One Minute Tayyip hi????!

Li ser bextê sîxûrên Mosadê be tê gotin ku, Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê li ser têkilbûna raperîna Misrê lotikek qerase li Kasimpa?aliyê ku xwe wek siltanê ereban dihesibîne xistiye.

Çend roj berê Tayyîp Erdoganê ku naxwaze daxwazên kurdên nav xwe bibîne û di ser de jî hewl dide hikimdariya welatên ereb bike, banga reform û guherîna deshilatê ji rayedarên Misrê kiribû. Wî xwestibû ku deshilatdarên Misrê di zûtirin demê de guh bidin daxwazên gelê xwe û çi lazim be bikin. Pi?tî vê bangawaziya Kasimpa?ali Recep, nerazîbûna ewil ji Misrê hat û rayedarên Misrî daxuyaniya serokwezîrê Tirkiye wek têkilbûna karê xwe yê hundirîn nirxandin.

Lê mîna ku ev lotika Misrê ne bes be, vê carê jî Îsraîlê bersiva Kasimpa?ali Recep daye û ji gotinên wî yên wek, “Divê Îsraîl têkilî bûyerên li Misrê nebe” re gotiye ‚One Minute‘.

Li gor saloxên radyoya Îsraîlê, Wezarata Derve ya Îsraîlê xelata ku Qedafî dabû Erdogan jî bi bîr xistiye û wiha berdewama lotika xwe aniye: “Ji bo Îsraîlê, ya girîng fikra Misrê ye. Misrî ji Erdoganê ku ji Qedafî xelata mafên mirovan girtiye hê ba?tir dizanin li welatê wan çi diqewime.”

Werhasil vê carê Îsraîlê ji Tayyîp re gotiye ‚One Minute‘ û dilê xwe lê rihet kiriye. Êdî xelkê Misrê guh dide welatê cîran Îsraîlê yan Tirkiyeya ku dixwaze bibe deshilatê welatên ereb ew bi qîma xwe ne…

About The Author