Qewad û mohra muxtêr

Ez bi sola Ebû Tihsênê Iraqî kim, ku yekem sol bû li riwê Sedamê fa?ist ket. Ez bi Erebana Bû-Izêzîyê Tûnisî kim, ku yekem kes bû çirûska ?ore?a Tunisî vêxist û lotikek bê-îman li der qûna Bin-Elî xist. Ez bi Facebook-ê kim, ku xort û keçên Misrê li hev komkirin û terrikekî re? li bin terya ne Mûbarek xistin û ji holê rakirin. Law ez bi van hersê sondê mezin kim, ev Erebên qûnre?ên Sûrî, zirav û mêranî li ba wan tuneye ellawekîl!  Ev çil û he?t sal in ku Esed û kurê xwe li ser sînga wan bûne kabûsekî mezin û bi tirs û çil û he?t kilo mitran jî di wan de biriye, lê hêjî jê têr nebûne û kirtîn ji wan çênabe! Xuyaye mohra muxtêr e!

Dibêjin carekê li gundekî, yekî xwest kerxanakê veke (qahpexanakê), îca divabû rêpêdanê werbigre. Qewado rabû daxwaza xwe nivîsand û çû ba muxtarê gund ji bo jê re bipejirîne. Dema Muxtar daxwaza wî xwend, hema rabû bi serê xirrê xwe girt û li ser kaxeza wî xist. Yê Qewad jê re got: Muxtar, ev çiye? Muxtar lê vegerand: Ê kurê kerê, ev daxwaz, ev mohr jê re lazime! Îca xuyaye, miletê Sûrî jî, serokên wek xirrê Muxtêr jê re lazim in!

Rebenên Kurdan, carekê rabûn û perda tirsê ?ikandin û kerên malbata Esed li korên wan qelibandin, lê Erebên he?tir û xurman bi hewara wan ve nehatin, ne tenê wilo jî, ewan rahi?tin çekan û pala xwe dan pala mezintrîn diktator û mafyayên dinyayê û li dijî serhildana Kurdan rawestiyan û malên wan talan kirin.

Gelo wê kengî ceger têkeve dilên van Erebo?kan?

Berî sîh-çil salî li gelek gundan dubendî hebû û herdem di nav wan de ?er û pevçûn derdiket. Li gundekî yek hebû, gelekî tirsonek bû, her dema ?er çêbibûya, wî xwe vedi?art û nêzîk nedibû. Carekê ji torfelaqî guleyek li zikê wî dikeve û roviyê wî bera erdê dide. Ew jî hema radibe bi roviyên xwe digre, berê xwe dide nava ?er û roviyên xwe qeto-qeto dike û di bere jî dibêje: De îca bitirse lo! De îca xwe ve?êre lo! De îca dûrî ?er keve lo!.

Heta ev ceger nekeve dilên Erebên Sûrî, wê ew di bin zulm û zora diktator û mafya malbata Esed de bijîn, wê bê keramet bin, bê maf bin, bê par bin û bê jiyan bin!

Kurdistan

About The Author