MIRIN MIRIN E, LÊ XIREXIR ÇI KÎRÊ MIN E

Rehma xwedê lê be, ev gotin ya Osê dîn bû. Osê di dema xortanî û zarotîya min de dijîya, berî ez bêm Elmanya wî wefat kir. Ev gotinên Osê li gelek bûyerên ku di van heyaman de li Kurdistana ba?ûr û bakur diqewimin tên. Lê emê qala bakur bikin.

Di van heyaman de, hinek ji alîyekî hunermend , ronakbîr û rew?enbîrên Kurdan tehdît dikin, ji alîyekî dibêjin em a?itîyê û demoqirasîyê dixwazin û Kurdên resen/rastîn em in û em berdevkê Kurdan in/Kurdan temsîl dikin filan û bêvan.

 Madem hûn a?itîxwaz, demoqirat, Kurdên resen û berdevkê Kurdan in, ji bo çi hûn hunermend, rew?enbîr, ronakbîr û Kurdên ku wek we nafikirin bi îxanetê gunehbar, bi ku?tin û lêxistinê gefan li wan dikin baba?  Ji alîyê din dibêjin;  “Ala Tirkan ala me ye, ev dewlet dewleta  me ye û em nahêlin dewleta Tirkan parve bibe” filan û fîstan.

 Madem hûn Kurdên resen in, çawa dewleta Tirkan, ala Tirkan dibe ya we û hûn û Tirk çawa  dibin brayên hev? An jî ku dewlet, al, welat û nirxên Tirkan yên pîroz nirxên we ne, hûn çawa dibin Kurdên resen û berdevkên Kurdan cîgerim?

Werhasilî kelam, Kurd bûne wek pezê bê ?ivan. Heçê radibe jê re ?ivantîyê dike û li ser pi?ta Kurdên xwelîser diçêre.  Wê kengî xwedê aqilekî bide me Kurdan ez nizanim, lê ez zanim ku heta em Kurd ev pez û kerr û lal bin, wê hê gelek ji me re li bilûrê xin û me di zinar û newalan de werkin wesselam…

About The Author