Ser û lingan jî bibirin kaka

Li ser bextê fitne û fesadên ba?ûrê Kurdistanê be, dibêjin pi?tî ku hinek xêrnexwazan li Silêmanîyê êrî?î ser liqê 4 yê PDK kirine, endamê Polîtburoya PDK Fazil Mîranî rabûye ser tapanan û axivî ye, çend lotikên qerase avêtiye.

Dibêjin kekê me Fazil Mîranî, bi por û simbêlê re? û qeytanî derketiye pê?berî çapemenîyê û gotiye ku “Emê destê yê ku êrî?î me bike bibirin kaka” û bal ki?andiye ser vê yekê ku destê dijminan di êrî?a ser liqê 4 de heye.

Werhasilî kelam, min her ti?t fêhm kiriye, lê heya niha jî min fêhm nekiriye bê kekê me Fazil Mîranî û Kosret Resûl bi kîjan marka boyaxê por û simbêlê xwe re? dikin û dibiriqînin. Nizanim ne bi hinna Hindê ye, ne bi qa?ilê qûza ye û ne jî bi petrola Kerkûkê ye.

Axir, por û simbêlê min jî spî bûne kaka. Heçê reçete û boyaxa ku herdu siyasetmedarên me por û simbêlê xwe pê re? dikin ji min re bêje, bi soza mêrê berê, ezê elokek ji elokên mamo ji wan re bi?înim..

Kerkûk

About The Author