ELÊ GULÊ

Elê ji e?îra Giravîyan li Gundê Kotranisê dijîya. Elê nêçîrvanek gelek jîr û zîrek bû.

Di nêçîrvanîyê de gelek salên dijwar û bûyerên ecêb hatibûn serê wî. Lewre Elê di nêçîrvanîyê de bibû mirovek xwedî tecrûbe û bispor.

Rojekê dema Elê di nêçîrê de ye, hew dibîne hirçek nêr û biçûk qesta wî dike. Hirç ji alîyekî lepên xwe li serê xwe dixe, ji alîyê din digirî û ber bi Elê ve tê. Pa?ê hirç destên xwe jî bilind dike û bi hî?aretan ti?tan ji Elê re dibêje.

Lê Elê  tênagehe hirç çi dixwaze û berê ?e?xanê dide hirçê. Hirç dema dibîne Elê berê tifingê lê rast kir,  dikeve ser çar lepan, xwe bi awayek lawaker/hêvîker bi xu?ankî xwe nêzîkî Elê dike û digirî. Elê  bi behitî/?a?mayî lê dinere û tifingê tîne xwar.

Hirç dîsan bi destan li serê xwe dixe, digirî û hêdî- hêdî vedigere, çend gavan tavêje, disekine û bi çavên girî, dilbikul, levakerî û hêvî û biryayî li Elê dinere. 

Elê têdigehe ku derdek hirçê heye û dide pêy hirçê. Hirç wî dibe cihekî û li wir disekine. Elê çi bibîne! Vaye hirçek nêr û mezin û mêhirçek bi hevre ne. Elê berê tifingê dide hirça mê, lê hirç berê lula tifingê dide hirçê mezin. Elê gulekê bera hirçê mezin dide û hirç dikeve. Hirçê biçûk û mêhirç  ber bi hev dibezin, ji kêyfan hevdu hinbêz dikin û bi hev ?a dibin.

Pa?ê herdu hirç dikevin ser lepan, bi awayek minetdarî bi xu?ankî tên ba Elê û bi hi?aretan ji  Elê re dibêjin “bi pey me de were”.  

Elê radibe dide pey wan. Herdu hirç  Elê dibin binê zinarek asê.  Elê çi binere, di zinar de hingiv diherike û binê zinar bûye gola hingiv. Elê ji wê rojê û pê de dest ji nêçîrvanîyê berdide û be?ek debara mala xwe bi wî hingivî çareser dike.

Îcar mesela me li ser malbata Barzanî û PDK bû.

Malbata Barzanî û PDK bi teko?îna dehê salan em ji hirçek wek Sedam filitandin. Lê hinek Kurdên me li dewsa ku PDK ê û malbata Barzanî bi zinrên hingiv xelat bikin, tên lîztîka xêrnexwazan û dixwazin wan pês/ gemarî /kotî bikin. Hema ew celeb kes bi qurbana hirçan bin û hew.

About The Author