Qeddafî ji konê xwe reviya!..

Bizava li dijî dîktatorên rojhilata navîn her diçe xurttir dibe û rejimên dîktator rojên xwe yên dawî dijîn. Li gor agahiyên ku sîxûrên lotikxanê ji qadên ?er ên Libyayê standine Muammer Qeddafî konê xwe berdaye û xwe ji ber hêrsa hemwelatiyan di stargehê de ve?artiye.

Pi?tî ku li Tûnis û Misrê ?ore?a gel pêk hat û pihînek li bin qûna dîktatorên xwe xistin, niha jî dewletên din ên ereban yek bi yek dor bi dor dikelin û bizavkerên li dijî rejimên dîktatoran qad û kolanan dagir dikin.

Dewletên ereb û ecem ên mîna Yemen, Behreyn, Libya û Îran jî niha dikelin û xelkê van welatan, ji bo guherendina serok û rejimên xwe yên genî û bêhnpêketî mirina xwe didin pê?iya xwe û ha ha dilivin qad û kolanan.

Li gor salox û agahiyên lotikxane bi ser ve bûye, pi?tî Misrê dor hatiye Libyayê û Qeddafiyê ku konê xwe li pi?ta xwe digerand niha bê kon maye û ketiye tor û bextê kûrê xwe yê ku, bi tîmeke ji hezar û pêncsed kesî pêk tê hemwelatiyên bizavker gulebaran dike.

Dibêjin di nav çar rojan de zêdetirî 200 kesî ji aliyê tîma taybet a kurê Qeddafî ve li Libyayê hatine ku?tin û hê jî ev hovîtî û weh?îtî berdewam e. Dîsa tê gotin ku tirs û xofeke mezin daye bin qûna Qeddafiyê ku pir ji xwe razî jî ye û heta konê xwe jî berdaye û li stargehekê xwe ve?artiye.

Niha kuçe û kolanên Îranê jî ji aliyê bizavkerên guherîna rejimê dixwazin ve mi?t û tije dibin û çalakî û berxwedana persiyan jî berdewam e. Êdî em çi bêjin xwedê alîkarê hemû gelê rojhilata navîn be û pi?tî van bizav û lotikên ?ore?vanî aramî û ?adiyê bike nesîbê wan rebbî!

Werhasilî kelam gelî lotikvanan, hûn dibînin bê li welatên ereb û eceman çi diqewimîn û çi tê serê dîktatorên çavsorî. Lê gotina me ji we re, hay ji xwe û welatê xwe hebin û nebin benî?t û nekevin devê neyar û xêrnexwazan. Aha vaye ji me gotin û ne ti?tekî din!

About The Author