Ez ?ivan im, ez Kurdistan im…

Hozanê Kurd ?ivan Perwer, bi awayekî balkê? û cuda, cara ewil bi rêya malpera Youtube bersiva rexne û êrî?ên li dijî wî tên kirin da û lotikek qerasa li xêrnexwazên xwe xist…

?ivan Perwer, di axaftina xwe ya vîdyoyî de got ku, ‚Kurdistan xwîna min e, ketiye nav rihê min û bi wê jî ezê bimirim. Hezkirina miletê Kurd ketiye nav xwîna min. Heger em bi wê xwînê tevnegerin em nikarin bi ser bikevin. Ji ber wê qedr û qîmetê însaniyetiyê, kedê bizanibin. Ji dost û hevalên xwe hez bikin. Netewetî bi wî awayî çêdibe.‘

?ivan Perwer, li ser rexne û êrî?ên bi taybetî pi?tî hevdîtina wî ya bi Cîgirê Serokê AK Partiyê Bulent Arinç û hevpeyvîna wî ya bi TRT 6ê re, li dijî wî hatine kirin jî wiha axivî: „Hûn nivîskarên ku bi Kurdî nizanin biaxivin û binivîsin, ?erme ji we re. Hi? û aqilê we hatiye girtin tevlîhev bûye û hûn bi Tirkî dinivîsînin ne! Û êrî?î me dikin ha! ?erme ji we re. Kesên rêberiyê dikin, nivîskariyê dikin pê?î Kurdî ba? fêr bibin. Dîroka Kurdistanê ba? fêr bibin. Xelkê xwe ba? fahm bikin. Dost û dijminan ji hev biqetînin. Nebin tir?ikçî ji bo di sifreya hinekan de tir?ikê bixwin û êrî?î me nekin.“

Perwer di vê vîdyoyê de bang li gelê Kurd jî kir û xwest ji wan kesên dijberiyê dikin hisab bipirse. ?ivan wiha dawî li axaftina xwe anî: „Ji gelê xwe dixwazim hisab ji wan bipirse. Bila êdî xizmeteke netewî bikin…Ji bo van ?a?iyan bes e, hisab bipirsin ji wan. Û lêborînê bixwazin. Li hember wan tevgereke netewî çêbikin. Ez ji gelê xwe û welatê xwe hez dikim bila hûn bawer bin.“

„>

About The Author