Ma we di 1946an de nas bikira ne dibû?

Herkes li ber a xwe ye. Berjewendî di ser her ti?tî re tê girtin. Kesên ku doh Kurdistan wêran dikirin, Kurd diqelandin, îro pesnê Kurd û Kurdistanê didin û dibêjin “?aba?”.

Li ser bextê fitne û fesadan be, dibêjin xwedêgiravî  konsolosê gi?tî yê Rûsya yê li Hewlêrê Waqîf Garayev, gotiye ku “Kurdistan bihu?tek xwe? û bedew e û ez pê serbilind im ku ala Rûsya li Kurdistanê pêl dide” filan û fîstan.

Êêêêêê, petrola Kurdistanê pir e û berjewendîya Rûsya jî tê de heye kak Garayev, ma çima tuyê kêfxwe? nebî babekem?

Kakacan Garayev herweha bi sê telaqan sûnd xwariye û gotiye ku “Heger Kurdistan serxwebûna xwe êlan bike, wê Rûsya serxwebûna Kurdistanê nas bike” û lotikek qerase avêtiye.

Halla hallaaaaa ya siphan alla!

Ma go we di sala 1946 an de Komara Mahabadê nas bikira û we ew di nav lepên keftarên Îranê de nehi?ta, ne çêtir bû qurban? Niha wê be?ê Îranê jî serbixwe bibûya û be?ê Iraqê jî. Yanî wê du parçeyên Kurdistanê ji bin nîrên dijmin derketina.

Werhasilî kelam, gotina xwe? xwe? e lo. Hema derew be jî gotinên birêz Waqîf Garayev xwe? in ellawekîl.

Xwedê xêra wî qebûl bike rebbî..

Lê ez nizanim gelo serokê wî Vladîmîr Pûtîn di derbarê serxwebûna Kurdistanê de çi difikire. Gelo wê dewleta Tirk bike bi qurbana Kurdistanê?

Hewlêr

About The Author