Mrz 9, 2011

Bêje zaruyan kurên Mistê Zibê hatine

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Kadîn
  • 204 Views
  • 1

 Êvar bû. Der dor hîna nuh tarî bûbû. Lampeyên kolanên taxa navdar; taxa Kor Xeta xopan jî, hinekên wan vêketî bûn û hinekên wan jî vemirandî, ji ber ku ?ikiya bûn. Ev ên ?ikandî; ji hêla Hemoyê Re?, bi kevirên ji kevkahniyan werbûbûn, hatibûn ?ikandin. Hemoyê Re?, xortek çardeh salî bû, ku dest ji xwendina dibistana xwe berdabû. Kar û liva wî, her dem ?ikandina lampeyên kolanan bû. Yan jî diçû depoya trênê, ku li biniya taxa Kor Xetê bû, li wir miz û hesinên bi nirx ji lokomotîfan diderxist û difirot. Hemoyê reben, ev kar ji ber bêçaretiya aborî dikir. Ne xwendinek dikir û ne jî li civatê, karek jê re hebû. Li civatek tam berbendkirî dijiya ev xortê bêçare. Yên wek wî wisa bê xwendin û bê kar li civatê gelek hebûn. Çi xort û çi jî kesên navsere û mezin.

    Carinan, trêna Êlihê, ku jê re Trêna Mast jî digotin, ji ber xeletiyek teknîkî, li ser pira Elî Parê dirawestiya, ne diçû. Hingê xelkê tev digot: ’Hemoyê Re? dîsan perçeyek paxir ji trênê derxistiye, loma trên îroj xerab bûye.’ Xelkên li ser riya Êlihê û rêwiyên din, tev ji trêna rawestayî peya dibûn, ji pira Elî Parê peyatî divegeriyan ta westgeha trênê, daku trênek din ji bo çûna Êlihê amade biba û ew pê biçûna gund û bajarên xwe.

    Taxa Kor Xetê, taxek, navdar e, ji ber ku ?êniyên vê taxê, tev ?ore?ger û Kurdperwer bûn. Ev tax, navê xwe ji riya hesînî ya trênê wergirtibû. Ji ber ku riya trênê, ji nîvê taxê têdiperî diçû û dîsan divegeriya westgeha stasyonê. Gava lokomotîfên trênê ji ser vê riya hesinî ya ku ji nîvê taxê derbas dibûn û diçûn, hingê lokomotîf  berên xwe diguhertin, wek bi awayek din dibêjin; manevra dikirin. Her çend, navekî bêyom, navê ’kor’ jî li ser vê taxê kiribûn, dîsan navek pir ba? bû. Gelek navên êdî kirêttir, ên bi Tirkî, Erebî û yên nijadperest, li ser taxên li der dorên Kor Xetê hatibûn danîn; ên wek: ’Fatîh Mahallesî, Be? Nîsan Mahallesi..’ Her wisa jî navên nijadperest ên wek: ’?ehîd Namik Tumer Ilkokulu’ li ser dibistanên destpêkî yên li vê herêmê kiribûn.

Wê êvarê, ?êniyên Kor Xetê, li nav malên xwe, dîsan ji xwe re ?îva xwe dixwarin. Seroxan jî nuh ketibû hundurû û hema li ser ?îva ku hevjîna wî dabû berê, rûni?tibû. Feqîrê Seroxan, ji serê beyaniya sibehê, ta vê çaxa êvarê, li hala bajêr, barên sebz û hê?inahî û mêw dihilgirt, datanî ser ereboka xwe ya dutêgerî û dibir li dikanan belav dikir.

    Gava mirov ji ber pencerika mala Seroxanî derbas dibû, her dem dengê teyba wî bilind bû û stran jî, bê awarte, yan strana Mihemed Arifê Cizrawî, yan Hesenê Cizrawî û yan jî strana Îsa Berwarî bû, ku her wisa bilind û bi tundî bi ser guhê mirov diket. Mirov digot qey Seroxan, ji bilî van her sê dengbêjan, dengbêjek din nas nake.

Wê êvarê dengê teybê dîsan vekirî bû û dengê Mihemed Arifê Cizrawî, dîsan jê bilind dibû. Ev dengê xwerû Kurdî, di ser malên li nêzîk belav dibû. Dengê van ?alûl û bilbilên Kurdistanê, vê êvarê jî, weke her caran, dîsan li ser wan malên li teni?ta mala Seroxên bilind dibû û her difûriya.

