Serok Barzanî Xelata A?tiyê wergirt

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî xelata a?tiyê ya NATO (Atlantic Award) wergirt û ev xelat diyarî hemû gelê Kurdistanê kir.

Merasîma xelatdayînê li paytexta Îtaliya Romayê pêk hat û nûnerê Papayê Vatîkanê, Balyozê Iraqê yê li Îtalyayê, rayedarên Îtalya, rayedarên NATOyê û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Îtalyayê û Serokê Herêma Kurdistanê di merasîmê de amade bûn. Madalyaya a?tiyê li ser navê Peymana NATOyê ji aliyê Serokê Îtalya Selvio Berliskonî ve hat dayîn.

Di merasîmê de nûnerên Vatîkan û NATOyê li ser wesfê Serokê Herêma Kurdistan Mesud Barzanî gotar pê?ke?kirin û rola Barzanî ya li ser pêkanîna a?tî, demokrasî, bihevrejiyîna ol û miletan li Iraq, Herêma Kurdistan û rojhilata navîn bilind nirxandin.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di gotara xwe de got ku, ‚Li gor min ev xelatkirina gel û miletekî ye, ev xelat ji bo wan kesan e ku di rojên dijwar de li çiya û newalên Kurdistanê ji bo azadî û rizgariya gelê xwe xebat kirine.“

Wek hatibû ragihandin salek berê Berpirsê Peymana NATOyê Sergio Vieira de Gilgolio, çûbû Herêma Kurdistanê û li wir bi Serok Barzanî re hevdîtinek pêk anî bû. Gilgolio pi?tî vê hevdîtinê ragihandibû ku, Serokê Herêma Kurdistanê ji ber hewlên xwe yên di warê çespandina demokrasî û a?tiyê de, li Iraq û navçeyê, ji aliyê Peymana NATO ve ji bo wergirtina xelata a?tiyê ya NATOyê hatiye destnî?ankirin.

Gotara Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di merasîma wergirtina Xelata Atlantic Award de:

Amadevanên hêja..

Cihê kêfxwe?î û serfirazî ye bo min ku îro ligel êwe yên berêz û xo?tivî me, bê guman bex?îna vê xelatê jî bo me wateyeke wêya kûr û taybet heye, ku ji aliyekî ve rêzgirtina we yên birêz e li wê peyama a?tîxwaz a gelê Kurdistanê ku herdem ji bo wê xebat kiriye, hevdem bex?îna tîrêjeke din e bo serkeftina ezmûna demokratîk a Herêma Kurdistanê.

Wek hemû alî agahdar in ku Herêma Kurdistanê bi saya aramî û hêminiya rew?a asayi?ê, roj bi roj li ser astên siyasî, aborî û civakî ber bi pê? pê ngavên zêdetir diavêje, ku em hemû wek çîrokeke serkeftinê li ?raq û navçeyê pênase dikin. Dixwazim wê yekê jî bibêjim ku hewldanên me li ser astê ?raqê jî bi heman gur û tîn e, ji bo pê?de birina proseya siyasî, avakirin û damezrandina saziyên destûrî di çarçoveya ?raqeke Federal û Demokratîk de.

Xwi?k û birayên hêja

Pêwist dibînim amaje bi bûyerên vê dawiyê yên Bakurê Efrîqa û navçeyê bi gi?tî bidim, bê guman ew bûyerên han bandorê li hemû navçeyên derdorê û navçeya me jî dike, lê bi baweriya me ger ew guherankariyên han ber bi demokratîkbûnê ve herin, bê guman wê demê di berjewendiya hemû gelan û gelê Kurdistanê de jî dibe, ger guherankarî bi arasteya rizgarbûna gelan bin, ewna ligel bîr û baweriya me maqul e ku salên dûr û dirêj ji bo wêna me xebat kiriye.

Ew bûyerên ku li Tunis û Misrê qewimîn, bûyerên girîng in, lê belê heta niha derencamên wan nexwiya ne û nayê zanîn ber bi çi hêlekê de diçe, ger di dawî de grupeke diyarkirî li wan welatan desthilatê bixin destê xwe ku xwedan îdeolojiyeke tundrew bin, wê demê pirsgirêkek bo hemû navçeyê, bo me û bo we jî serî hildide. Loma divê haya me ji rêbazê wan bûyeran hebe da em bizanin ber bi ku ve diçe.

