BIRINC / RIZ

                              ORYZA  SATÎVA

Rîz hê?înhatek  ji malbata dexlan (geniman ) e. Bejna wê li ser qurmên ?ax û rehên çiqdayî  50 – 120 cm an wek borîyek kamî?î bilind dibe. Belgên wê kesk, zivir û dirêj in. Di serê gupika wê de sinbilek û kulîlkek heye. Di wî sinbilî de 2- 5 rî?î (?ax) derdikevin û di nava wan de libikên wek dexil hene. Dora wê dexlê bi qa?ilek zivir û bi dasî dorpêçkirî ye. Ew dasî wê ji xwarina çûkan û ha?aratan diparêze. Nebatek ji cihên avzêl û avî û germ hez dike. Lê yên çolî û  dêm (bê av) jî hene. Nêzîkî 800 cûre û awayên wê hene. Lê yên herî maqûl birincê dirêj ( ji bo giraran), yê pahn û girover

( ji bo ?orbe?îr, helebî û ?êranîyan), yê xwezayî û yê qahweyî û re? ( ji bo çêkirina dermanên natûrel) in. Riz pi?tî genim nebata herî zêde tê xwarin. Ji birincê gelek derman, xwarin û ?êranî tên çêkirin û pir xwedîker e.

Welat û dîrok:  Welatê rîz Çîn û Tayland e. Di qeydên arkolîk de derketîye holê ku 8000 sal berî niha li Çînê dihat xwarin. Berî zayînê (millad) bi 3500 salan li Taylandê  ji bo xurekîya herî serekî hatîye çandin. Ji wir derbasî Vîetnam, Hîdistan, Asya navîn, Benglade?, Erebîstan, Kurdistan, Îran, Ewropa û di sedsala 17 an de jî derbasî  Amerîka bûye. Hinek dibêjin “ Îskenderê Bilqirnî (Eleksenderê mezin ) dema Hîndistan zebt kirîye ji wir bi xwe re anîye Ewropa”

Îro li piranîya dinyayê, li cihên ku germahî di ser 30 derecan berjortir be, çandinîya wê tê kirin. Welatê herî zêde lê tê çandin welatên Asya dûr, Amerîka, Hîndistan, Îran û Tikîye ye . Birincê re? piranî li Amerîka, ji alîyê Çermsoran ve tê çandin û xwarin.

Têdahî: Ni?aste, Fosfor, Paxir, Hesin, Kalsîyûm, Lîf, Çînko,  Proteîn, Rûnê xwezayî , Mangan,  Magnêzyûm,  Phytîn,  Potasyûm, Flokasît, Vîtamîn , B1, B2, C, E ,Provîtamîn A û hwd.

Kêrhatî: 1- Pi?tî genim zadê herî xwedîker e. 2- Destavê zêde dike. 3- Bedenê bi hêz dike û zexim dike. 4- Zixta (tansîyon ) bilind dadixe. 5- Navhinavçûyînê ( virikbûnê- îshalê) dibire. 6- Pê?îya edavan (kurmîbûnan ) digire. 7-Kêmasîyên vîtamîn û mîneralan temam dike. 8-Zêhn vedike. 9- Birînan zuha dike, ava zêde ya  bedenê  dikê?e.  10-  Kolestrolê dadixe. 11-  Dil û damaran ji nexwe?îyan diparêze.  12- Girêkên ( ûre) zêde tavêje. 13- Bizir ( avik-tov- menî ) zêde dike, çerm xwe?ik dike. 14-Enerjî dide bedenê, pê?îya pence?êran digire û ji bo newxwe?ên ?ekir bi kêrhatî ye hwd.

Gotinên pisporan di derbarê birinc de :

Prof. Dr. Ahmet Marankî dibêje: “ Pi?tî genim xidayê herî xwedîker e. Bedenê bi hêz dike, ji bo kesên tansîyona bilind heyî vatinî (wezîfe ) ya xida û derman dibîne. Hinavçûyînê (virik – îshalê ) dibire, ji bo nexwe?ên “dîyalîz”  xidayek îdeal e. Pelûk û ?orba birincê ya kelandî û bê rûn, ji bo îshalên  zarok û kalan gelek bi fayde ye”.

Prof. Dr. Îbrahîm Gokçek dibêje: “  Li ABD gelek lêkolîn li ser” rîz” û zarê wê ( bin qalîk ) yê zîvîn hatine kirin. Di wan lêkolînan de derketîye holê ku” riz” û zarê wê yê zîvîn , gellek cûreyên mîneral, amonîasît û vîtamînan dihewîne. Dermanên natûrel ji wî zarê zîvîn çêdibin.. Ew derman ji bo nexwe?îyên ku ji kêmanîya mîneral, vîtamîn, amonîasîd û radîkalên serbest çêdibin, tê xebitandin”.

Bijîjkên Hîdistanî dibêjin: “ Birinc demekê di a?ikê (mexde) de dimîne, wê sivik digire, bi hêz dike û paqij dike. Heke bi ?îrê çêlekan bê kelandin û xwarin, nirxê wê yê xwedîker gelle

k bilind, çak û bi faydetir dibe. Nirxê “rîz” ya xwedîkerî bilind e, bedenê zexim , bi hêz û xwe?ik dike. Qebizê çêdike, heke bê ?îr bê patin bandora wê kêmtir dibe”.

Karanîn: Ji birincê gellek cûreyên ?êranî, dolmik, selete, borek, ?orbe û hwd çêdibin.

About The Author