    Seroxan, pariya pê?î hîna ji gewriya xwe derbas ne kiribû, ku bi pahînek sert, deriyê odeyê vebû û sê polîsên sivîl ketin hundurû. Polîsekî bi milê Seroxên girt û wî ji ser ?îva wî rakir. Pê re jî, ev jê pirsî:

    – ‚Söyle bakalim, bu Handan’lar nerede? Nereye ta?indilar?‘ Anku; De ka bêje me, ev malbata Xandan li ku derê ne? Bar kirin çûn ku derê?

    Seroxanê feqîr û reben, ku ji ser xwarina xwe wisa nîvco hatibû rakirin û hîna pariya pê?î jî, ji qirika xwe ne ?emitandi bû xwarê, berî ku bikaribe ti?tekî bibêje, gerek qurtek li gewriya xwe bide, da ku bikaribe bipeyive. Loma çend kêliyek wisa bêdeng di ciyê xwe de ma û pariya li nav gewriya xwe daqurtand û ew ji gewriya xwe ?imitand xwarê. Pa?ê, heyamek ji xwe re wisa li ciyê xwe heyirî û mat ma. Ma ev çi bela bû vê êvarê bi serê wî de hatibû?

    Malbata Xandan, ji ber girtina polîsan bi ser malê de, ji mala xwe derketibûn. Kurê wan Dilovan li xwendegehê bi ?agirdên hêlgirê dewletê re ?er kiribû û li çend kesên ji wan dabû. Loma polîs li pey wî bûn. Pi?tî ku malbata Xandan ji xênî derketibûn û çûbûn, çend xortên gundiyên Seroxan, ku ji gundên derdora Qoserê bûn, li mala li teni?tê diman. Ti?tê herî pê?î ku hat bîra Seroxan, firandina nûçeya hatina van polîsên sîvîl bû. Gelo ew ê çawa vê nûçeyê bigihanda ber guhê van xortên ku li odeya li teni?tê diman? Yan na, polîs wê xortan bigirta û bibira.

    Seroxan, xwe li ber polîsan kir rew?ee derûnî yê rewanî ku ji xwe re ?a? û mat maye. Ev, ji ber wê kelecaniya ku hîna ji wî dengê xurt û bilind, ê ku ji ber pînlêdana derî derketibû, di guhê wî de çingînî dabû. Loma ji ber vê yekê hîna wisa ?a? û matmayî mabû. Her du destên xwe bir ber guhên xwe, ruyê xwe qurmiçand. Pa?ê jî, li polîsan zîvirî û bi Tirkiya xwe ya nîvco ev gote wan:

    – ‚Biz bilmiyor wallehî, nerde gitmi?ler. Bize nerede gitmisler hîç dememisler‘ û xwe nêzîkî ber teybê kir. Ango: Bi xwedê em nizanin. Ma qet ji me re dibêjin ku bi ku de çûne?

    Lê polîs, çi bawerî bi bersiva Seroxên ne hanî û bi tevayiya hêza dest û milê xwe, Seroxan tahn da û pi?ta wî, bi hi?kî li dîwêr ket, serê wî jî her wisa..

    Polîsê duwemîn, ku li wir li pa?î rawestayî bû, rû û çavên asyayiyan li ser bû. Ev polîsek ji bajarên Tirkan bû, ku bi taybetî ji bo rawestandina ?ore?a Kurdistanê ?andibûn nav Amedê. Yan ji Yozgatê yan jî ji Qeyseriyê bû. Tirkbaz û Kurdnehez bû. Ji wek ên van re digotin polîsên ramyarî. Ew û yekîneya wî, bi taybetî li pey kes û malbatên Kurd ên Kurdparêz bûn û ?ev û roj wek seg ?op di?opandin. Îcar, ew ket navberê û berê xwe da Seroxên û bi rûyek tir? ev jê pirsî:

    – ‚Yandaki evde kim kaliyor?‘ Anku: Li vê mala li teni?tî kî dimîne?

    Mîna ku dengê muzîka Kurdî lê xwe? ne hatibe, pirsa xwe berdewam kir û gote Seroxên:

    – ‚Bu ne muzîgî be, hangî asirdan kalma? Arapça midir nedir?‘ Ango: Ma ev çi muzîk e? Ji kîjan sedsalê maye? Ma Erebî ye, çi ye?‘

    Ji ber derba ku Seroxên ji dîwêr xwaribû, ew bi rastî jî, ji ber wê derbê gelekî sewsî bûbû. Lê ew sergêjiya pê?î jî, li ser wî ne mabû. ?a?bûna pê?în êdî ji ser wî çûbû. Bi zelalî her ti?t têgehî?tibû. Seroxan gotina polîs, ya li ser muzîka Kurdî kir hincet û xwe nêzîkî teybê kir. Berê xwe da hêla jin û zaroyên xwe yên ku li quncikekê wisa bizdiyayî, li ciyê xwe mabûn, zû ji hevjîna xwe re ev got:

    – Bêje zaruyan kurên Mistê Zibê hatine li vir in, bila birevin û zû xwe bidin alî!

