Birînên enfala 1988an hê necebirîne

Kurdên ba?ûr hê ji bandora enfala 1988an ku ji aliyê rejima beesê ve hatibû kirin rizgar nebûn. Dema li ser enfala ku nayê jibîrkirin xizanî jî tê, êdî derûniya hemwelatiyan serobinî hev dibe û rê li ber karesatan nayê girtin.

Yek ji wan karesatan li bajarokê Ranyayê rû daye û ev bûyer nî?an dide ku malbatên enfalbûyî di çi rew?eke xeter û xerab de ne. Li gor nûçeya Rûdawê jineke li bajarokê Ranya ya Kurdistanê destê keçika xwe ya 2 salî ji zendê ve jêkiriye û xistiye bin axê. Niha Derya li nexwe?xaneyeke Silêmaniyê ye û dayika wê jî ?andine Kerkûkê ba xizmên xwe.

Mêrê jinikê li ser vê rûdanê giliyê jina xwe nekiriye û wek sedem jî xîzanî nî?an daye û wiha gotiye: “Eger wekî keça ?ehîdekê mehane mûçeyek dabanê, ev bûyer rûnedida. Ji ber ku sibehan wekî bav ez diçim bazarê û dikandariyê dikim. Êvaran jî dema ez dihatim mal, min rolê dayikan digirt û karê mal dikir.”

Li gor agahiyên ji derdorê hatine girtin, dayika Derya ji ber derûniya xwe ya têkçûyî zen kiriye ku destê keçika wê dirêj bûne û ji ber vê yekê jî destê keça xwe jêkiriye.

About The Author