Ji Kurd-Kavê ji bo Tenduristiya Jinan panel

Weqfa Lêkolînî û Çandî ya Kurdî (KURD-KAV), bi hinceta 8ê Adarê ango ‘Roja Jinan a Cîhanê’ li ser tenduristiya jinan panelek li dar xist. Doxtorên ku panel bi rê ve dibirin, ji jinên Kurd xwestin ku bê ?êrm û fedî nexwe?î û nerihetiyên xwe yên tenduristî vebêjin û tenduristiya xwe biparêzin.

Panel doh li salona avahiya Weqfa Çandî AK-ELê ku li navçeya Bahçelîevler a Stenbolê ye, bi be?darbûna keç û jinên Kurd ên ku li Stenbolê bi cih û war bûne pêk hat.

Serokê Kurd-Kavê Kasim Ergul, di axaftina xwe ya vekirinê de sedema lidarxistina panela li ser tenduristiya jinan anî ziman û pa?ê mafê gotinê da doxtorên ku panelê bi rê ve dibin.

Panel ji aliyê Dr. Dor?în Yalçin Guzel, Pispora Parêzê Ay?e Cengîz û Jînekolog Dr. Sacît Gune? ve hat birêvebirin. Di panelê de li ser nexwe?iyên jinan û rêbazên tedawiyê agahiyên tibî hatin dayîn. Panelîstan her wiha ji bo xweparastina ji nexwe?iyan û berdewamiya tenduristiyê jî rê nî?anî jinan dan. Axaftin bi zimanê Kurdî hatin kirin û doxtoran li tengasî û aciziyên jinan ên tenduristiyê guhdarî kirin û pirsên wan bersivandin.

Pi?tî panelê plakêten ku ji bo axivgeran taybet hatibûn amadekirin, ji aliyê mûhasîba Kurd-Kavê Fisun Parlak Kiliçkap ve hatin dayîn.

About The Author