    Vê carê, Seroxan ji ni?kê ve, tiliya xwe, pê li bijkoja teybê kir û dengê teybê birrî, berê xwe da polîsê rû-asyayî, ku bê rawestan jê pirsiyar li ser pirsiyaran dikir. Bi dengekî bêhtir û bilindtir gote vî polîsî:

    – Polês beg! Polês beg! Bu Kurdçe’dir, Erebî degildir. Polês beg! Mihemed Arif Cizrawî’nin ‚Xezal-Xezal‘ klamidir. Çarsida bazarda her yerde ward?r. Polês beg! Ma s?z Allahtan utanmiyorsiz, Allahtan korkmuyorsiz? Neden bu ak?am bize bu eziyeti bo?u bo?una ediyors?z? Ango: Polîs beg! Polês beg! Ev Kurdî ye, ne Erebî ye. Strana Xezal-Xezal ya Mihemed Arifê Cizrawî ye. Bazar û sûk dagirtî ne ji vê stranê. Ma hûn qet ji xwedê natirsin ku hûn wisa vê êvarê vê zilma bê sedem li ser me dikin?

    Polîsê rû-asyayî, yê xwedî pêzanînan, mîna ku ji vê helwesta xasûk a Sewroxên pir ba? têgehî?tibe, pir bi hêrs ji polîsekî din re got:

    – ‚Çabuk evin etrafini sarin!‘ Anku: Zû dora malê bigrin!

    – Adama bakin hele! Hiç bir saygi göstermeden kar?? koyabiliyor. Kurnaza bak bir de etrafina haber salmas?n? da biliyor. Bak bak! Çabuk al?n hergeleyî arabaya? Ango: Tew lo! Werin ji xwe re li vê helwesta vî bêrêzdarî tema?e bikin! Camêr dizane li hevberî me jî rabe! Çi rûvî ye û dizane nûçe bigehîne derdora xwe jî. Zû vî berdû?î bigirin û biavêjin nav otomobîlê!

    Bivê nevê, xortên li odeya li teni?tê, dîsan her wek êvarên din, wê êvarê jî, li wî aliyê din ê xênî, ji wî dengê bilind ê ji teyba Seroxên, guhdariya strana Mihemed Arif dikirin. Gava ji ni?kê ve dengê strana ji teyba Seroxên qut bû, dengê mirovên ji nav odeya Seroxên, bi hêsanî hat nav odeya li hêla din, ku xortê xwendekar têde bûn.

    Xortên Kurdperwer ên endamên rêxistinên Kurdan bihîstibûn, ku Seroxan bi wê Tirkiya xwe ya kem û kurt û bi dengekî bilind, dipeyive. Ev ji wan re bû peyamek! Wan qet ne bihîstibû, ku Seroxan bi Tirkî dipeyive. Sê kes ên rew?a wan bi xeter, yek ji wan Dilovan, zû derketin hew?ê û xwe ji ser dîwarê li pa? hew?ê avêtin ketin nav kuçeyên taxê û her yek bi aliyekî de beziyan û bi lez ji wir winda bûn.

    Roja din, pi?tî nîvro Dilovan çû li deriyê mala Seroxên xist. Maliya Seroxên derî vekir. Dilovan dît, ku Seroxan li mal e û wê rojê ne çûye kar. Ew tê gehî?t, ku ew roj, Seroxan ji bo çi ne çûye kar. Pir tirsiya ku ?ikenceyek mazin pê kirine. Mixabin, her wisa jî çêbûbû. Ta serê sibehê li qereqolê li Seroxên dabûn û her derê la?ê wî ji ber derba ço û daran û lingên wî ji ber derbên feleqê tev teri?andî bûbûn. Heger go?tê çîp û çaqên Seroxên ji ber van ?ikenceyên xerab ne teri?î bûya, ew ê îroj dîsan ji xwe re biçûya kar:

    – Ma ez we bi wan diguherînim birazî? Heyrano! Em Kurd in, supasî ji xweda re. Kurd divêt hev bigrin. De ka em dîsan ji xwe re piçekî guhdariya vî zalimbavê Cizrawî bikin. Ev dengbêjê bêbav, kezeba mirov diperitîne. Di ser vî dengbêjî re, li Kurdistanê dengbêj nîn e û wê çi car jî nebe, bi xwedê loo!

