêde li ba kir, yekser pirsî:

– Ma partîya we û meclîsa we dewlemend e, perên we hene?“

Ez hinekî sekinîm, min xwêsîya xwe daqurtand û bi dilekî tirs bersiv dayê:

– Wele xanim Çapman, wekîlên meclîsa me halîlazir bi tasek ?orba nîskê, serîyek pîvaz û sênîyek tir?ik îdara xwe dikin. Kengî go hikûmeta ba?ûr çend galon û bîdonên petrola Kerkûkê ji me re ?andin, helbet emê bêrîka te jî dagirin.

Xanimê keniya, bû tîqetîqa wê, diranên xwe qîç kirin û got:

– De wê de here lo, parsekê heram! Ma xanimek wek min bi ?orbe, pîvaz û tir?ikê têr dixwe bêmirado! Pere dikute mere ma tu nizanî? Na na, ez dev ji Pûtînkê xwe bernadim, çi hebe li cem wî hacûcî heye..

Û pê?niyaza me pa?de vegerand, qebûl nekir.

Ez serê we neê?înim gelî xwendevanan, kes qîma xwe bi feqîr û birçîyan nayne. Ji berê de dibêjin: „Heçê bi mal in bi xaltîk û xal in“. 

Ji ber malê me tune û em debara xwe bi ?orba nîskê, serîyek pîvaz û sênîyek tir?ik dikin, kes qîma xwe bi parlamenterîya Partî Demokratî Lotikxanê jî nayne kuro, ma ev jî ne bextire?îya me ye….

Moskova

About The Author