12 ê Adarê – Roja ku kezeb li me qetiyan

Gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê ji berê de pir hi?yar e, xwedanê hestên Kurdewarî yên xurt e û di têko?îna bakur û ba?ûr de rolek pir mezin lîztiye û dilîze. Mirov bi kurtî dikare bibêje Kurdên binxetê, ji bo ku têko?îna be?ên din yên Kurdistanê zerer nebîne, li dijî zilma ku dîtine zêde dengê xwe bilind nekirine. Yanî xwe fedayî birayê xwe yên be?ên din kirine.

Lê ev zêdeyî dih salane dem hatiye guhertin û ti zerera bêhtir ku Sûrî bikaribe bike û neke nemaye. Bi vê guhertinê re gelê me yê binxetê li dijî dîktatoriya Baes di 12 Adara 2004an de bi mêranî serî hilda û doza mafê xwe li zordarê xwe kir. Insiyatîfa serhildanê ne ji partî, lê ji keç û xortên nûhatî bû. Partiyên rojava ku di bisimla serhildanê de tu rola wan nebû, ji bo temirandina serhildanê bi bayê bezê dest bi xwendina fatîha kirin.

Mixabin, bi 12ê Adarê re ji dêvla ku rejima Baes bitirse, partiyên Kurd tirsiyan. Ji dêvla ku partî cesareta gel xurt bikin, asta daxwazên xwe bilind bikin, ew kezebqetandî bûn û ketin nav hewldanan ku vê ?ewba tirsê di nav tevaya gel de belav bikin. Dest pê kirin, ji xortên 16-17 salî re behsa Hemayê kirin, behsa zindanan kirin û gotin ”Yasidna hûn nesekinin ew yekî ji me nahêlin, wê malên me tevan wêran bikin…”.

Heft hezar kîlometer ji Sûrî dûr, dema ku siyasiyên binxetê behsa Baesê dikin ez dilerizim û diricifim. Ê yaxî em dizanin bê dewleta Sûrî çendî zordar e. Kurdan zilma Sedam, Evren û Ehmeqînejad jî dîtine. Lê di demên herî zehmet de jî têko?erên Kurd baweriya xwe winda nekirine, çavtirsandî û kezebqetandî nebûne. Pê?engên gel ew in ku cesaret, hêvî û moralê didin gel? Ma dinya îro ya berya sî salan e ku Sûrî bajaran birûxîne û kes pê nehese û ne jî dengê xwe bike?

Bi hêviya ku dawiya Bi?ar jî mîna ya birayê wî Bin Elî be.

Sed silav ji ruhê 12ê Adarê re!

About The Author