    Ev bûyer ji vê bi çendî sih salan berê, li Amedê li taxa Kor Xetê rû dabû. Seroxan li mala Xur?îdê Canoyê Xwe?ikî kirêdar bû. Xur?îdê Cano, ji ber hêri?ên dewletê, hem ji mala xwe û hem jî ji karê xwe yê bîst û pênc salan bûbû. Ji wir revîbû û be?ek ji mala xwe ji Seroxên re dabû kirê û be?ê din jî dabû çend xwendekarên ji Qoser û ji Dêrika Çiyayê Mazî. Van xwendekaran, li Înstîtuya Perwerdeyî ya li Amedê, xwendina  mamostetiyê dikirin. Ev xanî, li taxa Kor Xetê bû, her wisa bêxwedî mabû. Xezeba azadiyê bi ser serê xwediyê xênî de hatibû. ?aredarî jî ev xanî ji ber bêxwedîmayinê, ji binî ve tev xira kiribû û kiribû erd. Aha ji ber vê bû ku digotin: ’Mal bû wêran – hilwe?î xan man – bi xembarî bar kir ji cîhan.’

    Xur?îdê Canoyê Xwe?ikî, her wek di vê risteyê de têt ser zimên; bi xembariyek mezin li dûriya welêt ji dunyayê bar kir. Xwesteka wî ya herî mezin dîtina Amedê û azadiya tev Kurdan bû. Bi van herdu hesretan ji vê dunyayê bar kir çû.

    Dilovan, bîst û pênc salan li dûriya welêt mabû. Pi?tî bîst û pênc salan, cara yekê, vegeriya warê bav û kalan Amedê. Hingê ev xanî, hîna ne hatibû rûxandin. Firokxaneya Amedê, li serê taxa Kor Xetê ye. Gava Dilovan ?eva dereng ji firokê peya bû, hema yekser berê xwe da taxa Kor Xetê û bi peyatî çû wir, ber wê mala ku xortaniya wî lê derbas bûbû. Mixabin ku kesekî nas ne dît. Xezeb bi serê ?êniyên taxê de bariya bû. Xezeba dagîrkeriyê bû. Lê belê, wan dengên kewkebî, yên Mihemed Arifê Cizrawî û dengê wan hozan û dengbêjên bêmirin ên din, ên ji teyiba Seroxanê xwe?mêr û ciwanmerd, dizî-dizî, ber bi guhê Dilovan diketin. Li der û dor, ew dengê Tirkiya ku dihat peyivtin, tew ne diket guhê wî jî. Çawa li guhên wî diketin, her wisa jî, ji ber guhên wî di?emitîn dihatin xwarê. Ji kûrahiya evîna dilê xwe, dixwest, tenê wî dengê Mihemed Arifê Cizrawî li wir bibihîse dîsa. Wî dixwast, ku wan dengên bîst û pênc, sih salan berê, ku her êvar ji wir dihatin, dîsan bibihîse. Ew êvara dereng, Dilovan di kûrahiya dilê xwe de, tenê ev deng dibihîstin; dengê Seroxên, dengê Mihemed Arifê Cizrawî, Hesenê Cizrawî û Îsayê Berwarî..

    Rojtira din, Dilovan dîsa çû ber pencerika Seroxên. Ew pencerika ku sibe û êvar, hela-hela stranên ‚Xezal-Xezal’ê, ‚Metran Îsa’yê jê dihat. Dilovan ji xwe re digot belku nas û dostekî Seroxên li taxê mabe. Xelkê gote wî, ku Seroxan tevî malbatê çûye Îzmîrê. Dilovan êdî nikaribû hêsirên çavên xwe rawestîne.

    Dilovan, bajarê xwe dîsa dît. Got: Supasî ji xwedê re! Ew bajarê rind û ciwan Diyarbekir, bajarê xwedî keleha herî mezin a dunyayê, bajarê xwedî wan zebe?ên hût, bajarê xwedî erdê herî bi xêr û bêr, erdê ku ji ?aristaniyê re bûye dayik, erdê mirovên wisa rind û ciwan, ku ciwaniya wan wisa bi peyvikan bi hêsanî nayêt ser zimên. Bi kurtî bihu?ta ser zemîn, bihu?ta ber dilan.. Dilovan dîsa di dilê xwe de got: ’Lê xwezî hema min carek din jî Seroxanê xwe?mêr bidîta.’

Mistê Zibê: Atatirk

  • facebook
  • googleplus
  • twitter
  • linkedin
  • linkedin
Previous «
Next »

1 Comment Already

  1. Hiva ji serle§kèr u amir mufrezè Lotikxanzadèan,car,carin Qurdcirok u helbestan bive§inin. bo niviskar u helbestvan kurdan hez u §avk bi zixuri.yabo cava bu Mistè zibè kurdi hin bu?hinek heni 30 sali li serè ciyàyè QENDIL bi du hewok nikarin bejin.rojba§ gerilla.

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht.

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.

%d Bloggern gefällt das: