Feb 26, 2011

Kurdno! Malnemîratno! Bêtifaqno! Belqitîno!

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 5

Pi?tî salên dûr û dirêj, ked û têko?îna bi ê? û elem azadbûna parçeyekî Kurdistanê bû hinceta kêfxwe?iyê û bi azadbûna herêma Kurdistanê re baweriya Kurdan bi wan hat.

Lê sed heyf û mixabin ku van rojan kurdên me yên ba?ûrekan jî çav li erebên qûnre? û bêderpî kirine û li hember deshilatiya xwe rabûne lotik û zîtirkan.

Belê rast e xelkê ereb, ev nêzî nîvqirneyekê ye xwîna wan tê mêtin û dibin deshilatdariya dîktatorên xwe de tên çewisandin.

Ka bêjin ji me re derdê we çi ye gelî kurdên soranekan û goranekan!

Hûn bi çi armancê di nav rojeveke wisa germ û zîz de, serî hildidin raperînên li dijî hikumet û deshilatdariyê saz dikin û bi korîtî êrî?î hevrik û dijberên xwe dikin?

Ma hûn nizanin çavê hemû kurdên dinyayê û hersê parçeyên din ên Kurdistanê li ser we ye?

Ma haya we ji cîranên we yên hesûd û bêbêxt jî tune ye?

Ma hûn nizanin ku hê Kurdistan têra xwe azad nebûye?

Dibe ku heqê we jî wek hemû gelên dinyaye heye ku, hûn jî ji bo mafên xwe yên takekesî, aborî û civakî têbiko?in, lê ev çi wêrekbûn e û ev çi harîtiye ku hûn êrî?an dibin ser sazî û dezgehan?

Ma hûn hemû jê re ne ?ahid in bê deshilatdariya herêma Kurdistan, bi çi zor û zehmetiyan û xwîna ?ehîdên we hatiye danîn?

We dît ne?

Ka binêrin li vê rew?a xwe ya dawî û ji xwe û sed bavê xwe ?erm bikin! Binêrin bê Kerkuk dikeve çi rew?ê. Miletê ereb li hemberî we çawa çavrosî dibin û êrî?ê tînin ser kurdan.

Na na ne sûcê wan e yabo!

Heta em wiha bi hev bikevin û hevdu çiroviro bikin, wê lawên xelkê jî rabin lotik û zîtirkan û ked û xwîdana dehsalan ber bi avê ve biherikînin. We digot Kerkuk dilê Kurdistanê ye ne! Vaye hûn dibînin bê ereb çi dikin. Çawa ku dîtin kurdên me jî bihev ketin, wan jî çav li birayên xwe yên din kirin û li hember kurdan serî hildan.

Gelî soranekan û goranekanên ba?ûrê Kurdistanê! Heger ti?tek bi serê Kerkukê were û hûn jî di ser de rabin bi lotik û zîtirkên kerkerkî û ehmeqkî rêveberiya Kurdistanê birûxînin, bawer bikin wê Kurd tu carî we efû nekin.

Di serî de Kurdên Komara Demokratîk û Serbixwe yên Lotikxanê wê hew we bihewînin nav xwe, Kurdbûn û Kurdîtiya we jî wê bi pênc dînarên erebên qûnre? bifiro?in û hew!..

De vaye pê?mergeyên kurd bi hewar û gaziya kurdên Kerkukê ve çûn û diçin. Xwedê bikim ti?tekî xerab û aloz pêk neyê, metirsiya me ya niha jî bi kêfxwe?î û serkeftinê encam bistîne û soranekan û goranekanên Kurdistanê jî ji xwe re bihedinin…

Kurdistan

  • facebook
  • googleplus
  • twitter
  • linkedin
  • linkedin
Previous «
Next »

5 Comments Already

  1. Cakoke§èn suleymani ketini §eba mistefa nuh§irvane mao zeytuni.ll pe§iya 30 sal li zelè §it u avarè but. miroven kolè azadi naxwuazin.ila u ila zilma ereben qunikre§.hun gelek zirekin a ha kerkuk u musul .cend sal berè ji goristan u peykerè halepce sotandibun.ki ji koministan u bisilmanè kafirè ereban xer dit?

  2. Daxwaziyen SORANEKAN pir pas bin. Le, em bi hevine ku tu kustin ce nebe. Masud u Jalal arikanrine mezin bi SORANEKAN kir ne, bese e; wexte waye ku runin u dore bidin mirovin din.

  3. mal mirat na mane wezifa serokan ewe welet bi reve bibin. ji bo gele xwe azadi u aramize binin le hun bi xwedeken ka seroken me bi qasi ji bo xwe malbata xwe kar dikin ewqas ji bo welet dikin . ne welah. ji ber weji iro kerkuk dinale.amede dikele u dikele le cima azad nabe mahabet dilbirine u serhildana qamislo sewi histinn birana.le me ev fem kir.insa hebuneke ez eziye le even berdevkan cima qelemsoren cima ev qas pirin. bila pirbin ew ji tist nabe le cima keseke duza serkeftinin mez tir nake.

  4. …?erme ji we re law.. hej xwina sehidan zuwa nebune.aqlbin u wi tengasiye bas bikarbinin musul u kirkuke destbistinin..ala xwe navenda wan bajaran da ji bialqinin… dem dema we ye

  5. zor bedaxawa bo am rewshay estay bashuri kurdistan na dabu awa bikry xenman zor dawa bo azad buny kurdistan kecy hendek layen ayanewet rewshake bshewenin kecy ta esta kurdistani bakur azad nekrawe ema

Leave a Reply

Your email address will not be published.

%d bloggers like this: