TAK mîrkutek li nav serê ?ivan xist

Li ser bextê fitne û fesadan be; dibêjin rêxistina Teyrên Azadîya Kurdistan – TAK – mîrkutek li nav serê ?ivan Perwer, Muhsîn Kizilkaya û Mehmet Metîner xistiye, ew kirine xayîn û xwefiro? û serê hefsar berdaye.

Dibêjin pi?tî ku serokê Kurdên dinya û axretê ba?qan Ocalan di 18ê Sibatê de ?ûjinek di Muhsîn Kizikaya û Mehmet Metîner de rakiribû û gotibû ku „divê hinek ji wan re bêjin hi? bin“,  gotibû; „Wê di derbarê ?ivan de jî hinek gotinên min hebin“, TAK ê dest bi lotikan kiriye û bi daxuyanîyekê (binerin – http://www.teyrenkurdistan.com/) bero? danîye ser êgir û ava serê van hersê rew?enbîr û hunermendan kelandiye.

Werhasilî kelam, Kurd dijminê qewmê xwe ye. Zikre?, çavnebar, hesûd û neyarê rew?enbîr, nivîskar û hunermendên xwe ye.  Xulamê dijminê xwe, dijminê qewmê xwe ye. Kurmê darê, kurtanê kerê xelkê ye.

Aha em Kurd milletekî wilo ne gelî xwendevanan.

Qedr û qîmetê kedê li cem me wek buhayê pîvazekê ye. Yan wê Kurd mirîd û dergevanê ?êx û mi?ayixên terîqetekê bin, çavên xwe, zimanê xwe û guhê xwe ji her ti?tî re bigrin, yan jî wê mohra xayintî û xwefiro?îyê li der qûna kurê ciwamêran keve.

Em kezebre?î bûn ya xwedayê erd û ezmanan!

Çima te em Kurd afirandin ya xweda?

About The Author