Hevalê lingê ?emitî tune

Belê, ji berê de dibêjin „hevalê lingê ?emitî tune“.  Heta berî çend mehan jî xelk li ber xirrê Qeddafî û malbata wî digerîyan. Jê re bi qurban û heyran bûn, pere û alîkarî ji Qeddafî distendin. Lê pi?tî ku lingê rebeno ?emitî û vîrûsa ?ewba mirî?k û berazan ket welatê wî, îcar heta bi dostên wî jî tilîyan davêjin bin dûvê wî û dibêjin Qeddafî dîktator bû filan û bêvan.

Axir, stranbêja doxînsist Nelly Fûrtado, di 2007an de çûbû Lîbyayê û konserek ji bo malbata Qeddafî li dar xistibû. Û helbet daw û delinga xwe jî tije pere û dolar kiribû. Niha jî xanimê rabûye Qeddafî wek dîktator bi nav dike û dibêje ku „ezê wan perên ku min ji malbata Qeddafî stendibûn, bibex?înim û bidim xelkê“.

Pi?tî Nelly Fûrtado, lotikvana agirpêketî Beyonce jî av pê ketiye û Qeddafî wek dîktator bi nav dike. Beyonce jî ji malbata Qeddafî re konserek dabû, milyonek dolar xistibû nav ?eqê xwe û vegeriyabû. Beyonce jî gotiye ku ewê wan peran bibek?îne û pa?de vegerîne.

Lotikvana memikmezin û tenûrgerm Marîah Carey jî heman ti?tî dibêje û xalê me Qeddafî wek dîktator bi nav dike. Marîah Carey konserek ji bo Mutassim Qeddafî dabû û tam milyonek dolar xisribû bin çengê xwe.

Ez serê we neê?înim, doxînsistên ku hetanî berî çend mehan jî xwe di bin endamên malbata Qeddafî de digevizandin, ew bera ser xwe didan, girêza xwe diherikandin û milyon dolar distendin, îro wan xiyarên ku xistine xwe dikin dîktator û dilê xwe ji wan dixelînin.

Erê dinyayê…..

Hevalê lingê ?emitî tune qurban.

Hay ji xwe hebin hûn jî ne?emitin gelî xwendevanan. Bi sê telaqan ku lingê we ji ber we çû û hûn ?emitîn, heta bi jina we jî xwedî li we dernakeve û hûn ji min re sax…

Lîbya

About The Author