Berê Îsmet û Mustafa niha jî Tayyîp û Fethullah

Mebûsê BDP (Partiya A?tî Demokrasiyê) Bengî Yildiz, li bajarê Wanê di Roja Zimanê Dayikê de lotikên qerase avêtin.

Li gor agahî û saloxên qada numayî?ê ya bajarê Wanê Bengîyê me yê ku gelek caran derdikeve derveyî pîvanên Mustafahêz û Kemalhêzan, vê carê jî ya dilê xwe verî?iyaye û bi gotinên Kurd û Kurdistan qêrîn û olan daye qada mîtingê.

Dibêjin Bengî Yildiz axaftina xwe bi peyvên Kurd û Kurdistanê xemilandiye û gotiye, ‘Berê bi Îsmet û Mustafa îro jî bi Tayyîp û Fethûllah me dixapînin û bi hestên misilmantiyê lîstikan li ser Kurdan dikin’ û daye bin dûvê deshilatdariyê.

Bengî Yildiz, di axaftina xwe de her wiha bal ki?andiye ser çewisandin û bi?avtina ku heta niha li ser Kurdan tê kirin jî û wiha berdewamiya lotika xwe aniye: “Walî, qeymeqam û midurên emniyetê yên ku tên vê derê peyveke kurdî nizanin. Ev dagirkeriye û bi vî awayî nikarin rêveberiya gel bikin. Bi ku?tinê nekarîn we biqedînin. Bi bi?avtina li mizgeft, dibistan û qi?leyan jî nekarîn. Em hemû nikarin derkevin ser çiya yan jî bikevin zindanan. Lê em ne mecbûr in ji bi?avtina wan re jî bêjin erê. Em ê di sindoqê de hisab ji wan bipirsin.”

Bijî Bengî, bijî Lotikên Kurdewar û Xwedê lotikên Kurd û Kurdistanî bike nesîbê hemû siyasetmedarên din jî rebbî!…
Wan

About The Author