Ji bo A?tiyê Fêrî Kurdî Bibin!

Li Stenbolê 9 komele û saziyên civakî ji bo fêrbûn û fêrkirina zimanê Kurdî kampanyeyek bi navê ‘Ji Bo A?tiyê Fêrî Kurdî Bibin’ dan destpêkirin.

Civîna bangawaziya kampanyeyê doh li salona konferansê ya Cezayîr Restorantê ku li Beyogluya Stenbolê ye, bi tevlîbûna gelek kes û kesayetiyên ji civaka kurd û tirkan pêk hat. Kampanye bi hevkarî û pi?tevaniya Enstîtuya Kurdî, Weqfa Çandî û Lêkolînî ya Kurdî (Kurd-Kav), Weqfa Mafê Mirovan ya Tirkiyê (T?HV), Hewldana 78an, Hewldana Hunerî Ya Ji Bo A?tiyê, Komeleya Enstîtuya Zanistiya Civakî û Dîrokî, Komxebata Hunera Dijber, Meclîsa A?tiyê û Tevgera Çep hate destpêkirin.

Nivîsara Tirkî ya bangewaziya kampanyeyê ji aliyê berdevka komele û saziyên hevkar Fatma Balpetek, nivîsara Kurdî ya bangewaziyê jî ji aliyê rêveberê Kurd-Kavê Fehmî I?ik ve hat xwendin. Helbestvan Sezaî Karakoç jî bi mebesta destpêka vê kampanyeyê kurteaxaftinek kir û li ser bandora ziman a li ser civak û mirovan helbestek xwend.

Di daxuyaniya kampanyeya bi navê, ‘Ji Bo A?tiyê Fêrî Kurdî Bibin’ de, cudabûnên netew û zimanan hatin bibîrxistin, ji bo a?tî û aramiya civakî jî hat xwestin ku, astengên li ber perwerdehiya zimanê zikmakî bên rakirin. Her wiha di daxuyaniya bangewaziyê de, ji bo jiyaneke azad, wekhev, dadwer û derbirineke bêsînor ev kampanye wek pêngaveke ewil hat hesibandin û ji civaka Tirkiye jî hat xwestin ku, Kurd çawa heta niha bi darê zorê fêrî zimanê Tirkî bûbûn ew jî vê pêngavê binirxînin û bi dilê xwe fêrî zimanê Kurdî bibin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, wekî komele û saziyên be?darên vê kampanyeyê, ew fêrbûna zimanan ji bo çand û zimanên din ê li Tirkiye dijîn dixwazin, lê wekî destpêk biryara vekirina qûrs û waneyên fêrkirin û fêrbûna zimanê Kurdî hatiye girtin. Pi?tî bangewaziya fêrbûna zimanê Kurdî, dersa ewil hat dayîn û hat ragihandin ku wê ev qûrsa ewil 6 hefteyan bidome û ders jî wê li lokala Tevgera Çep a ku li Stenbolê ye bên dayîn.
Stenbol

About The Author