Quto winda bû!

Ji awira gelemperî ya Lotikxanê re

Îro du roj in, kerê me Quto terka axurê xwe kiriye û winda bûye. Ev 2-3 meh in Quto doza zewacê li me dikir û haletê xwe li bin zikê xwe dixist. Ji ber me nikarîbû em qelenê mêkerekê bidin ser hev û kerê xwe Quto bizewicînin, Quto serî li ber me rakir û got: „Êdî bes e, yan zewac, yan jî ezê terk û dinya bibim“.

Werhasilî kelam, kerê me Quto îro du roj in terka malê kiriye û terk û dinya bûye. Hinek dibêjin: „Ê? û jana zewacê li serê Quto xistiye û belkî xwe wek Japona harakîrî bike, xwe bikuje„. Hinek dibêjin: „Quto berê xwe daye metropolên Tirkiyê, li behr û peravên bajarê Stenbol û Izmîrê digere û kela dilê xwe bi tema?ekirina tûrîstan hênik dike“. Hinek jî dibêjin: „Na welle Quto çûye Enqerê, li ber devê derîyê meclîsa Tirkiyê ling avêtiye ser ling, qeraseyê xwe li bin zikê xwe dixe û niyeta xwe li hinekan xera kiriye“. Hinek jî dibêjin: „Quto berê xwe daye ba?ûrê Kurdistanê cem Partîya Kerên Kurdistanê û dixwaze gilînameya xwe radestî serok Omer Kilol bike, doza jinekê lê bike“ filan û fîstan.

Ez serê we neê?înim, Qutoyê me winda ye û ez di mitala Qutokê xwe de me gelî xwendevanan. Ji xwe hebûn û nebûna min Quto ye. Heger ew jî biçe, ezê jî wek Çoban Silo û Dewlet Bahçelî kurdûnde bimrim ellawekîl.

Ez bi soza mêrê berê sûnd dixwim, heçê Quto bibîne û wî li min vegerîne, ezê kurtanê Quto wek xelat bidimê.

De yalla, ez li benda alîkarî û bersiva we me qurban..

About The Author