Xoceyê Cilêtçî Îsmaîl Be?îkçî!

Xoce û Seydayê me yê Zerik Îsmaîl Be?îkçî dîsa ji ber ku di nivîseke xwe de behsa Kurd û Kurdistanê kir û doza mafên kurdan kir ji aliyê dadgehên dewleta Tirkiye ve hat sizakirin.

Xoce vê carê bi nivîsa xwe ya ‘Mafê neteweyan yê diyarkirina çarenûsa xwe û Kurd’ hat darizandin. Ji ber ku peyva Kurdistan û tîpa ‘Q’yê ku navê herêma Qendîlê di nivîsa wî de derbas dibû 15 meh ceza lê birîn.

Lê belê Seydayê me vê carê bi tevdîr bû. Dema çû salona dani?înê ji ber ku çeka xwe jî bi xwe re biribû, nekarî ji cîhazên X-Rayê derbasî hûndir bibe û pi?tî herkesî ew çû salona dani?înê.

Hûnê bêjin çima?

Seydayê Zerik kîjan çek û sîleh bi xwe re biribû ku nedikarî here hûndir? Pi?tî ku her kes derbasî hûndirê salonê bû û peywirdarên dadgehê bi ser çeka Îsmaîl Be?îkçî ve bûn, çeka wî jê standin û ew xistin hûndir.

Çeka Xoceyê Zerik cîleteke li nav kaxizekê pêçayî bû!

Xoce heta cilêta xwe teslîm nekir, ne hi?tin bikeve hûndirê dadgehê. Lê çeka Xoce pir tûj û dijwar bû û gelekî pê ê?iya ku çeka wî jê standin. Çaxê ku li derve ji Xoce pirsîn û jê re gotin, ‘Ew çi cilêt bû di berîka te de’. Xoce got, ‘Ez wê cilêtê tim di berîka xwe de digerînim. Ez bi wê cilêtê nivîs û nûçeyên rojname û kovaran jê dikim û wan ji bo lêkolînan ar?îv dikim.’ Yanî Xoce heta hûndirê salonê jî dev ji çeka xwe ya herî dijwar bernedabû û bi xwe re anî bû.

Seyda û rûspiyê hêja ku yek ji civaknasê herî navdar ê dinyayê tê hesibandin, ev nezî çil salan e ku tu xêrek ji jiyana xwe nedîtiye û bi kul û derdê Kurdan re serê xwe diê?îne. Seydayê Zerik dîsa li ber dadgehê konê xwe vedabû û li benda biryara ku layîqî wî tê dîtin bû.

Seydayê Be?îkçî, bi bi?îrîn û dilovanî ber bi deriyê dadgeha cezayê giran a Stenbolê ve çû. Birrek nivîskar, rojnamevan û xwedêgiravî rew?enbîr jî li dora wî kom bûbûn. Lê Seydayê Zerik bi tena serê xwe bû û hewcedariya wî bi tu kesî jî tune bû.

Ew bi deh salan e lêkolînên xwe yên zanistî li ser mafên Kurdan dike û qet tu kesê ku bikaribe wî biparêze jî tune ye.

Hûnê niha bêjin çima û çawa tune ye? Welleh billeh tune ye! Tu kesê ku bikaribe Seydayê Zerik ji doz û tewanên derveyî mirovahiyê û hiqûqa navnetewî biparêze tune ye.

Heke hûn bawer nakin ji parêzer û abûqatên ku li dadgehê parastina wî dikirin bipirsin. Gelek parêzer ji bo ku Îsmaîl Be?îkçî ji xi?m û xezeba dadger û dadgehê biparêzin amade bûn û her yek ji wan jî bi qasî pirtûkan parêzname amade kiribûn. Lê ji Seyda re ev parêzname bêwate bûn û gotina dawî dîsa ji nav lêvên wî derket.

Seydayê Zerik, bi wê ?êrînî û dilovaniya xwe rabû ser lingan û ji dadger û heyeta dadgehê re got: “Dibe ku parêzerên min beraeta min dixwazin. Lê ez be?darî hin ti?tên gotine nabin. Mafê derbirina ramanê, rexnegirtinê mafekî rewa yê demokrasî û zanistê ye…Pirsgirêka Kurd pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê ye. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bar dikeve ser milê dadgeriyê û zanîngehan.”

Seydayê Zerik, pê?niyara ji bo beraetê ya parêzerên xwe jî qebûl nekir û got, ‘Di nivîsa min a ku bûye sedema dozvekirinê de, ji ber ku tu sûc nîn e, ji ber ti?tekî ku ne sûc be bereata xwe naxwazim’ û da bin dûvê nêrîna fermî ya dewletê.

Werhasil Xoce, vê carê jî bi wê bêdengiya xwe ya ku ji kûr ve qêrîn û hewarekê dihewîne, li ser bîr û baweriyên xwe ma û ne hi?t dilê dadgehê û heyeta dadgehê rehet bibe.

About The Author