Golik û berxikên apê xwe bi ?ev ranazin!

Pê?î bi ?ewitandina trimbêlan dest pê kirin û niha jî ber bi saziyên civakî û olî ve dime?in, gelo ew kî ne, ji çi eslî ne û bi çi armancê van kiryaran dikin?

Li gor agahiyên fitne û fesadên ajans û malperên ragihandinê, di nav hefteyekê de tenê li Stenbolê nêzî 250 trimbêlên ku, ji nav yên luks hatine neqandin hatin ?ewitandin. Niha jî berê molotofan didin saziyên civakî û olî, bi dirû?mên li dijî girtina apê xwe bi ser xelkê de dime?in û hêdî hêdî bi vê helwesta xwe ya tûndewarî agir bi fitîla fitne û fesadiya nav civakê dixin.

Gelo ew kî ne? Çi kes in? Dixwazin çi bikin? Wê bi van helwestên xwe çi bi dest bixin?

Werin em bi kurtasî bi çend xalan wan nas bikin;

1- Ew Kurdên serbilind û ?orge?gerên bajaran e.

2- Ew xortên bê nan û bê kar mane û ji hesûdî trimbêlên xelkê di?ewitînin.

3- Ew jî xort û ciwanên dilsoz in, ji bo gelê xwe û welatê xwe têdiko?in, lê ferqeke wan heye kul û derdê xwe bi rêya molotof û tundewariyê tînin zimên.

4- Ew dijminên TCyê ne û bi vê helwesta xwe ya ji dil û can, dihêlin ku nijadperest jî rabin zîtirk û tapanan û bi Kurdên li bajaran dijîn ve vedin.

5- Ew golik û berxikên apê xwe ne û bi canfedayî trimbêlên xelkê di?ewitînin, xisar û ziyana xelkê dikin, da ku apê xwe kêfxwe? û bextewar bikin.

6- Ew ji bo ku apê xwe ji bendîxana dewletê derxin, bînin nav malê vê kêferatê dikin.

7- Ew carna rê û armancên xwe ?a? dikin û bi dirû?mên ‘Bi dîn, bi îman, em bi te re ne ey serok!’ êrî?ê dibin ser îbadetgehan jî.

8- Ew kurik û keçikên me yên delal ên ku bi felsefeya hevalê/a hêja hatine perwerdekirin in û vê hevaltiya xwe jî bi çalakiyên wiha zexm dikin.

Gelî lotikvanan, em jî dixwazin xêrek me bigihîje vê pêvajoyê û ji bo wê jî kesê ku zanibe wê heta roja 15ê Sibatê çend trimbêl û sazî bên ?ewitandin, em ê ji wan re bero?ek tir?ika têr go?tê pez pakêt bikin û bi?înin!

(Trimbêlên kêm?ewitî û saziyên ku derî û paceyên wan ne hatibin ?ikandin em hisab nakin!)
Stenbol

About The Author