Amadevanên hêja

Ti?ta li Sudan qewimî cihê kêfxwe?iyê bû, ji ber ti?ta me dît xelkê bi awayekî azad biryara çarenivîsa xwe da, em jî wek gel baweriya me bi wî mafî heye û li Herêma Kurdistanê me çarçoveya peywendiyên yasayî û destûrî yên xwe ligel ?raqê li ser ?êwazê federalîzmê diyar kiriye, em wek gelê Kurdistanê û wek serkirdayetiya siyasî, xwedan ezmûn û fikreke sekuler in û em wek mafê xwe dibînin di çarçoveya sîstema welatekî demokrat û federal de ezmûna xwe pê? bixin, lê belê ger me dît sîstema wî welatî ber bi dîktatorî û ferdî diçe, wê demê ne mimkun e xebat û qurbanîdana dehan salan a gelê xwe bela? bidin û bê guman di rew?eke wiha de em maf didin xwe li gor rew?ê wê rojê biryarên maqul bidin û neçin jêr sîstema sitem û dîktatoriyê.

Herêma Kurdistan û Kurdistan bi gi?tî heta niha faktorekî aramî bûne û be?ekî kara jî bûne bo parastina aramiyê li navçeyê bi gi?tî, lê belê pêwistiya me bi hevkariya we û gelê me heye heta li ser astê azadiya bîr û ra, pir olî, pir netewî û pirhizbî bibin mînakeke ba? a serkeftina demokrasî, bi hev re jiyan li ?raq û navçeyê. Ji ber baweriya me bi wan prensîban heye, lewra me hewl daye bi awayekî rast wan cîhbicîh jî bikin, loma berhemê ba? ê wê xebata me hebûye û Herêma Kurdistanê kiriye ew penageha aram a îro ku lêqewimî ji seranserê ?raqê bi hemû ol, mezheb, taîfe, grup, neteweyên cuda, çi Ereb bin yan A?ûrî û Kildan, yan Mesîhî û Misilman di dema tengaviyan de berê xwe bidin Herêma Kurdistanê. Evna jî berhemê wê baweriya me ye bi wan prensîpan. Lê belê hevkariya we jî bo me pir girîng e, mebesta me ne hatina kompanya hevkariya darayî ye, lê pêwistiya me bi pi?tgirî û hevkariya siyasî û manewî ya we heye.

Amadevanên hêja û birêz..

Ez îro hest bi serbilindî û serfiraziyê dikim ku vê xelata han werdigrim, lê belê li gor min evna xelatkirina gel û miletekî ye, ew xelat bo wan kesan e ku di rojên dijwar de li çiya û newalên Kurdistanê ji bo azadî û rizgariya gelê xwe xebat kirin, evna xelatkirina her jineke Kurd e ku bi salan ked daye û be?darî bingehdanîna civaka Kurdistanê bûye, ev xelata han xelata her mamostayekî Kurdistan e ku bi dilsozî têdiko?e û zarokên gelê xwe fêrî prensîp, prensîpên mafên mirov û rêzgirtina beramber dike, ev xelata ku bo mîn tê bex?andin, xelatkirina her ferdekî Kurdistanê ye çi Kurd, Turkmen, A?ûrî-Kildanî yan Ermenî be, xelatkirina her Kurdistaniyekî ye bi Misilman, Mesîhî û Êzdiyan ve.

Di dawî de em rêzgirtina xwe û gelê Kurdistanê bo we radighînin bi hemû pêkhateyên wê ve, ezmûnê salên dûr û dirêj jî em fêrî wê yekê kirin, ya jiyana hemûyan garantî dike, tenê û tenê pirrengiya jiyanê bi xwe ye, li ser me jî ferz e li çi cihekî vê cîhanê bin, pi?tîvan û hevkarê hev bin bo parastina wan prensîpên pir rengî, ku çiqas berqerar û parastî be, hewqasî din prensîpên a?tî, hev efûkirin û bihevre jiyan garantîtir û cîgir dibin.

Çavkanî: Lotikxane-Rûdaw-Aknews

About The Author