Feb 21, 2011

Qeddafî ji konê xwe reviya!..

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 2

Bizava li dijî dîktatorên rojhilata navîn her diçe xurttir dibe û rejimên dîktator rojên xwe yên dawî dijîn. Li gor agahiyên ku sîxûrên lotikxanê ji qadên ?er ên Libyayê standine Muammer Qeddafî konê xwe berdaye û xwe ji ber hêrsa hemwelatiyan di stargehê de ve?artiye.

Pi?tî ku li Tûnis û Misrê ?ore?a gel pêk hat û pihînek li bin qûna dîktatorên xwe xistin, niha jî dewletên din ên ereban yek bi yek dor bi dor dikelin û bizavkerên li dijî rejimên dîktatoran qad û kolanan dagir dikin.

Dewletên ereb û ecem ên mîna Yemen, Behreyn, Libya û Îran jî niha dikelin û xelkê van welatan, ji bo guherendina serok û rejimên xwe yên genî û bêhnpêketî mirina xwe didin pê?iya xwe û ha ha dilivin qad û kolanan.

Li gor salox û agahiyên lotikxane bi ser ve bûye, pi?tî Misrê dor hatiye Libyayê û Qeddafiyê ku konê xwe li pi?ta xwe digerand niha bê kon maye û ketiye tor û bextê kûrê xwe yê ku, bi tîmeke ji hezar û pêncsed kesî pêk tê hemwelatiyên bizavker gulebaran dike.

Dibêjin di nav çar rojan de zêdetirî 200 kesî ji aliyê tîma taybet a kurê Qeddafî ve li Libyayê hatine ku?tin û hê jî ev hovîtî û weh?îtî berdewam e. Dîsa tê gotin ku tirs û xofeke mezin daye bin qûna Qeddafiyê ku pir ji xwe razî jî ye û heta konê xwe jî berdaye û li stargehekê xwe ve?artiye.

Niha kuçe û kolanên Îranê jî ji aliyê bizavkerên guherîna rejimê dixwazin ve mi?t û tije dibin û çalakî û berxwedana persiyan jî berdewam e. Êdî em çi bêjin xwedê alîkarê hemû gelê rojhilata navîn be û pi?tî van bizav û lotikên ?ore?vanî aramî û ?adiyê bike nesîbê wan rebbî!

Werhasilî kelam gelî lotikvanan, hûn dibînin bê li welatên ereb û eceman çi diqewimîn û çi tê serê dîktatorên çavsorî. Lê gotina me ji we re, hay ji xwe û welatê xwe hebin û nebin benî?t û nekevin devê neyar û xêrnexwazan. Aha vaye ji me gotin û ne ti?tekî din!

  • facebook
  • googleplus
  • twitter
  • linkedin
  • linkedin
Previous «
Next »

2 Comments Already

  1. Qeddafî bi rastiji dostekî kurdan yê heri bi namusbu.Ewï gelek lotik avêtin dijminën kurdan.Ji Erbakan bigre heta ahmedinecat u wekidin.Xweziya Qeddafï xwe demokratbikirwa dilë kurdan ne êsandba. Tu diktatorjibi tu wê herdemi li ber dilê min wek kadayîfa sirinbi. welle gerek mam Celal u Kak Mesud cih li kurdistanë bidin Qaddafî wey.
    An li Sersing an ji li Dukan suna konê/cadira bedewi em kepreki ji qaddafire ji darë spindar cêkin ew heqê wiye.ger mam Celal u kak Mesut vi nekin welle gundê min yë wêran ji qeddafire amadeye bila bë li ser kaniya Pîreys, an ji li ser Kaniya Bukan cadira xwe dane u têr ava tezi vexe. Ger ew vi bike ez soz didim gava ez havînê cuk welat ezë bi qaddafire qelîya sëlê cekim u govenda bavlekan bi lizim. Xudayê mezin dengë min bibe guhë Qaddafî.

  2. De yala erebo .xeztirek,konek re§i veki quna tei rej,cend kilo xurma, me§kek av bici col.dora sefere bedeviyayi.Berlusconi u cend qexpika birva neki.

Leave a Reply

Your email address will not be published.

%d bloggers like this: