Xwedî li taybetiyên xwe derkevin

Leyla Zana di mîtinga pîrozbahiya Roja Jinan de, wek jin û kesayeteke ?areza ya Kurd tevgeriya û ne hi?t girseya guhdarvan dirû?mên li dijî ?ivan Perwer bavêje.

Di mîtinga ku li Amedê bi mebesta 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hat lidarxistin de, Leyla Zana jî axaftinek kir. Leyla Zanaya ku xwe ji bo vê roja taybet bi cil û bergên Kurdî xemilandibû, di axaftina xwe de bal ki?and ser a?tî, demokrasî û azadiyê û xwest ji gotinên ?ivan Perwer mînakekê bide.

Wey tu bûyî behsa ?ivan dikî û hê gotin di devê wê de, ji girseyê dengê nerazîbûnê û dijberiya ji bo ?ivan Perwer bilind bû. Zana, li dijî vê helwestê derket û ji jinên ku ji bo pîrozbahiya Roja Jinan kom bûbûn re axaftineke têra xwe bi ?îret kir.

Leyla Zana xwediyê van helwestên ne li rê û dijber rexne kirin û got; “Wiha nekin hevalno! Heger niha yek ji we ?ivan protesto bike, ev tê wê wateyê ku di mêjiyê kesê wiha bike de nexwe?î heye. Hûn hemû mirovên taybet in û divê hûn xwedî li taybetiyên xwe derkevin. Pa?ê jî divê hûn xwedî li taybetmendiyên xwe yên gerdûnî derkevin.”

Zana ji vê helwesta dijberiya ?ivan Perwer pir hêrs bû û wek jin û kesayetiyek ?areza ya gelê Kurd tevgeriya û ne hi?t be?darên mîtingê gotinên tew?o mew?o li ?ivan Perwer bikin. Zana her wiha, bi bîr xist ku kesê xwedîtiya taybetmendiyên xwe neke, yan jî tenê li gor dem û pêvajoyan vê xwedîtiyê bike wê ev bertekên niha tên nî?andan werin serê me hemûyan.

Leyla Zana ji girseyê xwestiye ku neyên lîstikan û axaftina xwe ya li ser mijarê wiha berdewam kiriye: “Pênc xwi?k û bira di malekê de dijîn. Dibe ku mîna hev nefikirin, lê ev nayê wê manê ku êrî?î hev bikin. Hewce nake herkes wek me bifikire. Heger ez bêjim bila herkes wek min bifikire, tê wê maneyê ku ez di warê demokrasî û azadiyê de teng difikirim. Çawa ku em ji bo xwe azadiyê dixwazin, divê em ji bo yên wek me nafikirin jî bixwazin. Nêrîna me ya demokrasiyê ne wek ya serokwezîr e. Lewra ew tenê ji bo xwe demokrasiyê dixwaze. Lê em Kurd, ji bo hemû cîranên xwe û hemû gelên din jî dixwazin. Dema jineke Kurd radibe nimêjê, pê?î ji bo 72 miletan rehmê dixwaze. Pa?ê ji xwe re dixwaze. Ev jî nî?an dide ku bê çiqas ba? difikirin.”

Her bijî Leyla Zana!

Bi hêviya berdewamiya lotikên Kurd û Kurdistanî em jî di ?exsê te de Roja Hemû Jin û Dayikên Kurd pîroz dikin…

Amed

About The Author