?IVAN PERWER BIPARÊZIN

 Her ?ore?ek xwedî ?air û xwedî dengek e. ?airê ?ore?a dawîn yê Kurd bê ?ik Cegerxwîn bû, dengê vê ?ore?ê jî ?ivan Perwer e. Herduwan jî bi tîpên zêrîn navê xwe di dilê gelê Kurd de kola ne. Herduwan ê? û azara gelê Kurd anîne zimên, pêjn û hêvîyên azadîyê dane vî gelî, ew pê serwext kirine. Di demên têkçûyinê de hêvî û di demên ?er de navûdeng dane vî xelkî. Bi çend qiseyên qor, xebatek wusan nayê tunekirin.

Divê em ji bîr nekin ku ?ivan Perwer hunermendek e. Wek sîyasetmaderakî hewce nake tev bigere! Di hemî tevgêrên xwe de jî tu caran dijberîya Kurd û Kurdistanîyê nekirîye! Ev her dem xeteke sor e ji bo ?ivan Perwer. Lewra ku ew bi xwe deng û dezgehek milî ye. Ez nabêm bila rexne li ?ivan Perwer nebin, lê heqaret û dijminatî divê neyê pejirandin û her Kurdek li dijberî vê tewra xwe rasterast bibêje.

Di hin malper û rojnameyên Kurdî de heqaret û dijminatîyek wusan dime?e. Her Kurdek loma divê tewra xwe rasterast e?kere bike.

Ez li ?ivan Perwer xwedî derdikevim, ew dengê xelkê min e.

Bi silavên biratî!

M.Alî Kut

About The Author