Ma kê destê te girtiye oxlim?

Serokê dew?îrmeyên Tirkiyê Kemal Kiliçdaroglû, di civîna grûpa partîya xwe de çend lotikên layiqî xwe avêtin û xwelîya heft gundan li serê xwe û partîya xwe kir. Kiliçdaroglû ku bejna wî metro û 45 santîm e, behsa girtina general û endamên çeteya Ergenekonê kir û êrî?î Kasimpa?alî Receb kir.

Gundî Kemal jina xwe ji xwe berda, bi ?e? telaqên îmamê çaroxî sûnd xwar ku rêxirtinek bi navê Ergenekonê tuneye û Kasimpa?alî Receb vê derewê ji bin serê xwe derdixe û derxistiye. Gundî Kemal herweha got: “Ez ne ji pi?ta bavê xwe bim, jina min ji min berdayî be rêxistinek bi navê Eregenekonê tuneye. Heger hebe pê? min bikin ezê jî bibim endamê wê” û qûna Ergenekoncîyan alast.

Kuro ewladim, bibe endamê Eregenegûyê ma kesî destê te girtiye oxlim? Ma law go tu ne endamê wê quzilqurtê bûya, kê tu bi qûna xwe paqij dikir û te dikir serokê CHP cîgerim? Ma dewleta kûr a?iqê bejn û bala te bû ku tu kirin serokê CHP hi?

Werhasilî kelam, ji alîyekî Kurdên sererd û binerd û ji alîyê din jî çepên Tirk û CHP ha ha Ergenekonê rûspî dikin, azadîya qatilên Kurdan dixwazin û tif devê hev dikin. Îcar wê çi encam ji vê pelûlê derkeve ez jî nizanim babam..

Stenbol

About The Author